Smiley face
sorani
Smiley face

KODAR ji bo Ocalan banga serhildanê li Rojhilatê Kurdistanê kir

2017-10-18 15:45:18
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), a têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Çarenûs û azadiya gelê Kurdistanê girêdayî tenduristiya Rêber Ocalan e.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Têkildarî nûçeyên metirsiya li ser jiyan û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di medyaya Tirk de KODAR’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

‘Di vê qonaxa dîrokî de gel agahî ji Rêberê xwe nagire’

 

KODAR’ê di daxuyaniyê de got, “Gelê Kurdistanê ku di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û ji sala 2011’an ve agahî ji rewşa Rêberê xwe nagire, dewleta faşîst a Tirkiye û hevpeymanên Bahçelî-Erdogan nêzîkî 7 sal e destûr nade ku Rêber Ocalan li gel parêzerên xwe hevdîtin pêk bîne. Ya balkêş ew e ku bi destpêkirina şerê Suriye, plan û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê re, hêzên hegemonîk derfet nedan dengê Rêberê neteweyî bigihije gelê me. Ji ber ku ev dizanin her gotinek û pêşbîniyên wî weke rênîşandareke ji bo azadiyê ye û di heman demê de hişyariyeke li hember metirsiyên li ser gelê Kurdistanê.”

 

‘Gelê Kurdistan û tevger bi guman e’

 

KODAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi sedan car bi hincetên pûç ên weke xerabûna keştiyê û rewşa hewayê hevdîtinên ku mafekî sereke yê her girtiyekî ye jî tê astengkirin û wiha domand: “Ji ber agahî ji Rêber Ocalan nayên girtin, gelê Kurdistanê û tevgera wî bi guman û nîgeran dibin."

Daxuyanî wiha didome: “Diyar e ku hem gelê Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz, hem jî welatên hegemonîk ên cîhanî û dewletên dagirker jî dizanin hebûna kesayetiyek zanyar û xwedî têgihiştineke civakî û cemawerî ya wek Rêber Ocalan dikare xwedî girîngiyeke taybet be li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û anîna aştî û aramiyê ji bo herêmê. Ji lewma jî ev hêzên hegemonîxwaz ên dewleta Tirk giranî didin binpêkirina mafê mirovan û nediyarbûna Ocalan berdewam e.”

 

Ocalan di avakirina yekîtiyê de xwedî rola sere ye’

 

KODAR’ê îşaret bi rola Ocalan a di avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd de kir û wiha got: “Rêber Ocalan di avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurd de xwedî roleke sereke bû. Her wiha bi têkoşîna fikrî û xebatên bêhempa gelên herêmê bi taybet li Sûriye û Şengalê li hemberî hêzên paşverû û serokên wan parast. Felsefe û siyaseta bi hev re jiyanê ya gelan pêşkêşî mirovahiyê kir.

 

Niha jî tê dîtin ku bi taybet gelên Sûriye ji komkujiyan rizgar dibin û berê berê xwe didin Kurdistanê ev jî di encama fikir, felsefe û hişyarî ev Rêber e.”

 

KODAR destnîşan kir ku metirsiyeke li ser Ocalan êrîşeke li ser destkeftî û hebûna gelê Kurdistanê ye û nabe ku were qebûlkirin.

 

‘Jiyana Rêber Apo ji bo gelê Kurdistan xeta sor e’

 

KODAR’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em weke KODAR’ê bang li gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê û yên li derveyî welat dikin ku bi serhildanê dakevin qadan û weke her timî dilsozî û wefadariya xwe ya bi Rêberê xwe re bînin ziman.

 

Divê dewletên dagirker û bi taybet jî dewleta faşîst a Tirk bizane ku çawa ku li sala 1999’an de darbeyeke giran ji aliyê serhildanên gelê têkoşer ên Kurd ve xwar, eger metirsiyek li ser tenduristiya Rêber Ocalan pêk were  wê tevahî Tirkiye û hêzên mudaxelekar wer rehet û aram nemînin.

 

Jiyana Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê  û hêzên demokratîk û azadîxwaz xeta sor e û derbaskirina vê xetê dikare felaketeke mezin a qet texmîn neke bi ser de were.”

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin