Smiley face
sorani
Smiley face

Diyar Xerîb: Divê em hemû alî bizanin ku pirsgirêka Kurd yek e

2017-10-13 08:21:20
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb got: “Divê hemû aliyên siyasî vê baş bizanin pirsgirêka Kurd li her çar parçeyan yek e. PKK’ê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî du berpirsên xwe yên asta jor ji dest dan.”


 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL HESEN/ RANYE

 

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di hevpeyvînek xwe ya li gel ajansa me de, mijara pirsgirêka neteweyî, referandûma li Başûrê Kurdistanê û wefata du serkirdeyên Kurd li Başûrê Kurdistanê, nirxand.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb wiha ye:

 

‘Heya îradeya neteweyî pêk neyê em nikarin serbixwe bibin’

 

Demek dirêj e bi pêşengiya KNK û KCK’ê xebata yekîtiya neteweyî didome. Çima heya niha ev xebat negihaye encamê û astengiyên li pêş çi ne?

 

Ger îrade û tifaqa neteweyî çênebe, em nikarin serbixwe bin. Îro dinya û Rojhilata Navîn di qonaxek hestiyar re derbas dibe. Serok Apo vê qonaxê weke şerê sêyem ê cîhanê bi nav dike. Projeya neteweyî ku îro KCK li ser kar dike û KNK demek dirêj e li gel aliyên siyasî, kesayet û rewşenbîran li ser kar dike, li gor me ber bi projeyek neteweyî ve gav tê avêtin. Em di wê baweriyê de ne ger ku yekîtî û îradeya neteweyî heya çênebe, em nikarin serbixwe bibin. Ger ev tişt pêk neyên, gelê Kurdistanê nikare bi îradeyek azad li gel gelên din yekîtiyek demokratîk çêbike. Projeya yekîtiya neteweyî di civaka me de tiştek nû ye. Di hemû aliyan de jê re zemînsazî pêwîst e. Îradeya hemû aliyan weke hev nîne ku li pey vî karî biçin. Ji bo wê divê gav bi lez nebin. Civînên demên bihurî yên KNK ên şêwira neteweyî li Rojhilat û Rojava karên girîng û cidî ne. Hêvî dikim di demên pêş de karên KNK’ê pêşdetir biçin.

 

Gelo hêviyek heye ku ev xebate bi ser bikeve?

 

PKK’ê ji bo çêbûna yekîtiya neteweyî du berpirsên xwe yên asta jor ji dest dan. Ew jî heval Mehmet Karasungor û heval Îbrahîm bûn. Hêviya me heye û em ê jê re têkoşîn bikin. Hêviya me bi têkoşîna me ve girêdayî ye. PKK’ê di sala 1982’ê de duyemîn kongreya xwe li dar xist. Yek ji biryarên giring ên vê kongreyê jî pêkanîna Kongreya Neteweyî yan jî yekîtiyek neteweyî ava bike ye. Sala 1983’yan PKK’ê ji bo li ser vê biryara xwe gav biavêje, heval Mehmet Karasungor û heval Îbrahîm di nava PDK, YNK û Sosyalîstan de navbeykarî dikirin. Têkoşîna wan ji bo wê bû ku yekîtiya neteweyî bê çêkirin. Ji wê demê ve PKK ji bo yekîtiya neteweyî kar dike. Hinek aliyan digotin ku ew di xeyalan de dijîn û neteweyet çênabe. Ji bo wê jî ji wê demê ve gelek gav ji bo yekîtiya neteweyî hatine avêtin.

 

Li gel dewambûna xebata neteweyî li Başûrê Kurdistanê, referandûm pêk hat. Hinek ji berpirsên PKK’ê gotin ku referandûm ji bo paşxistina xebatên yekîtiya neteweyî bûn, gelo çima ev nêrîn çêbû? Gelo referandûm ne mijarek neteweyî ye?

 

Di aliyê fikir, siyasî û dem de ne dema referandûmê bû. Em weke siyasetmedar, pêşeng û rêveberên civakê divê zêdetir lêhûrbûntir bibin. Jixwe tirsa me jî ev  bû ku rewşeke wiha derkeve holê. Beriya referandûmê hemû gelan xwe nêzî Kurdan dikir ku Kurdan di şerê dijî DAIŞ’ê de pêşengî dikir. Referandûmê rewşek da çêkirin ku êdî gelên herêmê bi guman temaşeyî Kurdan bikin. Her tiştek ger ku mafê te be jî, divê dem û rewşê bigirî ber çavan. Referandûm mafek demokratîk e. Ger referandûm ji bo dewletê jî be pirsgirêkan çareser nake. Dewlet çareseriyê pêş naxe. 22 dewletên Ereban hene, çi pirsgirêka wan çareser bûye? Dewlet azadiyê tengtir dike. Di aliyê siyasî, fikir û dem de, ne dema referandûmê bû.

 

Li navçeyên Başûrê Kurdistanê tevlîbûna welatiyan ji bo referandûmê ne wek hev bû. Li hinek cihan ferq zêde hebû. Weke mînak li parêzgeha Silêmanî ji rêjeya sedî 50 tevlîbûn hebû. Li Behdînan ji sedî 90 bû. Gelo sedemê vê cudahiya tevlîbûna welatiyan çi ye?

 

Li gor nêrîna me sedema sereke tevgera azad, Tevgera Goran û Tevgera Nexêr ji bo Niha bûn. Ji ber ev aliyek bûn ne li gel referandûmê bûn. Tevlî biryara referandûmê nebûn. Bandora van li parêzgeha Silêmanî zêdetir e. Ji bo wê jî bandorek wan li ser xelkê hebû ku neçin deng nedin. Hinek jî dibêjin li herêmên PDK’ê gel bi zorê birine ji bo dengdanê.

 

Encama referandûmê eşkere bû û dengê serbixwebûnê ji sedan 92 erê anî. Gelo wê xebat li ser vê encamê bê kirin û serbixweyî bê ragihandin?

 

Di 2005’ê de li Başûr referandûmek hate kirin. Wê demê jî xelkê ji sedê 98’an dengê belê dan. Belê kar li ser nehate kirin. Divê gel rêveberên Başûr bixe bin berpirsiyartiyan. Ger ku bi şêweyek baldar nêzî encama referandûmê çênebe û israrkirina li ser hinek mijaran dewam bikin, îhtimal heye ku ew destkeftiyên niha li Başûr bi dest ketine jî bên windakirin. Divê aliyên siyasî bi şêweyek baldar danûstandin li ser vê mijarê bikin. Hikûmeta Iraqê jî girîng e ku bi şêweyek zelaltir danûstandin li ser vê mijarê bike û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike.

 

‘Hinek alî naxwazin Kurd li Rojhilata Navîn bibin pêşengên demokratîk’

 

Beriya pêkhatina referandûmê zextek mezin li ser PDK’ê hate kirin ku referandûmê taloq bike. Bi taybetî Amerîka û Tirkiye. Belê Barzanî got, ‘Hesab ji bo ti aliyekî nakin û em ê referandûmê bikin’. Ev jî di demek ku Tirkiye dostê herî nêzî PDK’ê ye. Gelo PDK çawa dikare reda van welatan bike. Gelo lihevkirinek veşartî dibe ku di navbera wan de hebe? Ger hebe çi berjewendiyê Tirkiyeyê di vê referandûmê de heye?

 

Ti agahiya me li ser lihevkirineke di navbera Tirkiye û PDK’ê de nîne. Belê gotinên wiha hene ku hinek hêz li pişt pêkhatina referandûmê ne. Ew ji bo li Rojhilata Navîn aramî û seqamgerî çênebe. Ev hêz û alî naxwazin Kurd li Rojhilata Navîn bibin pêşengên demokratîk. Naxwazin piştî şerê DAIŞ’ê şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî nuqteya lewaz li Başûr dîtin. Ji bo vê destek dane PDK û Mesûd Barzanî ji bo pêkhatina karek wiha. Pêkhatina referandûmê jî ne di cihê xwe de bû. Ev hîn zêdetir mirov ber bi binketinê ve dibe. Divê em rastiyan biparêzin. Dewleta Tirk ne dewletek wisa ye ku dostê stratejîk ê Kurdan be. Heya li mijara pirsa takekesî de jî Tirkiye dostê berjewendiyê xwe ye. Tirkiye van gavan ji bo hîn zêdetir PDK’ê bi xwe ve bide girêdan dike. Îhtimal heye ku Tirkiye dest ji PDK’ê berde û li gel Iraqê li hev bikin.

 

‘Pirsgirêka Kurd tenê li parçeyek Kurdistanê çareser nabe’

 

Gelo Başûrê Kurdistanê çawa dikare bersiva van êrîşên ji aliyê Iraq, herêm û cîhanê ve li ser tên kirin, bide?

 

Tişta yekem pêwîst e aliyên siyasî li ser fikrek demokratîk li hev bikin. Yanî aliyek xwe li ser aliyek din ferz neke. Divê hemû alî bigihêjin wê baweriyê ku pirsgirêka Kurd tenê li parçeyekî Kurdistanê nayê çareserkirin. Gelê Kurd, Ereb, Tirk û Fars bi hezaran sal in bi hev re dijîn. Dîroka bi hev re jiyana wan pir e. Divê peyamek ji gelên din re bê dayîn ku em naxwazin qet mafê gelekî din bixwin. Ger siyasetek wiha neyê kirin, wê metirsî li ser Başûr çêbibe.

 

Piştî referandûmê Tirkiye û Îran ragihand ku wê sînoran li ser Başûrê Kurdistanê bigirin. Tenê Rojavayê Kurdistanê got ku rêya sînorê wan ji bo Başûr vekiriye. Her wiha her çend ku PKK ne li gel pêkhatina referandûmê ye jî, piştî referandûmê piştgiriya xwe ji bo Başûr ragihand û got ku ew li dijî her êrîşekê amade ne bersiv bidin. Gelo ev ne derfeteke ji bo çêkirina yekîtiya neteweyî?

 

PKK tevgereke Kurdistanî ye. Tenê ji bo beşek Kurdistan kar nake. KCK sîstemeke ji bo hemû Kurdistanê xebat dike. Mînaka vê ya berçav ew hêzên HPG’ê yên di 2014’ê de Şengal, Kerkûk û Mexmûr in. Ev hestek berpirsiyartî ye. Kesê negotin werin. Rexneya me li ser siyaseta rêveberiya Başûr heye. Belê ger gelê me li Başûr bikeve bin xeteriyekê, PKK wê temaşe neke. Gerîla temaşe nake. Em hemû demê li rex gelê xwe ne.

 

Di nava salekê de li Başûrê Kurdistanê du serkirdeyên mezin ên Kurd Mam Celal û Newşîrwan Mistefa wefat kirin. Gelo wê ti bandorekê li siyaseta giştî ya Başûr çêbibe? Gelo wê paşeroja Goran û YNK’ê ber bi ku derê ve biçe?

 

Carek din bi boneya wefata Kak Newşîrwan û Mam Celal li ser navê xwe û hevalên xwe yên di konseya KCK’ê de ji bo malbata Mam Celal û Kak Newşîrwan sersaxî dixwazim. Mam Celal bi taybetî di dîroka Başûrê Kurdistanê de rola wî berbiçav bû. Hemû hêza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd û gelên Iraqê bi kar anî. Hewldanên mezin ên Mam Celal ji bo yekîtiya neteweyî hebûn. Rola wî di demokratîzekirina Iraq û her çar parçeyên Kurdistanê de gelek bû. Dema nexweş ket, nebûna Mam Celal li Iraqê û Kurdistanê diyar bû. Beriya nexweş bikeve dixwest kampanyayek mezin ji bo azadiya Rêber Apo pêk bîne. Name ji bo rêvebertiya me şand. Rêveberiya me jî piştgiriya vê hewldanê kir. Divê li gel hevrêyên Mam Celal û Newşîrwan bi hev re beşek ji valatiya wan dagirin. Divê em heya pêkhatina daxwazên wan têkoşînê dewam bikin.

 

‘Ger serkirdeyek partiyek din di girtîgehê da ba, em ê qet ranewestiyabana’

 

Newşîrwan Mistefa û Mam Celal wefat kirin. Abdullah Ocalan jî di girtîgehê de ye. Niha ew erkê ku li ser gelê Kurd û bi taybetî Başûrê Kurdistanê çi ye ku hêviyek wan a mezin ji bo Ocalan heye? Çawa dikarin ji bo azadiya Ocalan kar bikin?

 

Tişta niha ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tê xwestin, divê hemû xwedî lê derkevin. Serok Apo ne tenê Rêberê PKK’ê ye. Li gelemperiya cîhanê xelk ji bo azadiya Rêber Apo dixebitin. Ger serkirdeyek partiyek din di girtîgehê da ba, em qet ne dirawestan. Me wê weke erkek xwe dîtiba ji bo azadiya wî kar bikin. Tişta ji aliyên siyasî tê xwestin ew e ku bi çavek teng ê hizbî û îdeolojîk li mijarê temaşe nekin. Rêber Apo weke girtiyek siyasî 19 sal in di girtîgehê de ye. Li ser pirsgirêka mafê gelan hatiye girtin. Ev jî erk dixe ser aliyên siyasî û rêxistinên medenî zextên li ser dewleta Tirk zêdetir bikin ji bo azadiya Rêber Apo. Ji bo bikare hîn zêdetir di çareseriya pirsgirêkên Kurd û herêmê de rol bilîze.”

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin