Smiley face
sorani
Smiley face

Rêvebera YNK’ê: Ocalan rêberekî neteweyî ye

2017-10-11 11:59:32
Endama Polîtbûroya YNK’ê Nermîn Osman ku li Şamê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re naskirina wê çêbûye, ji bo Ocalan got, rêberekî neteweyî ye û wiha pêde çû: “Girtina Birêz Ocalan karesateke neteweyî bû ku xwestin bi vê ya ne tenê derbe li PKK’ê bidin li tevahî Kurdan bidin.” Osman her wisa diyar kir ku divê Kurd di vê qonaxa herî krîtîk de hizbayetî derbas bikin û li hember dijminên Kurdan hev bigirin.”


 

 

MARÎ BEKIR / SILÊMANÎ

 

 

Endama Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Nermîn Osman pirsên ajansa me ya der barê Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêwîstiya yekîtiya neteweyî û pêvajoya piştî wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de bersivand. Osman Ocalan weke Rêberekî neteweyî bi nav kir û got: “Girtina Birêz Ocalan karesateke neteweyî bû.”

 

Em bawer in ku dema hûn li Sûriyeyê bûn we Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtibû. Naskirina we ya bi Birêz Ocalan re çawa pêk hat?

 

Naskirina min bi Birêz Ocalan ku wê demê me jêre digot, Birêz Apo li rastê salên 1980’an tê. Wê demê hevjînê min berpirsê pêwendiyên derve yê YNK’ê li Sûriyeyê bû. Ji lewma me hemû ew partiyên Kurd ên muxalif ên Bakurê Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Ji ber pêwendiyên me bi dewleta Sûriyeyê re hebûn me weke YNK wê demê hevkarî li gel van rêxistinên mûxalîf dikir û alîkariya wan dikir heya bi cih dibûn. Wê demê ji ber min kurmancî ne dizanî û Birêz Ocalan jî Soranî ne dizanî me nedikarî zêde li gel hev biaxivin û nîqaşên siyasî bikin. Paşê naskirina me zêdetir ji hev re çêbû û danûstandinên me zêdetir bû. Têkiliyeke me ya baş bihevre hebû. Weke hûn jî dizanin wê demê ji ber zext û girtinên dewleta Tirk ya li hember rêxistinên Kurd yên mûxalîf gelek berpirsên van rêxistinan ji bo xebatên xwe mezintir bikin û baştir bikarin bi rê ve bibin derketin derveyî Tirkiyeyê.

 

Hûn ev komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat çawa dinirxînin, bandoreke çawa li Kurdan kir?

 

Dema Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derket em li Sûriyeyê nebûn. Paşê li ser ragihandinê re me bihîst. Girtina Birêz Ocalan karesateke neteweyî bû. Mirov nikare bêje tenê bandorê li aliyekî siyasî kiriye. Biqasî dizanim wê demê bernameya PKK’ê ya ji bo Kurdistanê ‘Serbixweyî’ bû. Hîn wê demê de jî gelek nîqaşên me li ser vêya çêdibû ku gelo dibe ku Kurdistan giştî bihevre serbixwe be yan her parçeyek pêwendiya xwe li gel hev hebe. Girtina Birêz Ocalan tenê darbeyek li Tevgera Rizgarîxwazî ya Kurd li Tirkiyeyê nebû, li giştî Kurdan hatiye dayîn. Dijminên me li hember her daxwazeke Kurdan dibin yek. Di mînaka referandûmê de jî hate dîtin ku Îran, Tirkiye û Iraq bûn yek. Dijminên me li hember hemû tevgerên ku li Kurdistanê derkevin xwedî yek helwestin. Berê rejîma Baas û rejîma Îranê zehf dijî hevbûn lê, îro evên ku evqase li dijî hev çawa dibe ku wisa kom dibin û li dijî netewa me li ser heman masê dirûnin.

 

‘Ocalan rêberekî neteweyî ye’

 

Birastî jî girtina birêz Ocalan derbeyeke zehf mezin bû ji bo Tevgera rizgarîxwaziya Kurd. Mixabin kete zîndanê. Di nava zîndanê de jî karî li dijî hêzên dagirker raweste. Birêz Ocalan ji bo me weke Mam Celal jî digot, rêberê Neteweyî ye. Mam Celal rêz dida Birêz Ocalan.

 

Bi dîtina we çima tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dikin û pêwendiyên wî yên li gel derve qut dikin?

 

Tecrîda li ser Ocalan û qut kirina pêwendiyên wî li gel derve dijî mafê mirov e. Ancax kariye PKK’ê li ser hîmeke baş deyne û heykeleke wê ya baş çêbike, ji lewma ez bawer nakim wek dewlet plan dike, bandoreke zehf neyînî li ser kar û xebatên PKK’ê bike. Tevî vê tecrîdê jî ez bawer dikim ku wê PKK bikare xebat û têkoşîna xwe mezintir bike. Wek dewleta Tirk hedef dike bandoreke zehf negatîv li ser PKK’ê nabe. Berovajiyê wê çiqas zextên xwe li ser Ocalan zêdetir dikin PKK jî bihêztir û radîkaltir dibe. Desthilata Tirkiyeyê bi şidandin û zêdekirina zextên li ser Birêz Ocalan re şaşitiyeke mezin dike. Ji ber ewçiqas zext bixin li ser birêz Ocalan herhal wê gel jî li hember van zextan hema wer bêdeng nesekinin û wê nerazîbûnek li hember vêya bidin nîşandan. Ew bi zextkirina li ser Birêz Ocalan re armanc dikin ku PKK’ê biçûk bikin bes berovajiyê wê wek ew hêvî dikin nabe. Çiqas zext zêde dikin nerazîbûnên Kurdan jî ewçende mezintir dibe.

 

Hûn ku Ocalan weke Rêberekî neteweyî bi nav dikin, ji bo ev rêberê Neteweyî ji zîndanê derbikeve we çiqas hewl daye?

 

Ji ber ez li Bexdayê nêzî Mam Celal dimam, biqasî ku dizanim yek ji daxwazên Mam Celal bû ku Birêz Ocalan were berdan. Vê daxwaza xwe jî bi awayeke fermî ji Neteweyên Yekbûyî re, ji sefîran re û ji gelek partiyên mezin yên Tirkiyeyê re ragihandiye. Eger ji bo niha bêjim em dikarin çi bikin, niha têkiliyên me bixwe zêde li gel Tirkiyeyê wer kur nîne ku em bikarin tiştek ji bo wî bikin. Lê, heya niha bi dehan caran name ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye şandin, her wisa me ji bo vêya weke hêzeke piştevaniyê bihezaran wajo ji bo berdana Birêz Ocalan kom kiriye û şandiye ji NY re. Kak Mele Bextiyar jî dema çûbû Tirkiyeyê daxwaza azadiya Ocalan kiribû. Lê, niha pêwendiyên me yên li gel Tirkiyeyê zehf lewaz e.

 

Wefata Mam Celal û Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa ku di nava salekî de çêbû, wê bandoreke çawa li partiyên wan û Başûrê Kurdistanê bike?

 

Helbet dema Rêberê Tevgerek diçe, destpêkê bandoreke xwe ya neyînî li ser wê Tevgerê dike. Lê, bandoreke xwe ya erênî jî heye. Me dît ku partî û tevgerên ji çar parçeyên Kurdistanê di merasîma Birêz Mam Celal de amadebûn. Ev biserê xwe van rêxistinan nêzî hev dike. Raste di aliyekî de neyîniye û valatiyekî mezin li pişt xwede dihêle lê, aliyekî xwe yê erênî jî heye ku dibînî Kurd hemû weke hev xwedî lê derdikevin, hemû hevxemin, ger hevxem be hem fikire û xwedî heman dîtinêye jî. Divê em vêya veguherînin desketfiyekî, bibe sedem ku aliyên siyasî yên Kurdistanê nêzî hev bibin û nakokiyên wan yên bi hevre çareser bikin. Dibe ku berê niha hindek nerehetî navbera me û hinek aliyan de hebe lê, bi wefata Mam Celal re diyare ku ev ji holê radibe. Ev wefat dikare bibe hêvênê ku partiyên siyasî yên Kurd bên gel hev. Mam Celal bixwe dîrokek bû. Dimenê ku di merasîma wî de jî derket pêş, ji cîhanê re got, Kurd ev e.

 

‘Her kî girîngî bi yekîtiyê nede wê li beramber dîrokê rûreş bibe’

 

Divê aliyên siyasî yên Kurd bizanin ku ev dem dema herî krîtîk e. Niha ji her aliyekî ve zext li me têkirin, bazar li ser me qut dikin, qada ezmanî li ser me digirin Kurd di vê merasîmê de vê peyamê dan ku hûn li hember Başûr bikevin nava çi helwestekî, wê Kurd hemû li dijî wêya bisekinin. Amadebûna hemû partiyên Kurd di merasîmê de peyameke aqilane dan hemû dijminên netewa Kurd. Her kî girîngî bi vêya nede û nêzî vêya nebe wê li beramber dîrokê rûreş bibe.

 

‘Divê aliyên siyasî êdî dest ji partîgeriyeke teng berdin’

 

Divê partiyên Kurd êdî dest ji partîgeriyekî teng berdin. Mam Celal ev sînorên hizbayetiyê, herêmî û parçegeriyê derbas kiribû ji lewma hemû partî ketin xema wî. Ji lewma divê em jî van sînoran derbas bikin. Divê sînorên me bibe sînorên neteweyî. Em niha di qonaxeke wer de ne ku pêwîstiya me bi hev heye. Divê em dest ji ew axaftinên hişk û dibêjin ev wisa got, ew wisa gotiye berdin. Divê peyama me ya ji hevre aşitiyane be û lêborîn ji hev bixwazin. Li dewsa ku em lêborînê ji dijminên xwe bixwazin divê em wê dilnizmiyê nîşan bidin û lêborînê ji hev bixwazin. Helbet ev tenê bi YNK’ê nabe. Divê hemû partiyên siyasî yên Kurd bi hevre di nava aşitiyê de bin, lêborînê jihev bixwazin û bihevre bijîn. Ev ji bo hemû pêkhateyên Kurdistanê jî derbasdar e.

 

We îşaret yekîtiya neteweyî ya Kurd kir. Weke hûn jî dizanin niha xebatên pêkanîna Kongreya neteweyî li giştî Kurdistanê bi rêve diçe. Weke rêvebereke YNK’ê hûn van xebatên kongreyê çawa dibînin?

 

Divê beriya Kongreya Neteweyî were lidarxistin amadekariyeke baş jêre were kirin da ku di têde alozî û nakokî çênebe. Mînak di Kongreya neteweyî ya jinan ku li Hewlêrê hate, lidarxistin de nakokî di navbera hizban de çêbû. Ji lewma di nava hemû partiyên siyasî yên Kurd de divê amadekarî werin kirin û zemîneke baş çêkirin. Eger pêşdetir zemîn jêre neyê amadekirin bi xwe re xeterî jî tîne û metirsiya vala derketina wê jî heye.

 

Weke YNK hûn ê heta çi astek beşdarî ev xebatên amadekariya kongreyê bibin û di amadekirina zemînê lidarxistina kongreyê de rol bilîzin?

 

Divê xebata me ya destpêkê ew be ku hemû aliyên siyasî nêzî hev bibin. Ev tenê bi YNK’ê nabe, bi hevkariya hemû partiyan pêkane. Ji ber bi destekî çepik lê nayê dayîn. Divê ti hizb xwe li ser kesê re nebîne, ji ber partiyeke biçûk jî dikare di vê xebatê de rol bilîze. Di vir de nabe ku YNK bêje pêşeng ezim, PDK nebêje na ezim û her wisa PKK jî bi heman şêweyî nebêje yê sereke ezim. Divê herkes bi çiqekî darê bigire û darê bihevre rakin ser piyan.

 

Weke hûn jî ji nêz ve dişopînin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide azadiya jinê. Weke jineke siyasetmedar hûn ev asta Ocalan di jina Kurd de derxistiye holê çawa dest digirî?

 

PKK û yên hev şêweyê PKK’ê nêrîneke wan ya baş di derbarê jinê de heye. Em nikarin vêya înkar bikin. Ev bû sedem ku jin li Rojavayê Kurdistanê roleke zehf baş bilîze û jinên Kurd ji aliyê cîhanê ve were naskirin. Ez sala 1979’an de tevlî pêşmergeyan bûm. Wê demê gelek ecêp bû ku jinek bibe pêşmerge. Paşê li nava Komeleya Rencdaranên Kurdistanê û Komeleya Rencdaranê Îran de jî jin cih girtin. Êdî hêzên pêşmergeyên jinan çêbûn. Ji ber wê demê zêde derfet nebû û teknolojî jî nebû, pêşmergeyên jin zêde nedihatin nasîn û zanîn. Eger rojek rojnamevanek bi tesadûfî hatiba serdanê dizanî ku jinên pêşmerge jî hene. Birastî jî PKK û rêxistinên hev şêweyên wê nimûneyeke zehf baş ya jinê derxistine holê. Ev wisa kiriye ku jin beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Gerîlayên jin bûn îspat kirin ku jin dikarin her karî û her tiştî bikin. Di dema şerê Kobanê de ez ji bo beşdarî konferansekî bibim çûbûm Washingtonê min dît ku her kes bi elaqeyeke mezin li kanalekî televîzyonê temaşe dikin ku behsa ew jinên şervan dikin, ka li hember rêxistineke ewçende tund ya terorîst ya cîhanî şer dikin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin