Smiley face
sorani
Smiley face

Gerîlayên HPG û YJA Star serdana Hêro Îbrahîm kirin

2017-10-08 20:06:29
Şandek a gerîlayên HPG û YJA Star piştî serdana gora Mam Celal kirin, li gel Hêro Îbrahîm Ehmed rûniştin.


 

 

BERHEM LETÎF-ŞOREŞ BENEK/ SILÊMANÎ


Îro saet 18:00’ê şandek a gerîlayên HPG û YJA Star serdana gora Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ya li bajarê Silêmaniyê kirin. Gerîlayên HPG û YJA Star her wiha li gel Hêro Îbrahîm Ehmed jî rûniştin.

 

Di serdanê de berpirsê hêzên gerîlan ên eniya Kerkûk û Mexmûr Bawer Serhed ku axivî, diyar kir ku ew xema malbata Talebanî parve dikin û wiha got; “Xebata Mam Celal ji bo hemû gelê Kurd bû. Wefata wî ji bo me hemûyan windahiye.”

 

Her wiha Bawer Serhed peyama Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Murat Karayilan a sersaxiyê gihende malbata Mam Celal.

 

Hêro Îbrahîm Ehmed jî spasiya şanda gerîla ji bo serdana wan û parvekirina xema wan, kir.

 

Piştî serdana ji bo mala Mam Celal şanda gerîlayên HPG/YJA Star çûn ser gora Mam Celal a li Girê Debaşan a bajarê Silêmaniyê.

 

 

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin