Smiley face
sorani
Smiley face

‘Di vê pêvajoyê de kî bikeve nava têkiliyên teslîmiyetê wê gelê Kurd efû neke’

2017-10-07 09:47:52
Yildirim: Me her tim gotiye, divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike, siyaset û dîplomasiyeke hevpar û heta parastineke neteweyî pêşxistin, pêwîst e. Heya ku bingehek jêre neyê dayîn wê her timî gelê Kurd ji êrîşan re vekirîbe.


 

 

 

BÊRÎTAN ZAGROS / SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Parlamenterê HDP’ê Nadîr Yildirim got: “Banga me HDP ew e ku em partî û rêxistinên Kurd demildest werin gel hev û Kongreya Neteweyî li dar bixin. Çawa Îran, Iraq û Tirkiye ji bo pêşî li azadiya gelê Kurd û herêmê bigirin tên gel hevdu, peymanên hevpar pêk tînin û tedbîqatên hevpar li dar dixin, divê Kurd jî bên cem hev û yekîtiya xwe ava bikin. Eger di vê pêvajoyê de hinek derkevin bikevin nava têkiliyên teslîmiyetê, nokeriyê wê gelê Kurd wan efû nekin.”

 

Der barê pêşketin û geşedanên li Kurdistan û Tirkiye her wiha referandûma li herêma Kurdistan, bertekên piştî referandûmê, zext û êrîşên li ser gelê Kurd û hwd. gelek mijarên di rojevê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim bersiv da pirsên hevala me ya rojnamevan Bêrîtan Zagros.

 

Wer diyar bû ku têkiliyeke stratejîk di navbera PDK û AKP’ê de hebû. Lê, bi pêkhatina referandûma herêma Kurdistanê re ev têkiliya stratejîk xuya dikir, di carekê de xira bû û veguherî aloziyekê. Bi dîtina we ev alozî demkî ye yan dibe ku berdewam bike?

 

Ne tenê Kurdistan giştî herêm jî di pêvajoyeke zehf dînamîk re derbas dibe û gelek îhtîmalan di nava xwe de dihewîne. Helbet di vê pêvajoya hesas û dînamîk Kurdistan û gelê Kurd di navendê de ye. Di vê demê de têkilî û statûya berê berdewam kirin ji bo her hêzek û heta her gelek jî zehmet e. Di vê çarçoveyê de têkiliya di navbera AKP’ê û PDK’ê kete nava aloziyekê. Ez bawer nakim ku têkiliya di navbera wan de têkiliyeke stratejîk bû. Tenê armanceke têkiliya wan hebû ew jî li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li hember PKK’ê têkiliyek hatibû avakirin. Di cewherê xwe de têkiliyeke taktîkî û li ser bejewendiyên biçûk hatibû avakirin. Dibe ku ji bo wan berjewendiyeke mezin be lê, ji bo pêvajoyeke wer dînamîk berjewendiyeke biçûk bû.

 

‘Wê gel destûrê nede têkiliyên şaş û xiyaneteke navxweyî’

 

Têkiliya di navbera Tirkiye, Îran û Iraq de jî li ser esasê dijayetiya Kurd û Kurdistanê ye. Pêvajo gelek tiştên nû derxiste holê û têkiliyên berê hilweşand. Ancax ev dewletên herêmê dixwazin ew tifaqên xwe dispêrin sedsalê berê bidin berdewam kirin. Bi dîtina min meşandina têkiliyên berê yên kevneperest wê zehmet bibe. Ev jî girêdayî têkoşîna bê meşandin û siyaseta bê rêkûpêk kirine. Helbet di vê pêvajoyê de îhtîmaleke metirsîdar jî ji bo Kurdan heye. Ev îhtîmal çi ye? Kengî herêma Başûr û bi taybet jî PDK kete tengaviyê li hember PKK’ê li hember berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd pir rehet ketin nava têkiliyên taktîkî û berjewendîperest. Dîsa îhtîmalek heye ku eger zextên li ser zêde bibe li hember Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi şêweyeke teslîmî dewleta Tirk bibin û bi dewletê re hindek projeyên tasfiyekirinê bixin meriyetê.

 

Ancax sekna gelê Kurd bawerî dide mirov û me dilniya dike ku di vê demê de xiyaneteke navxweyî yan jî têkiliyeke berevajiyê berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd be ewê qebûl nekin. Gelê Kurd bi taybet di vê dema dawiyê de rastiya hemû herêmê bi awayekî vekirî dît. Kî ji bo gelê Kurd çi difikire, bi awayekî stratejîk dijminahiyeke çawa li hember gelê Kurd heye bi taybet di şexsê Erdogan-AKP’ê de Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî yên Başûr vêya pir baş dîtin. Ji lewma bawer nakim ku gel destûrê bidin hindek têkiliyên şaş û xiyaneteke navxweyî.

 

‘Dîroka Tirkiyeyê li ser tinehesibandina gelê Kurd e’

 

Bi referandûma Başûr re dijbertiya AKP’ê ya Kurd eşkeretir bû. Bi dîtina we ev ê bibe sedem ku hinek Kurdên nêzî AKP’ê vê rastiyê baştir bibînin û jê veqetin?

 

Niha em bi salan e weke HDP dibêjin ku dîroka Tirkiyeyê li ser tinekirin û tinehesibandina gelê Kurd hatiye avakirin. Felsefeya dewleta Tirk înkarkirin û îmhakirina dewleta Tirk ji xwe re hedef girtiye. Ji lewma dijbertî û dijminahiya gelê Kurd ji bo wan tişta herî esas e. Siyaseteke wer dem kurt û konjektûrel nîne. Ev bi hikûmeta Erdogan-AKP’ê re ev dijminahî hîn dijwartir û berfirehtir bû. Rast e berê jî komkujî û êrîş li ser gelê Kurd çêbibûn. Asîmîlasyon ji bo tinekirina Kurdan esas girtibûn. Lê, AKP vê xalê derbas kir. Bi taybet desthilatiya AKP-MHP vê rastiyê derbas kir. Dîtin ku tenê bi asîmîlasyon yan jî bi tinekirina fizîkî jî encam nagirin. Hemû hebûn û dîroka gelê Kurd bi rêbazên biçûk xistin, lewazkirin û îmhakirinê ve jixwere hedefgirt. Em dibêjin dijayetiya wan ya Kurd stratejîk e. Guhertin di vî alî de ne pêkane ancax şikandinek di siyaseta dewleta Tirk de çêbibe, da ku guhertinek pêk were.

 

Lê hin Kurd ji bo hinek berjewendiyên şexsî, malbatî, aborî ser van rastiyan girtin û nehiştin gelê Kurd ev rastî bi awayekî eşkere bibînin. Wisa diyar bû ku AKP dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd e, di nava Kurdan de yên baş hene û yên xirab hene. Feraseteke wisa serwer kirin, em bi Kurdê baş re bira ne bi Kurdê xirab re dijminin. Lê bi taybet ev referandûma vê dawiyê li Başûr hate kirin ev rastî ji holê rakir. Her wisa ev siyasetê, eê propaganda ji holê rakir. Hate dîtin ku ev dijbertiya AKP’ê ne li hember hindek şexsan, partî yanjî hinek parçaye. Dijminahî li ku derê be bila bibe, li hember hemû Kurdan e. Ji ber li Rojava Kurd, hewl dide mafê xwe û statûya xwe bidest bixe û bigihîne formekî. Dijminahiya herî mezin Tirk dikin. Li Başûr Kurd dixwazin di statûya xwe de hinek guhertinan çêbikşn rastbûn yan jî nerastbûna vê li aliyekî lê, dîsa jî yê dijbertiya herî mezin li hember vê kir dîsa Tirk bûn. Li Rojhilat jî rewşeke wisa derkeve holê wê dîsa Tirk li dijî vê derkeve. Li Bakur jî jixwe nêzîkatiya dewleta Tirk li ber çavan e. Bi taybet dema em van çar pênc salên dawî dinirxînin em digihêjin hinek encaman.

 

‘Tenê Kurdên cehş d nav AKP’ê de hene’

 

Gotina Kurdên di nava AKP’ê de bangeşeyeke derew e. Kurdên bi rastî jî Kurd in û girêdayî nirx, dîrok, girêdayî zimanê xwe, girêdayî heysiyet û şerefa xwe di nava AKP’ê de nînin. Her ji berê ve li Bakurê Kurdistanê qismek dewletparêz heye li Bakur ji van re dibêjin, cehş yan jî noker. Ev ne partî ne ev nokerên dewleta Tirk in. Kîjan partî îktîdar be ev li gel wê ne. Gelek Kurdên ku demek sempatiya xwe ji AKP’ê re çêbûbû sedî 90’î wan qut bûne. Ji yên mane re jî mirov nikare bêje, Kurdên nava AKP’ê. Kurdên ji Kurdbûyînê derketine di nava AKP’ê de hene. Pêwendiya xwe bi Kurdbûnê re nemaye, eger em vana weke Kurd bi nav bikin, bi dîtina min wê tespîteke şaş be.

 

‘AKP û PDK weke yek partî dixebitin’

 

Îdîayek heye ku dibêjin, gelek teşkîlatên PDK’ê di nava AKP’ê de hene, eger AKP dijayetiyeke zêde bike, wê ev teşkîlatên PDK’ê jê qut bibin. Bi dîtina we ev çende teşkîlatên PDK’ê li Tirkiyeyê di nava AKP’ê de hene?

 

Em baş dizanin ku ev demeke dirêje têkiliyeke baş di navbera AKP’ê û PDK’ê de heye. Berê jî carekî min ji ajansa were axivîbû û wê demê jî gotibû, AKP û PDK weke yek partî dixebitin. Rast e demek wisa bû. PDK li Başûr siyaseteke eynî mîna ya AKP’ê dimeşîne. Di dema hilbijartinên Tirkiyeyê de yê herî bi dil û can alîkariya AKP’ê kir PDK bû. 7’ê Hezîranê tê bîra me Mesûd Barzanî daxuyanî da û got, partiya herî baş ji bo Kurdan AKP’e ye. Her wisa ji Kurdên Bakur jî xwest ku dengê xwe bidin AKP’ê.

 

Gotina gelek teşkîlatên PDK di nava AKP’ê de heye rast nîne, derew e. Têkiliya wan bi hev re hene lê, ne di wê astê de ku PDK xwe bikişîne wê AKP bikeve.

 

Siyaseta AKP jî PDK jî bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd li Bakur têk çû. Binêrin AKP li Kurdistanê ne partî ye. AKP li Kurdistanê partiya tabelayê û dewletê ye. Serokên bajaran ên AKP’ê li Bakur nîne. Li wir serokê bajêr walî ye, serokê navçeyê qeymeqam e, polîse, esker e. Bûye partiyek milîtarîst. Yanî li ser bingeha polîs, esker, qeymeqam, walî û burokrasiya dewletê hatiye avakirin. Ji sedî 90’ê van AKP’ye. Eger ev PDK’yî bin nizanim. Ancax bawer nakim wisa bin.

 

‘Maskeya AKP’ê li Kurdistanê ket’

 

 

Kurdekî xwedî heysiyet di vê demê de ji AKP’ê nefret dikin. Ji ber maskeya AKP’ê li Kurdistanê ket. Kurd siyaseta AKP’ê ya li hember Rojava dît. Digotin AKP dijberiya PKK, Rojava û PYD dike. Dijminahiya tevahî Kurdan nake. Ji bo xwe mafdar jî bidin nîşandan digotin va dijminahiya Başûr nake û têkiliya AKP’ê ya bi Barzanî û PDK’ê re weke mînak didan nîşan. Lê, niha dijminahiya Başûr jî dike. Tankên xwe aniye ser sînorê Başûr bi cih kiriye. Dibêje, em ê bi Iraq û Îranê re operasyon bikin. Niha Kurdan, ev rastî jî dîtin. Ji lewma Kurdekî xwedî heysiyet û girêdayî nirxên xwe yên neteweyî be wê dest ji AKP’ê berdin. Di vî alî de rast e. Bes ev guhertin pêwendiya xwe bi PDK’ê re nîne. Lê, ev rast e ji roja ku AKP ava bûye heya niha PDK sedî sed alîkariya AKP’ê kiriye û xizmetê jêre kiriye. PDK di hemû hilbijartinên Tirkiyeyê de muheqeq daxuyaniyek daye û ji Kurdên Bakur xwestiye ku piştgiriya AKP’ê bikin, xwedî lê derkevin û gotiye partiya herî baş ji bo Kurdan AKP’e ye. AKP’yî jî digotin partiya herî baş ji bo Kurdan PDK’ye. Digotin bi PDK’ê re tevbigerin, siyaset û nêzîkatiyên wî bipejirînin.

 

Niha denge û dînamîzma pêvajoyê vê têkiliyê parçe kir. Ne mumkin e ku ev têkilî bimeşe. Îhtîmal e ku PDK sibe du sibe bixwaze dubare li AKP’ê vegere. Her wisa dibe ku dîsa derkeve bêje partiya herî baş ji bo Kurdan AKP’ye jî. Lê, eger PDK tiştek wisa bike, wê gelê Bakur tif bikin rûyê wan. Ji lewma ti bingeheke vêya nemaye. Eger hinek partî ji vê pêvajoya ku ketine navê de vegerin ew ê şemaqeke dijwar ji gel bixwin. Hûn ê hem gel rû be rûyê êrişan bihêlin, heysiyet, şeref, dîrok û çand û hemû nirxên gelê Kurd bixin bin êrîşên dijmin, paşê wek ku ti tiştek nebûye eger têkiliyek were danîn, wê gelê Kurd vê yekê qebûl neke.

 

Em çend rojan li Başûr man çûm Dihok, Hewlêr û herî dawî jî hatim Silêmaniyê min gelek siyasetmedar û kesayetên Başûrê Kurdistanê jî dîtin û çavdêriyeke me jî çêbû. Tiştên ku min niha anîn ziman dikarim bêjim para van çavdêriyan jî heye ji ber ew jî bi heman awayî difikirin. Ne tenê çavdêriyên Bakur çavdêriyên me yên li Başûr jî vêya didin nîşandan.

 

'Heta yekîtiya neteweyî ava nebe pirsgirêkên navxweyî çareser nabin'

 

Em dizanin hem raya giştî ya Kurd, hem beşek ji rêxistinên Başûr hem jî hêzên navneteweyî yên weke NY û gelek welatên herêm û yên cîhanî jî li dijî referandûmê derketin. Ancax tevî van dijayetiyan tev jî Mesûd Barzanî referandûm li dar xist. Bi dîtina we Barzanî pişta xwe bi çi germ kir û çû biryareke wisa?

 

Me weke HDP di vê der barê de sê daxuyaniyên nivîskî bi çapemeniyê re parve kir. Me berê her tişt got, mafê gelê Kurd e ku çarenûsa xwe diyar bike. Şêweyê diyarkirina çarenûsa xwe jî girêdayî daxwaza gelê Kurd be ne girêdayî hêzên derve be. Lê, me di heman daxuyaniyan de jî got ku divê gelê Kurd rewşa xwe baş tehlîl bike, pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike paşê dema pêwîst kir gav biavêje. Eger tu pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekî û yekîtiya xwe ya neteweyî ava nekî tuyê nekarî pirsgirêkan çareser bikî û xwe bi dost û dijminan jî bidî qebûl kirin.

 

Me her wiha di daxuyaniyên xwe yên wê de mê de got, divê parlamentoya herêma Kurdistanê ku ev 3 sal e deriyê wê hatiye girtin were vekirin. Serokê parlamentoyê nedikarî biçe parlamentoyê, partiyên Başûr hîn nedihatin gel hev biryareke wisa digirin. Me bi awayekî dostane van nêrînên xwe parve kir. Her wisa digotin, Iraqê qanûna bingehîn binpê kiriye ji lewma ew reflekseke wisa raber dikin. Ancax ew qanûna xwe ya bingehîn a herêmê bi xwe ji binî ve rakirine. Ev rêbazeke ne demokratîk e û ne di xizmeta gelê Kurd de ye. Ev ne tenê gelê me yê Başûr tevahî gelê Kurd bi êrîşan re rûbirû dihêle û lewaz dixe. Me her timî rexne û pêşniyarên xwe yên di vî alî de anî ziman.

 

Me her timî gotiye, divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike, siyaset û dîplomasiyeke hevpar û heta parastineke neteweyî pêşxistin, pêwîste. Heya ku bingehek jêre neyê dayîn wê her timî gelê Kurd ji êrîşan re vekirîbe. Eger ev biryar di parlamentoyê de hatiba girtin, eger ku bi beşdarbûna nûnerên hemû partî û rêxistinên Kurd di kongreya neteweyî de hinek biryar hatibana girtin kîjan hêz dikarî li hember vê yekê bisekiniya? Şaş an ne şaş kîjan hêz dikarî ev qas êrîş bikira? Helbet wê nekarîba.

 

Lê hemû dost û dijmin temaşe kirin em giştî Kurd bidin aliyekî sedî 60-70’ê gelê Başûr referandûmê şaş dibîne. Kurdên hemû beşên Kurdistanê êrîşên li ser nirxên xwe yên neteweyî dîtin li hember vêya bûn xwedî seknekê. Yanî ev nayê wê wateyê ku pir alîgirê referandûmê ne. Niha jî rexne û dijberiya referandûmê berdewam dike û heta zêdetir jî bûye. Ya rastî ev meseleya referandûmê meseleyeke neteweyî nebû û ne ji bo berjewendiyên giştî Kurdan bû.

 

Meseleya Referandûmê sedî 90 girêdayî meseleya navxweyî ye. Li hember derve û qada navneteweyî û dijmin hemle û siyaset nehate kirin. Li hember meseleyên navxweyî siyaset hate kirin. Gelê Kurd bi salaye Kongreya Neteweyî nîqaş dikin. Niha ji av, hewa û nan zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Bi taybet di van 30 salên dawiyê de dijminên gelê Kurd siyaseta xwe li ser çi avakirine helbet li ser pirsgirêkên navxweyî yên nava Kurdan de ava kirine. Em çima zemîn û firsendê bidin wan. Pirsgirêka me ya yekemîn avakirina yekîtiya neteweyî û siyaseteke neteweyî ye. Em dibêjin ka em yekîtiya neteweyî pêk bînin, dibêjin na bisekinin meseleyên cuda hene em çareser bikin. Eger tu siyaseteke ku pirsgirêkên navxweyî kûr bike bişopînî helbet tûyê encam negirî.

 

Banga me HDP ew e ku em partî û rêxistinên Kurd demildest werin gel hev û kongreya neteweyî li dar bixin. Çawa Îran, Iraq û Tirkiye ji bo pêşî li azadiya gelê Kurd û herêmê bigirin tên gel hevdu, peymanên hevpar pêk tînin û tedbîqatên hevpar li dar dixin, divê Kurd jî bên cem hev û yekîtiya xwe ava bikin. Eger di vê pêvajoyê de hinek derkevin bikevin nava têkiliyên teslîmiyetê, nokeriyê wê gelê Kurd wan efû nekin.

 

Dewletokeke biçûk wê bikare pirsgirêka giştî Kurdan çareser bike?

 

Niha ev sedsale siyaseta ku tê pêşxistin çi ye? Eger gengaz be em pêşî li hemû Kurdan bigirin, bi qasî ku ji destê wan tê pêşî li Kurdan bigirin da ku azad nebe û nebe xwedî statû. Lê dema ku dîtin êdî ev ne gangez e û ketiye qonaxa encam girtinê, wê demê gotin em tişteke biçûk bidin wana. Ango dewletek yan jî welatekî biçûk bidin wana yên din jî bêbandor bikin. Ji sala 1920’an şûn ve ev siyaset li hember Kurdan tê meşandin. Amadekariyên di vî alî de hene. Lê, ez bawer dikim ku gelê Kurd vê siyasetê parçe kiriye û êdî ev wateya xwe nemaye. Rast e hinek hêzên li herêmê û di asta cîhanî de dixwazin vê siyasetê bidin meşandin hene. Êdî di vê qonaxê de nikarin pêşî li gelê Kurdistanê bigirin û pêşî li herikandina gel a ber bi azadiyê bigirin. Tu Bakur bigirî, nikarî Rojava bigirî tu Rojava bigirî nikarî Başûr bigirî. Ev meseleya referandûmê jî da nîşandan ku êdî her hêzek nikare wer hêsan çawa dixwazin gel bi rê ve bibin. Niha gelê Kurd gihiştiye asta avakirina Kurdistana yek û mezin. Em vê di şexsê Rojava de dibînin. Gelê Kurd barê azadbûn, demokratîkbûn û ronakbûyîna herêmê girtiye ser milê xwe. Dît ku ev hewldan encamgir e. Şoreşa Rojava êdî şoreşa Rojava û ya Kurdan derbas kiriye. êdî bûye şoreşa Sûriyeya Demokratîk. Di şexsê Sûriyeyê de hemû herêmê hedef dike. HDP ne tenê ji bo gelê Kurd, di şexsê Kurdan de demokratîk kirina Tirkiyeyê hedef dike. Taktîk û stratejiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand ev siyaset parçe kir. Eger siyaseteke bi şêwazê Rêber Ocalan were esas girtin, bawer nakim ev siyaseta qirêj encam bigire.

 

‘Zindan timî ji bo me bûye qadeke têkoşînê’

 

Hevserokên we û rêveberiya we di girtîgehê de ye, têkildarî doza wan pêşketinek heye?

 

Niha hevserokên me û 9 parlamenterên me di zindanê de ne. Her wisa nêzî 80’ê şaredarên me jî di zindanê de ne. Nêzî 10 hezar sempatîzan, endam û aktîvîstên me di zîndanê de ne. Helbet ev rewşeke nû nîne. Di dîroka têkoşîna me ya siyasî ya Bakur de qadeke me ya têkoşînê zindane qadek jî nava civakê bûye. Ev derketiye holê ku ne gengaze ku tu bi girtin, kuştinê siyaseta demokratîzekirina Tirkiyeyê tasfiye bikî. Di dîroka me de zindan her timî qadeke têkoşînê bûye. Îro jî hem li zîndanê, hem li parlementoyê û li her derê hewldanên me yên têkoşînê yên hember faşîzma Tirkiyê her timî heye. Rewşa Tirkiyê ya niha hatiye asteke şikestinê. Êdî bi têkilî, nîqaş yanjî mûzakereyan pirsgirêka gelê Kurd li Bakûr çareser nabe. Ji ber desthilatdariya Erdogan-Bahçelî sedî sed vê rewşê ji holê rakiriye. Tenê yek rê li pêşiya me hatiye hiştin. Ev rê jî pêşxistin û mezinkirina xeta têkoşîn û berxwedanê ye. Rêya ku ew jî didin pêşiya me teslîmbûn û çokdanîna li hember wane. Dibêjin hebûn û hukumraniya dewleta Tirk qebûl bikin. Lê, di dîroka 40 salî ya têkoşîna me de ti carî ev yek ne hatiye qebûl kirin. Ev di şertên faşîzma 12’ê Îlonê de û Zindana Amedê de ne hatiye qebûl kirin. Em jî li ser şopa wan dimeşin û xeta têkoşînê mezin dikin. Ev bixwe jî hêz û baweriyeke mezin daye me û hiştiye ku em zêdetir bawerî bi hêza xwe bixwe bînin. Ji ber em her roj li paytexta wan, li navenda wan rewşa wana dibînin ka çiqas lewaz ketin û hatine asta têkçûnê. Tevî hemû êriş û zehmetiyên ji bo gelê me û xebatkarên partiya me jî her roj moralê me xurttir dibe. Yanî dema em dibînin desthilatiya AKP-Erdogan dirize coş û morala me jî mezintir dibe. Em bawer dikin ku wê ev desthilatiya wan zêde ne ajo.

 

‘Ji bo tifaqan prensîbên me hene’

 

HDP û CHP li Tirkiyê partiyên mûxalefetê ne. Gelo di vê demê de nîqaşên dibêjin, wê her du partî tifaqekî çêbikin rast e?

 

Em weke HDP ji bo her cûre tifaqeke demokratîk amade ne. Ji bo tifaqan hinek prensîbên me hene. Ev presînbên demokrasî, azadî û wekheviyê ne. Li ser esasê van prensîban kîjan hêz be em dikarin tifaqê li gel çêbikin. Bes ez bawer dikim ê li Tirkiyeyê herî zêde dûrî van tifaq û têkiliyan CHP bi xwe ye. Navenda CHP’ê ji têkilî û tifaqeke demokratîk re zehf girtiye. Ji bo tezkere eskerî ya ji bo Rojava û Başûr 3 partiyên li parlementoyê gotin ‘erê’, tenê partiya me got ‘na’. Di demên herî krîtîk de AKP, CHP û MHP her çûne tifaqekê. Tifaqeke li ser esasê dewletbûyînê ye.

Lê, di girseya CHP’ê bi xwe de daxwazeke mezin a ji bo demokratîkbûyînê heye. Her wisa di nava CHP’ê de damarekî demokratîk jî heye. Gelek kesayetên wekhevî, azadî û demokrasiyê dixwazin jî heye. Yên ku daxwaza gelê Kurd a ji bo azadiyê qebûl dikin jî hene. Helbet têkiliyên me bi van re heye. CHP di navbera du aliyan de diçe û tê. Aliyekî wî dixwaze di eniyeke demokratîk de cih bigire. Aliyekî wî jî CHP’ê ber bi siyaseta AKP-MHP’ê ve dikişîne. Me gotiye kî tişteke baş bike, em piştgiriya wê dikin kî jî tiştên şaş bike em heya dawiyê mûxalefetê dikin û rexne dikin. Bi vê rewşa heyî zemîneke tifaqê li gel CHP’ê heye yanî ne gengaze ku bi feraseta heyî tifaqek li gel wan were avakirin. Em bi têkilî, hem pêşniyar hem jî bi rexneyan zor didin CHP’ê. Em dixwazin di nava wê de guhertin û veguhertinên demokratîk çêbibe. Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin ku têkiliyek me heye. Lê, ev nayê wê wateyê ku zemînê tifaqekî heye.

 

Di nava partî û rêxistinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de yekîtî û yek helwestek heye?

 

Di nava gel de yekîtiyek heye. Lê, li ser navê gel hinek siyasetên qirêj ku tên meşandin jî hene. Hinek derdor û aliyên li Bakurê Kurdistanê dixwazin derfetên AKP’ê ku li Bakur dewlet e ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Evane jî weke Huda-Par, hindek derdorên PDK’yî yekîtiya gelê Kurd naxwazin. Ji bo parçekirina gel her timî dixebitin. Vêya jî ser navê Kurdbûyînê dikin. Lê, bi giştî di nava gelê Kurd de têkiliyeke hîn neteweyî û yekgirtî heye. Ev rewşa heyî hêviyeke baş dide mirov.

 

‘Divê em hemû pirsgirêkên xwe eşkere nîqaş bikin’

 

Di vê bi çi rêbazî û rêyê yekîtiya neteweyî were avakirin?

 

Divê em şev û roj yekîtiya neteweyî di rojeva xwe de bihêlin. Dema gef li Başûr hate xwarin gelê me yê Rojeva yekser gotin, êrîşek çêbibe em ê gelê xwe yê Başûr biparêzin. HDP, BDP û HDK û hemû rêxistinên Bakur di vî alî de xwedî sekn bûn û gotin, êrîşek li ser Başûr çêbibe emê weke ser xwe bibînin. Ez bawer im PKK û HPG jî her di vê çarçoveyê de daxuyanî dan û xwedî lê derketin. Divê em vêya weke pêwîstiyeke heyatî bigirin dest. Divê gelê Kurd di vê demê de hemû meseleyên din deyne aliyekî. Divê berjewendiyên hizbî, malbatî, şexsî û heta parçeyî jî bidin aliyekî. Eger were xwestin divê gelê me zext li partî û rêxistinên xwe bike û yekîtiyê li ser wan ferz bike.

 

Pêwîstî bi siyaset, dîplomasî û parastineke neteweyî heye. Her wisa divê pergaleke aborî ya neteweyî ava bikin. Çima? Ji ber îro her kes bi birçîbûnê gefan li gelê Kurd dixwe. Ev sed sal e dest datînin ser hemû dewlemendiyên me û me bi birçîbûnê jî gef li me dixwe. Niha sedî 90’ê dewlemendiya Başûr malbara Erdogan û Dewleta Tirk dixwe. Ev jî ji ber têkiliyên hinek kes û hizban wisa bûye. Divê edî di nava Kurdan de êdî zemîn dayîna dagirkeran neyê qebûlkirin.

Divê Kongreya Neteweyî kom bibe, Kurd hemû pirsgirêkên xwe bi awayekî vekirî nîqaş bikin, siyaseteke neteweyî pêş bixin. Ha wê demê dê êrîşên li dijî gelê Kurd bê bandor bê hiştin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin