Smiley face
sorani
Smiley face

‘Bêminetiya desthilatê li hemberî bandora navneteweyî encameke baş nîne’

2017-10-03 07:59:31



 

 

DILŞAD XOŞNAW/ SILÊMANÎ

 

Serokê Koma Kesk a YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah der barê pêkhatina referandûmê li Herêma Kurdistanê got ku xwendina desthilatê ji bo şert û mercên heyîn xwendinek şaş bû û bê minetane bû û got; “Di dîrokê de jî îspat bûye ku her desthilatek xwe li hemberî bandorên navneteweyî bêminet bike wê encamek nebaş bixwe re bîne û serneketiye.”

 

Serokê Koma Kesk a YNK’ê li Parlamentoya Iraqê û Serokê Komisyona Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah bal kişande ser helwesta Parlamentoya Iraqê ya li dijî referandûma Herêma Kurdistanê û got; “Li wir gelek kesan digot bila referandûm nebe, guftûgo hebe. Rayedarên Iraqê ji me re digotin ku ‘referandûm nekin, werin em guftûgo bikin. Bila guftûgo bi çavdêriya Amerîka be. Ger baweriya we bi wan destkeftiyên bidest bikevin nehat, wê demê hun li mala xwe, em li mala xwe’.”

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Serokê Koma Kesk a YNK’ê li Parlamentoya Iraqê û Serokê Komisyona Petrol û Gazê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah, a li ser referandûm, rewşa herêmê û helwesta di serî de Iraq û aliyên din li hemberî referandûmê wiha ye:

 

Li gor we dema pêkhatina referandûmê guncaw e?

 

Referandûm nû hat kirin. Pêştir jî min nêrîna xwe gotiye. Li gor min amadekarî û zemînek ji bo pêkhatina vê proseyê nehatiye amadekirin.

 

‘Ji bo referandûmê çend mercên me hebûn’

 

Ger ku zemîn jê re ne amade be, çima nekarîn di pêkhatina referandûmê de bi Barzanî bav şûnve bidin avêtin?

 

Divê vêna ji wî bi xwe bipirsin. Em weke YNK li gel referandûmê bûn. Çend mercên me ji bo referandûmê hebûn. Mixabin ew mercên me heman bûn. Înkar nekirin ku neyên pêkanîn. Belê her di hate paşxistin û ji dest diçû deste. Heya dawiyê referandûm hat. Wê demê jî piştî diyarbûna helwesta welatên derdor, welatên mezin û Neteweyên Yekbûyî, pêwîst bû ku helwestek li ser bihata kirin. Ez tevlî civînên hevbeş nebûm. Belê weke YNK me di nava xwe de ev guftûgoye kir. Bi qasî ez dizanim, daxwaz hate kirin ku referandûm ji bo guftûgoyê bê hiştin. Belê piştre israrbûnek pir li ser referandûmê hebû. Di dawî de piştî me zanî wê referandûm her bê kirin, di nava YNK’ê de du nêrîn çêbûn. Nêrîna yekem digot divê dema xwe de bê kirin. Nêrîna duyem jî li gel taloqkirina referandûmê bû. Di dawî de ku her biryar hate dayîn, weke YNK baweriya me bi proseyê hebû. Ji ber ku armanca serekî ya me mafê çarenûsa xwe bidest xistine. Nedibû em xwe jê dûr bixin. Weke YNK em tevlî proseyê bûn.

 

‘Referandûm ne çarçoveyekî yasayî ye’

 

Weke tê dîtin referandûm pêk hat û dengê erê bi ser ket. Gelo ti gavek ji bo çêkirina dewletê heye?

 

Ji ber referandûm ne çarçoveyekî yasayî ye û stratejiyek nehatiye diyarkirin, ez bi xwe ti nizanim. Belê referandûm gava yekem e. Piştre jî em dibêjin guftûgo. Guftûgo jî li ser çi? Li gel kê û çewan? Mixabin kêmanî pir hebûn. Ger referandûm û armancên referandûmê bi yasayî derketiban, wê niha li ber çavên me hemûyan zelalbûnek hebaya. Referandûm jî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê li gel serxwebûnê ye. Belê ev wê kengî û çewan bê kirin, ne diyare û ji bo guftûgo hatiye hiştin.

 

‘Yên dengê nexêr dayîn, nayê wateya dijî dewleta Kurdistanê bin’

 

Nêrîna we jî her wisa ye ku referandûm destûrî û strateji nebû. Çima gel xistin nava vê aloziyê? Ew pirsgirêkên ku li bendê ne çêbibin, ji bo çi gelê Herêma Kurdistanê pê re rû bi rû kirin?

 

Min got yasayî nebû. Gelek kêmanî li pişt referandûmê hebûn. Di şêwazê ragihandin û karkirina li ser. Yek ji wan jî nebûna yasayek taybet a referandûmê bû. Sedema wê jî digere ji bo nebûna parlamentoyê. Biryardan li ser çarenûsa xwe, mafê gelê Kurdistanê ye. Hemû gelê Kurdistanê li gel mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye. Li Başûrê Kurdistanê hejmarek zêde xelkê dengê nexêr dan. Ez di wê baweriyê de me ewên dengê nexêr dayîn, ne ji ber wê ye ku dijî dewleta Kurdistanê ne. Belê nerazîbûna wan li ser dem û şêwazê referandûmê hebûn. Gelek kesan jî boykot kirin. Nerazîbûnên wan jî li ser mijarê hebûn. Pêş referandûmê yek dengiyek niştîmanî nebû. Parlamento heya çend rojên pêş referandûmê kom nebû. Gazindên xelkê ji hikûmetê hebûn. Ji ber van hemûyan, pêwîst bû pêş ragihandina referandûmê çend gavên stratejik ên giring bihatan avêtin. Ji parlamentoyê yasa ji bo derketiba. Hikûmetê pêşengtî jê re kiriba û bawerî daban xelkê. Ji ber ku gelek gumanên xelkê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Ev hemû bûn sedem heya li hinek herêman li ser dengdanê serbûnek jî çêbû. Belê êdî hate kirin û encam jî baş bû. Gel jî pêşwaziyek baş lê kir. Ti referandûmek li cîhanê ji sedan sed xelk tevlî nabe. Ya giring ewe ku rêjeya tevlîbûna gel yasayî bû. Ji vir şûnde divê çi bê kirin û wê çi were kirin, ew giring e.

 

‘Berpirsiyartî li ser hikûmetê ye’

 

Di hinek çapemeniyan de tê gotin ku ev referandûm ji bo ragihandina dewletê ye. Gelo ev çiqas rast e?

 

Ji ber vê referandûmê çarçoveyek diyar nîne, dibêjin ji bo dewlet e. Ger ji bo dewlete, kengê û çewan? Niha em bi pirsgirêkek mezin re rû bi rû bûne. DYA welatek mezine û bandorek mezin li ser Iraqê heye û piştî referandûmê jî her dibêje bi ti şêweyek encamên referandûmê nas nake. Ji vê zêdetir jî nerazîbûn hene. Min guhdarî gotinên wezareta derve û parstinê jî kirin. Herdûyan diyar dikirin ku ewan ji Herêma Kurdistanê daxwaz kirine referandûmê nekin. Pêkhatina referandûmê bû sedem baldarî li ser şerê DAIŞ’ê nemine. Raste li gel nenaskirinê, Iraq jî agahdar kirine ku serî li bikaranîna hêz nede. Belê ev jî cihê pirsê ye ku ger em dewlet ava bikin, gelê Başûrê Kurdistanê wê ji bo encama derkeve jî xwe rabigire. Bi taybetî jî ku di nava Iraq, Tirkiye û Îranê de hevsengiyek pir zêde heye de. Bi taybetî Tirkiye dîn bûye û serî li hemû rêyan dide. Ez qasî li çapemeniyê temaşe dikim, rojek jî nîne ku rayedarên Tirk li ser referandûmê daxuyanî nedin. Ji bo wê sedema çêbûna dorpêç û şer heye. Gelo gel dikare vê rake? Gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê ta çi astekê amadekarî ji bo vê kirine? Em bawer dikin ku gelê Başûrê Kurdistanê wê xwe li encamên derkevin bigire. Belê dîsan berpirsiyartî dikeve ser hikûmetê.

 

‘Dijbertiya Encûmeniya Ewlehiyê ne kêm e’

 

Hûn weke YNK ev metirsiyên ku niha we qala wan kirin, we ji Barzanî re gotin?

 

Metirsî hatin danîna pêş Barzanî. Bi taybetî piştî derketina peyama Encûmeniya Ewlehiya Navneteweyî ku nûnertiya 15 welatî dike. Bi dengê giştî biryar dan ku referandûm divê neyê kirin. Heya niha li ser ti pirsgirêkekê weke vê yekdengî çênebibû. Ez nizanim çi sehrek li gel desthilatên Kurdistanê heye ku peyama Encûmeniya Ewlehiya Navneteweyî berçavan negirtin. Dijbertiya Encûmeniya Ewlehiyê ne kême. Welatên cîran gef dikirin. Raste mafê me ye. Belê hemû tişt jî maf nîne ku di vê qonaxê de dikarîn bidest bînin. Belê dikarin di qonaxên din de zêdetir van mafan bidest bixin. Mafê gel jî girêdayî şert û mercan e. Weke YNK me bi fermî daxwaz kir ku referandûm bê taloqkirin. Belê di dawî de daxwaza me nehat pêkanîn. 3 roj pêş referandûmê, ji bo cara dawî berçavgirtina metirsiyan, me daxwaz kir ku ev proseye ji bo guftûgoyê bê hiştin. Ne ku jê şûnde gav bavêjin.

 

‘Referandûm nekin, werin guftûgo dikin’

 

Dema ev biryar hat dayîn hun li Bexda bûn. Gelo atmosfera siyasî ya Parlamentoya Bexda li hemberî vê biryara Hewlêrê çewan bû?

 

Ez wê demê li Bexda bûm. Li wir gelek kes hebûn. Dihat gotin ku ger referandûm neyê kirin, bila guftûgo bê kirin. Tenê rayedarên Bexda di civînê de ji me re gotin ku ‘hun referandûmê nekin, werin emê guftûgo bikin. Salek an du sal emê guftûgo bikin. Bila guftûgo jî bi çavdêriya Amerîka be. Ger ku baweriya we bi wan destkeftiyên em bidest bixin nebe jî wê demê hun li mala xwe, em li mala xwe.

 

Gelo we ev pêşniyar gehande Barzanî?

 

Ez nizanim ji Barzanî re gotin an ne. Belê me li gel hevalên xwe li ser axivîn û ev peyame me girande berpirsên xwe yên YNK û me got ku ger referandûm nekin, li Bexda avantaja me zêdetire. Neteweyên Yekbûyî, Fransa, Îngîltere û hemûyan gotin ku bi çavdêriya me, hun dest bi guftûgoyan bikin. Îran jî daxwaz kir ku referandûm neyê kirin û gotin ku ‘emê ji bo mafên we di çarçoveya destûrên Iraqê de alîkariya we bikin. Îran amadekariyek baş nîşan da. Îran xwedî bandorek baş e li ser Iraqê.

 

Gelo wê demê sedem çi bû ku YNK ket bin biryara yek alî û ev çend zehmet ku Barzanî û PDK’ê daye?

 

Me di çarçoveya piştgiriya gel de piştgiriya referandûmê kir. Min herdû rojên pêş referandûmê mijarek nivîsan û diyar kir ku em weke wan xwendekarên lewaz pirsên ezmûnan ketine berdestê me û bi bêminetî çûne odeya ezmûnan. Di nivîsa xwe de min pirs ji berpirs û Desteya Bilind a Referandûmê kir gelo li ber destê we pirsên ezmûna referandûmê hene ku hun wiha bê minetî dikevin nav referandûmê de? Belê bersiv nîne. Mixabin li gor gotinên hinek berpirsan min bîhîstin ku ger referandûm serneket, divê bersinga min bigirin. Ev çarenûsa gele, çênabe sernekeve. Divê serkeve û gelek qurbanî jê re pêwîstin. Ji bo wê ez dibêjim mixabin dem û cihê referandûmê ne amade bû. Ji ber ku mijara referandûmê mijarek balkêşe. Kes nikare xwe li asta wê bigire. Hemû kesek wê ji bo hewldan bike. Ji bo wê me dît ku pêşwaziyek mezin jê re hate kirin. Çi li Rojava û çi li Bakûr û Rojhilat. Ji ber ku peywendî bi mafê dîrokî yê gelekî ve heye. Ji bo wê jî divê serkirdayeta gel xwandinek baş ji bo ezmûnan kiribe. Ez niha jî dibêjim ku êdî her çêbû, divê bi hev re milê xwe bidin ber referandûmê û paşgavî nekin. Li gor di dîrokê de jî îspat bûye, di salên 1980’an de, her dema desthilat bêminet bûye ji asta bandora navneteweyî, encamekî baş bidest nexistiye.

 

Gelo ev tê wê wateyê ku bêjin referandûm encamekî baş bixwe re nayne?

 

Heya niha wisa bûye. Belê ez hêvî dikim a Kurdistanê tersê vê be.

 

Di dema helwesta Bexda li hemberî mijara referandûmê û bi bê amadebûna we ya di Parlamentoya Iraqê de, 13 biryar dijî Herêma Kurdistanê derxistin. Çima hun li wir nebûn û we parastina Kurdan nekir ku di demek ev erkê we yê li Bexda bû?

 

Raste em pêştir li wir bûn. Di 14’ê Îlonê de li gel çend biryaran xistin rojeva parlamentoyê. Lê ji ber redkirin û dijîdertina referandûmê, aliyan jî proje biryara xwe amade kirin. Me jî ji bo parastin lê kirinê amadekariyên xwe me kirin. Belê serokatiya projeyê biryar bi şêweyekî lez derbas kir û rê neda ku li ser guftûgo were kirin. Proje neda komisyonên taybet ji bo diber çavan re derbas bikin. Heya rê neda komên Kurdistanî jî li ser nêrîn û helwesta xwe diyar bikin. Em ji vê aciz bûn û ji salona parlamentoyê derketin. Roja piştî li cihê biryarê cardin pêda biçin, biryara ji kar dûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm dan. Ev jî biryarek siyasî bû. Vê em hîn zêdetir aciz kirin. Piştre em li gel desteya serokatiya koman civiyan. Li diji vê me nerazîbûna xwe nîşan da. Ji ber ku parlamento cihê guftûgo û nîqaşê ye. Bi vî şêwey biryar derxistin, ev jî dixwazin li ser me tiştan ferz bikin e.

 

Gelo parlamento dikare waliyek ji kar dûr bixe?

 

Belê Parlamentoya Iraqê dikare Waliyê Kerkûkê ji kar dûr bixe. Ji ber ku dema buhrî waliyê Selahaddîn û Enbar jî ji kar dûrxistin. Belê li hemberî vê jî walî dikare li dadgehê doz veke. Ger mafdar be dikare vegere cihê xwe. Wan soz da ku ev tiştane dubare nebin. Belê dema civîna wan bi dawî bû, me bîhîst ku hewl didin civînên xwe dirêj bikin. Me ji desteya serokatî re got ger hun dema civînên xwe dirêj bikin, niha rewşek awerte û tundûtujiyê heye. Parlamento dibe navendek a tundûtujiyê. Li gor me divê hun civîna xwe dirêj nekin. Dîsan soz dan ku dirêj nekin. Belê civînên wan dewam kirin û sozên xwe ne anîn cih. Diyar bû ew ne amadebûn. Em jî vegeriyan.

 

‘Li dijî Kurdan Sûne û Şîe bûn ye’

 

Di nava Parlamentoya Iraqê de kê ev karane dikirin?

 

Mixabin di nava Parlamentoya Iraqê de hêzek derketiye, dixwaze kar bi kêm û zêdeyan li nav parlamentoyê bike. Ji bo em nekarin parastina mafên xwe bikin. Ji ber ku ew zêdetirin. Li dijî gelê Kurdistanê aliyên Sûne û Şîe bûne yek. Du parlamenterên Tirkmen hebûn ji bo hîn zêdetir zext li ser me çêbe, piştgiriya wan dikirin. Ji ber em jî dibûn kêmîne, me nedikarî tiştek bikin. Rê nedidan em baxivin jî. Tu temaşe bike li nav parlamentoya Tirkiyê rê hate dayîn li ser referandûmê baxivin, belê li nav parlamentoya Iraqê destûr nedan em li ser referandûmê baxivin.

 

‘Li Parlamentoya Iraqê bi sedan biryar me derxistin lê nehatine pêkanîn’

 

Li gor we îhtimal heye ku ev biryarên Parlamentoya Iraqê li dijî Kurdan bên xistina meriyetê?

 

Di dema em ne amadebûn de gelek biryar hatine standin. Şert nîne hemû biryar bên pêkanîn. Biryar girêdayî şert û mercan dibe. Bi sedan biryar me li Parlamentoya Iraqê dane ku nehatine pêkanîn. Belê tişta ku em dibinin, ji ber sedema hewldana welatên Tirkiye, Îran û nêzikatiyên Amerîka û welatên mezin, Iraq hîn bi isrartir kiriye li ser pêkanîna biryarên ku dijî Kurdan dane. Şer nîne ku hemû biryaran pêk bîne. Ji ber ku biryare ne yasayî ye û li nav Iraqê jî zextek zêde li ser serokê hikûmetê heye ji bo pêkanîna biryaran. Tişta ez dizanim serokê hikûmetê ne li gel van biryaran bû ye.

 

‘Emê tevlî civîna bê ya Parlamentoya Iraqê bibin’

 

Di çend rojên pêş me de wê Parlamentoya Iraqê cardin bicive. Weke komên Kurd we biryar daye ku tevlî vê rûniştinê bibin?

 

Weke YNK em baş dibinin ku heya Herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta Iraqê de be, li Bexda bin baştire. Me ev helwesta xwe ji komên din re ragihandiye û me gotiye ku em dikarin li Bexda parastina gelê Kurd bikin. Ez di wê baweriyê de me civîna pêş de emê amade bin.

 

Di civînê de rola we dê çi be?

 

Li wir ligel kom û hizban peywendiyên me hene. Dikarin hîn zêdetir zanyarî bidin wan û mijarê ji bo wan zelalbikin. Her wiha li ser dezgehên ragihandinê li ser baxivin û ji bo Iraqiyan zelal bikin. Ewa ku şovenîstên Iraqê dijî mafên rewa yên gelê Kurd dibêjin nerastin. Emê ji wan re ragihînin ku bi pêkanîna referandûmê wê zerarê nedin berjewendiyên gelê Iraqê.

 

Ger biryarên Parlamentoya Iraqê hatin pêkanîn, ti bernameyek a herêmê ji bo rawestîna li hemberî van biryaran heye?

 

Ev biryarane hinek hatine pêkanîn. Hinek jî di bernameya pêkanînê de ne. Belê hewldanek ji bo guftûgo heye. Di rojên bên de wê hinek rayedarên Iraqê bên Herêma Kurdistanê. Welatên mezin jî diyar kirine ku ew ji bo guftûgoyê amade ne. Hêvî dikin ku ev biryarane bên rawestandin. Belê ger ev biryare hatin pêkanîn, bê guman wê bandorek neyînî li ser gelê Kurdistanê çêbibe. Belê divê bê zanîn ku wê bandora wê li hemberî Iraqê jî girantir bibe. Em bi ti şêweyek ne li gel şerin. Em dixwazin bi guftûgo bigehine encamê. Lê ger şer li ser me hate israrkirin, gelê Kurdistanê û hêzên pêşmerge wê parastina Kurdistanê bikin.

 

Li gor te îhtimala çêbûna şer heye, bi taybetî li Kerkûkê?

 

Gef li me tên xwarin û didomin. Rewşa Iraqê jî bi şêweyekî ku nayê kontrolkirin. Hinek caran em dibinin ku li herêmek biçûk şerek mezin rû dide. Em jî ku ber bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmeniya parêzgehan ve diçin, vê jî wisa kiriye ku aliyên Iraqê banga yekparçebûna xaka Iraqê û rê nadin cûdabûna Herêma Kurdistanê dikin. Ev jî rojevek germ çêkiriye. Hinek hizbên Iraqê helwesta wan li gel a fermî pir cûda ye û dibêjin referandûm ne demek guncaw de bû. Êdî em ji wan cûdatir ku li ser mijara dewlet û ew jî li ser parastina nexşeya Iraqê xebat dikin. Her wiha ew dinava hewldana ji dest nedana dengan de ne. Hewldana artêş, hikûmet û aliyên siyasî dimeşînin dibin sedema çêbûna tundûtujiyê.

 

Gelo li gor we dibe bi zextên navxweyî û derve bi Herêma Kurdistanê li ser pêkhatina referandûmê gav şûnde bide avêtin?

 

Referandûm ti demê nayê betalkirin. Ji ber ku gel deng daye. Axaftina li ser betalkirina referandûmê sûcek mezine. Ev mijar bi dawî hatiye. Lê wê serxwebûn bê ragihandin an pirsgirêk dê bi guftûgoyê bên çareserkirin, divê li ser vê bê axaftin. Li hemberî vê Îran û Tirkiye zextê dikin. Ev jî nayê wê wateyê ku ev zexte heya dawiyê biçin. Li hemberî ew gefên niha li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, bawer dikim pêşerojê wê welatên Ewropa û Amerîka helwest nîşan bidin. Ji ber ku ew dibîjin çewan du dewletên dijî hev weke Îran û Tirkiye li ser êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê bûne yek. Ez bawer nakim eve heya dawiyê bi ser bikeve. Ji niha de nerazîbûnên welatên rojava dijî gefên Tirkiyê çêbûne.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin