Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê gerîla Îbrahîm Kanat li Qendîl bi merasîmekê hate defnkirin

2017-10-02 17:39:43
Li Qendîl cenazeyê gerîla Îbrahîm Kanat ku 32 salin dinava refên şoreşê de têkoşîn meşand û 16 salan di girtîgehên dewleta Tirk de berxwedan meşand, bi merasîmekê hate defnkirin.


 

 

ELÎ QADIR/ QENDÎL


Gerîla Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) ku duh di encama nexweşiyê de şehîd bû, îro li ser wesyeta wî bi merasîmek mezin li herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medya hate defnkirin.

 

Dema karwanê cenazeyê gerîla Îbrahîm Kanat giha gundê Derwekotor a girêdayî Qendîlê, ji aliyê welatiyan ve bi dirûşim û tîlîliyan hate pêşwazîkirin. Piştî deqek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, karwan ber bi cihê defnkirina cenaze ve bi rê ket.

 

Piştî karwan giha şehîdgehê, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de yekem ji Fermandarên HPG’ê Zinar Sîpan axivî û got; “Şehîd Yaşar yek ji hevalên me yên leheng bû  ku bi salane dinava şoreşê de cihê xwe digirt. Di girtîgehên dagirkeran de berxwedanek mezin meşand. Hevalek dilsozê gelê xwe bû. Di oxira mirovahî û xaka xwe de têkoşînek mezin meşand. Ji bo wê jî em jî soz didin ku heya dilopa dawî ya xwîna xwe li ser rêka şehîdan dimeşîn.”

 

 

Piştre li ser navê Tevgera Azadî, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî li herêma Raperîn Şiwan Xidir axivî û got; “Ji bo derbaskirina rewşa îro ya gelê me, divê em hemû xwe berpirs bibinin û hewldan bikin. Ji ber îro pîlanên mezin ên dagirkeran hene ji bo destdanîna ser xak û tinekirina gelê me. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê aliyek hewl dide dibin navê referandûmê de Başûr radestê dagirkeran bike. Divê em hemû dijî van pîlan û hewldanan rawestin.”

 

 

Her wiha bi navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec jî wiha axivî; “Şehîd Yaşar ne tenê şehîdê malbatekê  û parçeyek Kurdistanê ye. Şehîdê herçar parçeyên Kurdistanê ye.”

 

 

Piştre bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê gerîla Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) hate defnkirin.

 

Gerîla Îbrahîm Kanat (Yaşar Avşîn) di sala 1985’ê de tevlî nav refên PKK’ê bû. 16 salan di girtîgehên dewleta Tirk de ma. Di 1’ê Cotmeha 2017’an de ji ber nexweşiyê tevlî karwanê şehîdan bû.

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin