Smiley face
sorani
Smiley face

Li Wargeha Mexmûrê 1. Festîvala Tenduristiyê hate lidarxistin

2017-09-30 17:37:02
Di pêşengiya Meclîsa Kedkarên Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê de di bin dirûşmeya ‘Tenduristiya Rêber Apo Tenduristiya Me ye’ 1. Festîvala Tenduristiyê hate lidarxistin.


 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

Meclîsa Kedkarên Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh 1. Festîvala Tenduristiyê lidarxistin. Starta 1. Festîvala Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê ku di bin dirûşmeya ‘Tenduristiya Rêber Apo Tenduristiya Me ye’duh di demjimêr 09:00’an de ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve li noqteya ketina wargehê heta cihê festîvalê bi torek ya bisîkletan ku posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêve hatibûn kirin, hat dayîn.

 

Bernameya Festîvalê li Dibistana Seretayî ya Mihemed KURT, di kesayeta şehîdên tenduristiyê Şehîd Dr. Ferzende û Şehîd Dr. Hogir ji bo tevayî şehîdên tekoşîna azadiyê  bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

 

Her wisa di bernameya festîvalê de, li ser tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo civakek bi tendurist giringiya bedenek bi tendurist çiye, li ser dîroka kedkarên wargehê, şehîdên tenduristiyê yên tekoşîna azadiyê-wargehê ji aliyê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê ku di heman demê de kedkara tenduristiyê ye Nûran Sezgîn, Kedkarê Tenduristiyê Ehmed Gabarî û Hevserokê Meclîsa Kedkarên Tenduristiya Wargeha Mexmûrê Mihemed Ûnver ve axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve testên grûba xwînê, guh, çav, kilo-bejin, tansiyon, şekir yên hatin çêkirin.

 

Gelê Wargeha Mexmûrê eleqeyek mezin nîşanî festîvala tenduristiyê da. Kedkarên tenduristiyê jî ev eleqeya germ û bicoş a gel bi keyfxweşî pêşwazî kirin û ji bo gel testên grûba xwînê, guh, çav, kilo-bejin, tansiyon, şekir çêkirin.

 

Piştî bernemaya festîvalê ya ya li Dibistana Seretayî ya Mihemed KURT bidawî bû, xwarinên gelêrî ku ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve hatibû çêkirin, hat xwarin.

 

Di çarçoveya bernameya festîvalê de mijara herî girîng ya festîvalê, li ser şert û mercên jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li Girtîgeha Îmraliyê bû, berfirehiyên tecrîd û îzolasyonê û li rexmê van hemû kiryarên dijmirovî û nezagonî sekna berxwedêr a Ocalan semînerek berfireh hat dayîn.

 

Semînera ku ji aliyê kedkara Tenduristiyê Derya Demîr ve hatibû amadekirin, di demjimêr 16:00’an de li Salona Konferansê ya Wargeha Mexmûrê bi beşdarbûna bi sedan kedkarên tenduristiyê û xebatkarên saziyên wargehê, bi deqîqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Semînervan Demîr, têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji sala 1999’an heta roja îro şert û mercên zîndanê, polîtîkaya dewleta Tirk ya di kesayetîya Ocalan de li ser gelê Kurd û tekoşîna azadiyê, nêzîkatiyên nehuqûqî û keyfî, jiyana rojane ya Ocalan û bikurtî bi awayek berfireh li ser hemû aliyên rewşa Ocalan ya zîndanê semînerek têr û tejî hate dayîn.

 

Piştî semîner bidawî bû, daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê Meclîsa Kedkarên Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê ve hatibû amadekirin, ji aliyê kedkarê tenduristiyê Zinar Turhan ve hate xwendin. Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hat kêşandin li ser rewşa tecrîdê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hate gotin; “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye, tenduristya mirovahiyê ye, lewra em weke meclîsa tenduristiyê hemû kiryar û pêkanînên dijhuqûqî û nemirovî yên dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê li ser Ocalan şermezar dikin. Em weke kedkarên tenduristiyê heta azadiya Ocalan têbikoşin û emê destûr nedin dijminên gelê Kurd bigihin armanca xwe.”

 

Piştî daxuyanî bidawî bû, dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Tenduristiya Rêber Apo Tenduristiya Me ye’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qêrîn û heta direngiya şevê li ber stranên şoreşgerî û gelêrî ji aliyê kedkarên tenduristiyê yên wargeha Mexmûrê ve govenda azadiyê hate gerandin.

 

(wd-xt/rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin