Smiley face
sorani
Smiley face

Nivîskarê Amerîkî: Trump ji Erdogan re got ‘YPG dostê Amerîka’ ye

2017-07-26 10:15:57
Nûner û rojnamegerê Amerîkî Ken Tîmerman diyar kir ku Trump ji Erdogan re gotiye ku DYA êrîşên Tirkiyê yên ser YPG û YPJ’ê qebûl nake, ji ber ew dostên artêşa DYA ne û divê Erdogan fêrî vê bibe.


 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ


Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Kurdan li parçeyên Kurdistanê zêde kirine. Her wiha pêş demekê Erdogan di serdana xwe ya ji bo Serokê DYA’ê Donald Trump de, daxwaz jê kir ku li Rojavayê Kurdistanê êrîşê ser YPG’ê bikin. Belê Trump ev daxwaza Erdogan red kir. Di vê derbarê de nivîskar û rojnamegerê Amerîkî Ken Tîmerman ku ji ajansa me re axivî, bal kişande ser hewldanên Erdogan ên dijî Rojavayê Kurdistanê.

 

Nivîskar û rojnameger Ken Tîmerman der barê êrîşên dewleta Tirk ên ser YPG’ê li Rojavayê Kurdistanê de wiha got; “Dema Erdogan hate Washînton, bi hêviya destûra Qesra Spî ji bo êrîşa ser YPG’ê werbige bû. Belê Serok Trump razî nebû. Her wiha ji Erdogan re got ku wê alîkariya YPG’ê bike. Her wiha diyar kir kul i Sûriye şêwirmendê wan ê leşkeri heye û wê dewam bike. Her wiha ji Erdogan re jî got ku DYA êrîşên Tirkiyê yên ser YPG’ê qebûl nake û YPG mitefîkê wane li Sûryeyê.”

 

‘Li gor min wê dema pêş siyaseta Amerîka ya li hember PKK’ê bê guhertin’

 

Ken Tîmerman wiha dewam kir; “Heya niha dewleta Amerîka PKK weke ‘terorîst’ dibine. Li gor nêrîna min ez dibinim ku demên pêş dibin desthilata Trump de ev jî bê guhertin. Ez wiha difikirim ku dema pêş wê siyaseta Amerîka ya li hemberî PKK’ê bê guhertin. Ev jî di berjewendiyê Amerîka de ye. Ji ber ku heya niha PKK’ê li Tirkiyê dijî sivîlan şer nekiriye. Her wiha aligirên wan jî hene. YPG jî dostê artêşa Amerîka ye. Divê Erdogan fêrî vê bibe.”

 

‘Şêwra netewî rêbazek demokrasiyê ye’

 

Ken Tîmerman wiha got; “Li Sûrye artêşa Amerîka hemû alîkariyê dide YPG’ê. Wê ev jî bidome. Li gor min wê ev zêdetir jî bibe.” Ken Timerman der barê tevlîbûna xwe ya ji bo şêwra netewî ya di 15-16’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya KNK’ê hat lidarxistin jî wiha got; “Ez li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn pir dixebitim. Ez weke çavdêr tevlî şêwra netewî bûm. Li gor min ev rêbazek a demokrasiye ye ku dikare li Kurdistanê pêk were. Ev modeleke ku welatên din jî dikarin li herêmê pêk bînin. Heya Iraq jî.”

 

 

Herî dawî jî Ken Timerman wiha dawî li axaftina xwe anî; “Weke tê dîtin dinava Kurdan de li parçeyên cûda yên Kurdistanê diyalog heye. Ev jî tişteke ku ez dixwazim li Îran, Iraq û herêmên din jî bibinim. Civîna şêwrê pir erênî bû û nîşan dide ku hişmendiya siyasî dinava gelê Kurd û siyasetmedarên wan de heye.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin