Smiley face
sorani
Smiley face

Malikî: Gotinên Erdogan dijminatiya dijî Iraqê ye

2017-04-21 19:24:23
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî diyar kir ku gotinên Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan destwerdanek nerewayî û dijminatiya dijî Iraqê ne.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Îro Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî têkildarî gotinên Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ên dibêje ‘Heşdî el Şeebî rêxistinek terorîste û Îran jî dixwaze li Rojhilata Navîn hêzek Îranê çêbike’ da.

 

Malikî got ku gotinên Erdogan destwerdanek neyasayî ya li dijî kar û barê Iraqê ye û wiha dewam kir; “Daxuyaniya Erdogan û rayedarên Tirk ên der barê Heşdî el Şeebî de, nerastin. Ev jî dijminatiya wan a li dijî Iraqê û destwerdana wan a dijî Iraqê diyar dike.”

 

Malikî wiha jî got; “Heşdî el Şeebî welatiyên Iraqê ne û destûr nadin ku ti kesek li dijî herêmên wan destwerdan bike.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin