Smiley face
sorani
Smiley face

5. Festîvala salane ya Gewredê hat lidarxistin-Bi Wêne

2017-04-21 18:42:11
Bi armanca zindikirina çand û resendiya Kurdatiyê  salane li gundê Gewredê yê girêdayî navçeya Çemçemal festîval ku tê lidar xistin, îsal jî ya 5’emîn hat lidarxistin.


 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL


Îro li gundê Gewredê yê girêdayî bajaroka Axceler ê girêdayî navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê 5’emîn festîvala çandî û hunerî ya Gewredê hat lidarxistin.

 

Di destpêka festîvalê de berpirsê lijneya amadekar a festîvala salane ya Gewredê, Şêx Kemal Şêx Hacî Xalîd ku axivî, got; “Lidar xistina festîvalê di vê mehê de bingeha xwe ji Nîsana sala 1988’ê dema pêla Enfalê ya gundê Gewredê ku têde hat wêrankirin û niştecihên wê neçarî koçeriyê hatin kirin, digire.”

 

 

Her wiha yek ji beşdarvanên festîvalê Şênî Mehmud jî ku ji ajansa me re axivî, got; “Yek ji armancên vê festîvalê jî hatina gel hev a xizim û xelkê gundê Gewredê ya li gel hev û hevdûnaskirinê ye.”

 

 

Her wiha di festîvalê de çend dengbêjî hatin gotin. Şanoya li ser heskirina niştîmanî hat pêşkêşkirin. Dîsan çend sitran hatin gotin. Di festîvalê de cil û bergên herêmê û çanda herêmê hat nîşandan.

 

 

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin