Smiley face
sorani
Smiley face

Konferansa ‘Naskirina Hewreman’ bi dawî bû

2017-04-21 17:56:06
Li bajarê Helebce konferansa ‘Naskirina Hewreman’ bi dawî bû û biryarên di konferansê de hatin girtin, hatin xwendin .


 

 

 

ŞINA FAYÎQ/ HELEBCE


Îro saet 16:30’ê konferansa ‘Naskirina Hewreman’ ku duh li bajarê Helebce destpêkiribû, bi dawî bû. Di dawiya konferansê de biryarên di konferansê de hatin girtin ji aliyê Hevseroka konferansa Naskirina Hewreman, Hêro Wekîlî ve hatin xwendin.

 

Mijarên di konferansa du rojan a Naskirina Hewreman de hatin girtina dest, wiha ne:

 

-Dîroka Hewreman, dîroka Hewramiye Ebdulmelekiyekan, li Hewreman cihê jinê, li Hewreman huner, li Hewreman jiyan û li Hewreman qada wêjeyê.

 

-Em weke Desteya Rêveberiya Konferansa Naskirina Hewreman, di mijara nîqaşkirina ser mijaran de em li ser van xalên xarê gihan yekbiryarê û weke xalên biryarên konferans gihayê eşkere dikin.

 

Biryarên hatin girtin wiha ne:

 

-Ji bo xwendina bi zimanê Hewramî xebatkirin. Bi taybetî li herêma Hewreman û ew dibistanên ku zêdetirê wan xwendekarên wan zimanê wan ê dayikê Hewramî ye.

 

-Ji bo naskirina zimanê Hewramî li parêzgeha Helebce weke zimanê fermî yê herêma Hewreman, xebat kirin.

 

-Li herêma Hewreman vekirina akademiyên bi zimanê Hewramî û navendek ji bo fêrbûna zimanê Hewramî.

 

-Vekirina çapemeniya bi zimanê Hewremanî bi taybetî qenalekî televîzyonê.

 

-Li Zanîngeha Helebce vekirina beşê zimanê Hewremanî û li fakûlteyên ziman.

 

-Ji bo avakirina encumeniya Hewreman xebatkirin ji bo ku xebatê ji çareseriya pirsgirêkên ziman, rewşenbîrî, perwerde, mîdya û xizmetguzariya herêma Hewreman.

 

-Hemû mijarên di konferansê de hatin girtina dest kirina pirtûk. Ew ji aliyê Zanîngeh, Walî, Qeymeqam û Rêveberiya Rewşenbîriya Helebce ve bên çapkirin.

 

-Ji bo zêdetir giringî bê dayîna ziman, çand û hunera Hewreman çêkirina hevsengiyek li gel Şebek, Bacelan, Zengene û Kakeyiyan. Her wiha lidar xistina konferansan li ser pêkhateyên cûda.

 

-Ji bo yek kirina rêziman û rênûsa Hewremanî li gel amadekirina keybûrdek bi zimanê Hewremanî, xebatkirin.

 

Bi amadekariya hinek rewşenbîr, çalakvan, nivîskarên Hewreman û alîkariya KNK’ê konferansa ‘Naskirina Hewreman’ û bi dirûşma ‘Bi zimanê Hewremanî Fikirkirin, axaftin, û nivîsandin’ duh saet 09:40’ê li salona Bûnekanî bajarê Helebce destpê kir û îro saet 16:30’ê bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin