Smiley face
sorani
Smiley face

'Nebûna demokrasiyê metirsiyê ji bo rojnamegeran saz dike’

2017-04-21 17:19:25
Pisporê karên qanûnî yên rojnamgeriyê û parlamenterê berê yê Iraqê Saman Fewzî diyar kir ku ji ber nebûna demokrasiyê rojnameger dibin metirsiyê dene û got: "Di qanûna rojnamgeriyê de girtina rojnamegeran hatiye rakirin. Lê, em girtinê jî bidin aliyekî rojnameger tên qetilkirin."



 

 

DANA OMER/SILÊMANÎ

 

Pisporê karên qanûnî yên rojnamegeriyê û parlamenterê berê yê Iraqê Saman Fewzî bi boneya 119. salvegera rojnamegeriya Kurd, li dijî binpêkirinên mafên rojnamegeran yên li herêma Kurdistanê bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ew hikûmeta herêmê  weke berpirsê  hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û rojnamegeran dibîne.”

 

‘Li herêma Kurdistanê demokrasî nîne’

 

Saman Fewzî ku ji ajansa me re axivî têkildarî azadiya rojnamegeran a li Herêma Kurdistanê wiha got: "Li herêmek ku serokê parlamentoyê şandine malê, em nikarin navê wê bikin herêmek demokratîk. Ji ber ku demokrasî nîne. Ji lewma divê em zêde şaş nemînin ku çima rojnameger dibin metirsiyê de ne.”

 

Saman Fewzî di dirêjiya axaftina xwe de ev jî got: " Divê medya berbi pêşve biçe. Lê, desthilat naxwaze were rexnekirin. Desthilat bersiva rexneyan bi kûştinan dide.”

 

Fewzî anî ziman ku di qanûna rojnamegeriyê de girtina rojnamegeran nîne û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Cihê keyfxweşiyêye ku di qanûnê de girtina rojnamegeran nîne. Lê rojnamgerên me yên hatine kuştin hene. Heta niha di dadgehan de ji bo medyakaran biryarên balkêş derdikevin. Rê nadin hindek ragihandin nûçeyan çêbikin. Dema serlêdana sûç jî dikin dadgeh serlêdana wan red dike û dibêje em serlêdana we qebûl nakin.”

 

Saman Fewzî  anî ziman ku nebesiyên ragihandinê û rojnamegeran jî hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê em bizanin ku xeletî û kêmaniyên rojnamegeran jî hene. Erkê meye ku em ji wan re bêjin nebesî û şaşitiyên we çine.” Em li bendêne ku kêmûkurtiyên medyakaran kêm bin. Ji bo bikarin bibin çavdêrên baş li ser desthilatê."

 

Saman Fewzî axaftina xwe bi rexnekirina rêveberiya herêma Kurdistanê bi dawî dike: " Ez di 119. salvegera rojnamegeriya Kurdî de ji desthilatdaran re dibêjim; Ew kursiyê ku ew li ser rûniştine erkeke li ser milê wane. Divê bibin xizmetkarên gel. Gel dengê xwe dane wan, dikarin wan rexne  jî bikin û heta erkê ku dayîn wan ji destê wan bigirin jî. Divê ew jî bizanin ku medya dengê gele û rêveber jî bi gel heye."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin