Smiley face
sorani
Smiley face

YPG: Welat Xerîb kamîreya xwe bi çeka xwe re kir yek

2017-04-21 17:18:16
Navenda Ragihandina  YPG’ê nasnameya yek ji damezrênerê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Xerîb Welat ê ku di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşekere kir.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandariya Giştî ya YPG`ê têkildarî şehadeta yek ji damezrînerê Navenda Raghandina YPG`ê Xerîb Welat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG`ê wiha ye:

 

Fermandariya Giştî ya YPG`ê got: “Xerîb Welat li gundê Sinkayê yê navçeya Şera ya Efrînê di sala 1992`an de ji dayikbûye. Lawê Efrînê di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Piştî ku xwendina xwe li dibistanên Efrînê diqedîne, berê xwe dide Helebê û li wir Enstîtuya Çandiniyê (Mehed Zîraî) dixwîne. Di sala 2012`an, bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bayê 19`ê Tîrmehê li xwe dipêçe, ciwanê 20 salî ala şoreşê bilind dike û bi hemû hêza xwe derbasî qada dîrokê dibe. Çeka xwe, kamîre û pênûsa xwe hildigire ser milê xwe û tevlî nava refên YPG`ê dibe.”

 

Fermandariya YPG’ê destnîşan kir ku di berxwedaniya 2012-2013`an de li qadên şer, li Serêkaniyê û Rimêla Paşa devê tifinga wî sar nabe, hevalê Xerîb dibîne ku tenê tifing têrê nake, divê kamîre û pênûsa wî jî sar nebin.

 

Fermandariyê di dewama daxuyaniyê de ev gotinkir “ “Di sala 2013`an de hevalê Xerîb derbasî qada ragihandinê dibe. Rêheval Xerîb bi awayekî çalak tevdigere, bê westandin her li qadên şer dimîne, bi her sê çekên xwe tifing, pênûs û kamîreya xwe ve berxwedaniyekî bê hempa dimeşîne û ji cîhanê re parve dike. Bi van xebatên xwe bingeha Navenda Ragihandina YPG`ê dide avakirin. Çiqasî riyekî bi zor û zehmetî be jî lê heval Xerîb bi vînekî ji agir û bi îradeyekî ji polat hemû astengiyan pûç kir û Navenda Ragihandina YPG`ê ava kir. Kamîreya xwe bi çeka xwe re dike yek û her kêliyekî ji jiyana rêhevalên xwe radigihîne. Bi wêne û dîmenên ku dikşîne rûpelekî nû di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de dide nivîsandin. Ciwanê ku çandinî dixwend niha tovê azadiyê diçîne û dara wî berhem dide.”

 

Daxuyanî wiha di dome: “Di sala 2014`an de ji bo şehîdan bide nasîn û wan ji nû de bide jiyan kirin dest bi xebatekî pîroz dike. Li Navenda Ragihandina YPG`ê dest bi karê derhênertiyê dike; bernameya Cangoriyên Azadiyê amade dike. Di Payîza 2014’an de bernameya Cangoriyên Azadiyê li ser ekrana Ronahî TV dest bi weşanê dike û heya roja îro jî dewam dike.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Ji destpêka Pêngava Xezeba Firatê ve ya ku di meha Mijdarê 2016`an de destpê kiribû hevalê Xerîb wekî endamê Navenda Ragihandina YPG’ê ev pêngav  di şopand û gav bi gav meşa şervanên azadiyê ji bo raya giştî û cihanê re radigihand. Roja 20’ê Nîsana 2017`an de, di eniyên pêşde li gundê Em Tenek ê ku dikeve bakûrê rojavayê bajarê Reqa de di encama mayinekê de hevalê Xerîb tevlî karwanên şehîdan dibe.”

 

Nasnameya endamê Ragihandina YGP’ê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav : Xerîb Welat

Nav û Paşnav : Xerîb Reşo

Navê Dayikê: Lemya

Navê Bav: Hemûş

Cihê Jidayikbuyînê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Em Tenek /Reqa- 20’ê Nîsana 2017



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin