Smiley face
sorani
Smiley face

Tevî hemû bê derfetiyan jî nexweşxaneya binarê Qendîlê xizmetê dike

2017-04-21 16:07:28
Tevî ku Wezareta Tendûristiyê ya Herêma Kurdistanê derman li ser nexweşxaneya gel a Binarê Qendîlê qût kiriye jî nexweşxane vekiriye û xizmetê ji gel re dike




 

MIHEMED HESEN/BINARÊ QENDÎL

 

 

Wezareta Tendûristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev qasî 8 mehane hindek derman li ser nexweşxaneya gel a Binarê Qendîlê qût kiriye. Lê, dilxwazên nexweşxaneyê tevî derfetên pir kêm jî xizmetê ji niştecihên binarê Qendîlê û welatiyên Başûrê Kurdistanê re dike.

 

Welatiyeke niştecihê Ranya ya serdana nexweşxaneya binarê Qendîlê kiriye, dibêje: “ Ev demeke dirêje ku ez têm vê nexweşxaneyê. Karmend û doktorên di vê nexweşxaneyê de dixebitin pir baş nêzî xelkê herêmê dibin. Hikûmeta herêmê derman li ser nexweşxaneyê qût kirine. Em weke welatiyên herêmê daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin ku hevkariyê li gel nexweşxaneya Binarê Qendîlê bikin ku ev nexweşxane xizmetê ji gelê Kurd re dike.”

 

Kerîm Ehmed ku ji bo dermankirinê hatiye nexweşxaneyê jî dibêje, cara yekêye ku hatiye vê nexweşxaneyê û wiha pêde diçe: “Min serdana pir nexweşxaneyan kiriye lê, min li vir dît ku bê cudahî xizmetê ji bo hemû kesê dikin. Doktor jî baş temaşeyê her kesê dike û baş nêzîkê hemû nexweşan dibe.”

 

 

Doktor Medya Mistefa ku di nexweşxaneya gel ya Binarê Qendîlê de bê mûce kar dike ragihand: “Ev nexweşxaneya gel ya Binarê Qendîlê ye. Berê nexweşxaneyek din li vir hebû lê, balafirên artêşa Tirk wê nexweşxaneyê bombebaran kirin û wêran kir. Niha ev nexweşxane ji aliyê welatparêzekî xelkê bajarê Silêmaniyê ve hatiye çêkirin, li vê nexweşxaneyê lêkolînên SONER, ESC, cihazê dil û her wiha beşê lezgîn jî heye.”

 

 

Di derbarê birîna beşek dermanan li ser nexweşxaneya gel ya Binarê Qendîlê de jî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Medya Mistefa got: “ Wezareta Tendûristî beşek ji dermanê me biriye. Raste sedem krîza darayiye ku di binkeyên din yên tendûristiyê de kêm kiriye lê belê pêwîste ev nexweşxane jî wekî nexweşxaneyên din were dest girtin. Em daxwaz ji hemû xêrxwaz û mirovahezan  dikin ku bikarin alîkarî ji bo nexweşxaneya gel ya Binarê Qendîlê bikin. Ji ber ku li rexmê bombebaranek zêde jî hêjmarek zêde ya xelkê herêmê tên nexweşxaneya me. Roja yekşemê heya pênçşemê deriyê nexweşxaneya me ji welatiyan re vekiriye.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin