Smiley face
sorani
Smiley face

YRD'ê roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir

2017-04-21 15:06:05
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke nivîskî da.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

YRD'ê Roja Rojnamegeên Kurd pîroz kir û diyar kir, ku rojnamegerên Kurd li gel her cure gef û zextan jî xebatên xwe didomînin. YRD'ê wiha got: "Çapemeniya Kurd a azad ji bo jiyaneke azad, xwedî vîn û demokratîk a Kurdan çêbibe xwedî mîsyoneke girîng e."

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li kedkarên çapemeniya azad ku ji bo bibin dengê heqîqetê her li ber xwe didin, her deqeya xwe dispêrên têkoşîna azadiyê pîroz dikin."

 

YRD'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser pêvajoya destpêkê ya avabûna çapemeniya Kurd û diyar kir 22'ê Nîsana 1898’an weşana rojnameya Kurdistanê weke Roja Rojnamegerên Kurd hatiye diyarkirin.

 

‘Çapemeniya azad bûye dengê civakê’

 

Bi berdewamî wiha hate gotin, çapemeniya Kurd a ku li mişextiyê dest pê kiriye heta bi pêvajoya Serxwebûnê ji bo ku agahî bi gel re were parvekirin çapemeniya Kurd ji bo jiyana azad têkoşîn jî daye, xebatên weşana Kurd ji bo welatê azad, avakirina civaka azad bûye yek ji girîngtirîn amûr. Ev sazîbûn bûye deng ji civakê re ku dixwaze azad bijî û bûye dengê heqîqetê.

 

‘çapemeniya azad her timî li aliyê civakê sekiniye’

 

Di daxuyaniya YRD’ê de hate gotin çapemeniya azad a Kurd bûye xwedî hêzeke wiha ji muxalefeta tîpik, tenê rexnegirî û bêalîgiriyê derbas bûye, bihurî ye û wiha hate gotin: 
"Li her devera ku civakîbûn di talokeyê de ye li hêla azadiya civakê sekiniye. Di rexnegiriyê de her wiha lê kola ye, bê ka jiyana civakê ya azad û xwedî vîn çawa wê were avakirin û hewl daye ku vê jî vebêje."

 

YRD'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser zext, êşkenceya li ser kedkarên çapemeniya azad ku têkoşîna azadiyê ya civakî didin û got, bêyî ku ji ya xwe werin xwarê xebatên xwe domandine û wiha bi pêde çû: "Her neferekî çapemeniya azad, bûye dengê Kurdê azad. Nûçegihanên ku di hedefa serdestan de ne, xwedî li kevneşopiya 119 salan derdikevin û berxwedana xwe didomînin."

 

‘Berpirsiyariyeke mezin ji ragihandina Kurd têxwastin’

 

YRD'ê peyama xwe wiha bi dawî kir: “Ji Mazlûm Dogan ta Mazlûm Erencî, ji Gurbetelî Ersoz ta  Deniz, Şîlan, Apê Mûsa, Rohat Aktaş, Evîndar Cûdî, Arhat, Nûjiyan û Evînan kevneşopiya berxwedanê hem azweriya me ya têkoşînê geş dike hem jî berpirsyariya me zêdetir dike. Em Roja Ragihandina Kurd li hemû kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe pîroz dikin."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin