Smiley face
sorani
Smiley face

‘Çapemeniya Kurd her timî di nava krîzan de ye’

2017-04-21 14:11:19
Mamostayê beşa ragihandinê ya Zaningeha Silêmanî Erkan Rauf diyar kir ku rewşa çapemeniya Kurd li Herêma Kurdistanê di asteke gelek xirab deye û nikare bi awayek azadane jî agahiyan biweşîne.


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/SILÊMANÎ

 

 

Di 119’mîn salvegera roja rojnamegeriya Kurdî de, hîna çapemeniyek standarta Kurdî  pêknehatiye û li Herêma Kurdistanê ji zext, qetilkirin û êşkencekirina rojnamegeran di lutkeye bilind de  cihê xwe digre.

 

Bi boneya 119. salvegera rojnamegeriya Kurdî Mamostayê Ragihandinê li Zanîngeha Silêmanî Erkan Rauf ji ajansa me re axivî diyar kir ku ji ber rojnameger agahiyên gendeliyê eşkere dikin tên qetilkirin û dibin gefê de dijîn û  got: “Ragihandina Kurd a Başûrê Kurdistanê her timî di warê naverok û pîşeyî de di nava qeyranekî de dijî. Ragihandinên ser bi partiyan her timî bangeşeya berjewendiyên siyasî yên wan partiyan dikin. Yên serbixwe jî ji ber nebûna zanyarî û ezmûnên baş li gorî têxwastin nekarîn di warê pîşeyî de xebateke baş birêve bibin. Bi zanabûn yanjî bêzanabûn gelek caran bi weşana xwe ketin bin xizmeta siyaseta partiyan.”

 

 

Mamostayê beşa Ragihandinê li zankoya Silêmaniyê Erkan Rauf di berdewamiya axaftina xwe de got: “ Niha ji ber sedemê krîza darayî dezgehên çapemeniyê û bi taybet ew dezgehên diyardikirin ku serbixwene ji ber rewşa darayî ku dixwastin piştgiriya wan were kirin hatin girtin yan ji di astekê lewaz de berdewam dikin. Li himberê vê medyayek bi kalîteyek baştir û bi piştgiriya darayiyek zêdetir derket holê, ev medyaya nû di aliyê teknîk û teknolojî de di astekê bilind de peyama medyayê digihîne xelkê. Lê belê di naverok de tevahî siyasî weşana xwe dike, pir caran wek dezgehekê propagandaya siyasî zanyariyan bi şêweyek belavdike. Çiqas xwe di aliyê medyayê de xwe wek  profesyonel bidin nîşandan, ev ji krîzek mezine di aliyê karê pîşeyê çapemeniyê de.”

 

Her wiha Erkan Rauf got: “ Li rexmê van hemû yekan ji nûçeyên ne rast (Fake News) ku niha beşek ji welatan bi plan û proje li himberê van nûçeyên nerast xebat dikin, lê belê li vir hikûmet bi xwe beşeke ji pêkanînane. Hikûmet li vir ji bo van nûçeyên ne raste (fake news) ku ji bo xapandina xelkê û bawerî bi zanyariyên rast ne anînê dide çêkirin, li aliyê din ji bo belge li ser gendeli û karê ne yasayî berdewam bikin bi binpêkirinan vana belavdikin.”

Mamostayê beşa Ragihandinê li zankoya Silêmaniyê Erkan Rauf herî dawî got: “ Rewşa azadiya xwe îfadekirinê di rewşekê pir xirab deye, mîna wê azadiya belavkirina zanyariyan ji di rewşekê pir xirab deye. Tevahiya ew kesên ku zanyariyên rast li gelin û belavdikin metirsiya tehdît û qetilkirinê li serin, kûştina çend rojnamegerek di çend salên derbasbûyî de belgeya van metirsiyê li ser azadiya belavkirina zanyarî û fikir û hizir dide çêkirin. Berdewam rewş ber bi xirabiyê ve diçe, jı ber wê rêveber bi xwe ji beşek ji gefên li ser azadiyêne.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin