Smiley face
sorani
Smiley face

Trump li dijî peymana nûkleerî ya li gel Îranê derdikeve

2017-04-21 11:20:38
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li dijî peymana nûkleerî ya li gel Îranê hatiye wajokirin derdikeve û dibêje: “Îran li gorî rihê peymana nûkleerî tevnagere. Emê di rojên pêş me de çend tiştên nû bikin.”



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke çapemeniyê lidarxist û derheqê peyamana nûkleerî ya Îranê de peyamên balkêş da û diyar kir ku peymaneke berbad bû, divê ticarî nehata îmzekirin.

 

Trump Îranê rexne kir ku got: "Îran li gorî rihê peymana nûkleerî tevnagere. Ev peymaneke zehf xirap bû. Ji lewma emê di dema pêş de hindek tiştên nû bikin.”

 

Trump got ku diviyabû ev peyman ti carî nehata wajokirin û wiha pêde çû: “Ez piştgiriya hemû peymanan dikim, lê ev peyman pir xirab e. Em mijarê pir bi baldarî analîz dikin û emê helwesta xwe di demeke herî nêz de eşkere bikin.”



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin