Smiley face
sorani
Smiley face

Konferansa naskirina Hewraman di roja duyem de dewam dike

2017-04-21 10:50:20
Konferansa naskirina Hewraman (Eşnasî Hewraman) li Helebce di roja xwe ya duyem de dewam dike û biryare îro êvarî bi dawî bibe.


 

 

 

ŞINA FAYEQ/ HELEBCE

 

Îro saet 09:50’an de  bernameya roja duyem ya  konferansa naskirina Hewraman ya bi dirûşma ‘bi Hewramî bi hizire, bi axive û bi nivîse’  destpêkir. Konferans bi pêşengtiya KNK’ê hatibû lidarxistin.

 

 Bernameya îro ya konferansê wihaye:

 

Panela çarem

 

-Mijara yekem zimanê dayikê bi navê ‘Hewraman zimanek cûdaye’ ji aliyê Mehdî Secadî ve tê pêşkêşkirin.

 

 -Mijara duyem zimanê dayikê bi navê ‘di buhrî û niha de  zimanê Hewramî’ ji aliyê Endazyar Sebah Cebarî ve tê pêşkêş kirin.

 

Panela çarem

 

-Mijara yekem piştguh xistina Hewraman di aliyê perwerdê de  bi navê ‘ Zimanê Hewraman hêvênê yekgirtina netewiye’ ji aliyê Refeet Murad ve tê pêşkêş kirin.

 

-Mijara duyem Endazyariya Hewraman bi navê ‘avahîsaziya Hewraman’ ji aliyê Endazyar Şiwan Musa Zade ve tê pêşkêş kirin.

 

- Piştî nîvro ji panela şeşem tê pêşkêş kirin.

 

-Mijara yekem li Hewraman rola ol, ji aliyê  Teyîp Tahrî Kakeyî ve tê pêşkêş kirin.

 

-Mijara duyem nebûna medyayek taybet ji bo Hewraman, ji aliyê Îsmaîl  Hacî Zelmî ve tê pêşkêş kirin.

 

-Mijara sêyem ji  li Hewraman rola wêje,  ji aliyê Adil Mihemed Yur ve tê pêşkêş kirin.

 

Di saet 15:00’an de ji peyama dawî ya konferansê  û xwendina encamên konferansê cih digre.

 

Saet 15:30’an de ji xelat tên belav kirin.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin