Smiley face
sorani
Smiley face

'Ji bo serxwebûnê pêwîstî bi referandûmê nake'

2017-04-20 18:20:42
 Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Heval Ebûbekir diyar kir ku bi fereradûmê di xwazin leyîstokeî din ya weke sala 2003'an bi xelkê bikin û wiha got;"Ji bo pêk anîna referandûmê, divê keramet ji bo mirovên Kurd û dezgehên fermî bên dayîn."


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

YNK û PDK niha ji bo komîsyonek hevbeş ya ji bo refefandûmê dixebin, lê nêrîna aliyên din ên li ser referandûmê ji he ne û didin diyar kirin ku divê di serî de dezgehên fermî yên weke parlamentoyê werin aktîfkirin.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Heval Ebûbekir têkildarî mijara referandûmê ji ajansa me re axivî û wiha got; "Li gorî me di sala 2005'an de referandûm hatiye kirin. Pêwîst bû di wê demê de û niha jî ji bo kar bi hata kirin. Eger em dixwazin kar bikin ji bo serxwebûnê, divê ji bo mirovê Kurd kerametê vegerînin. Herwiha dezgehên fermî bên aktîfkirin û rewa bibin."

 

'Ji bo serxwebûnê pêwîstî bi referandûmê nake'

 

Ebûbekir di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Li gorî baweriya min, piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê wê rewş weke dema rizgarkirina Iraqê ya di sala 2003'an de were. Çawa di wê demê de behsa referandûmê di nava destûrê de dikir, xwestin bi vê rê ji bo sûdên şexşî pereyan bi dest bînin. Em dibêjin îro ji heman leyîstokê bi gelê Kurd dikin. Pêwîst bû di sala 2003 û 2005'an de li ser biyar bi hata dayîn. Eger nekirine, divê niha bê kirin. Li gorî baweriya min, ji bo serxwebûnê pêwîstî bi referandûmê nake. Divê li dezgehên fermî biryar li ser bê dayîn."

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Heval Ebûbekir li ser pirsa 'Gelo heya parlamento aktîf nebe wê Tevgera Goran piştgiriyê bide referandûmê' wiha got; "Ev yek li ser biryara Tevgera Goran ya dawî dimîne, divê ew bi xwe biryara  siyasî ya xwe bide. Lê li gorî min, nabe referandûm ji bo hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê û parmentoyê bibe berdêl.   Herwiha nabe ji bo qûtê xelkê û mûçeyên xelkê ji bibe berdêl. Eger referandûm kirin, divê di pratîkê de bikin."

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin