Smiley face
sorani
Smiley face

Konferansa ‘Rola rêveberiya jin li Kurdistanê û astengiyên li pêşiya wê’ bi dawî bû

2017-04-20 17:16:27
Konferansa bi navê ‘Rola rêveberiya jin li Kurdistanê û astengiyên li pêşiya wê’ bi dawî bû. Du panel li konfransê hatin pêşkêşkirin û bi taybet jî rola jinê di demokratîzekirina siyasetê de, astengiyên li pêşiya têkoşîna wê û rêyên çareseriyê hatin gotûbêj kirin.


 

 

 

 

BÊRÎTAN ZAGROS/SILÊMANÎ

 

Konferansa ‘Rola rêveberiya jin li Kurdistanê û astengiyên li pêşiya wê’ li bajarê Silêmaniyê bi organîzasyona Enstûtiya Work, di saet 10:00’an de destpê kir û di saet 15:30’an de jî bi dawî bû.

 

Panela duyemîn dibin navê ‘Ezmûnên jinan yê di nava dezgehên hikûmî û parlementoyê de û her wisa astengiyên li pêş wan’ de hate pêşkêşkirin. 5 jinên panelîst yên ji partiyên Başûrê Kurdistanê axaftinên xwe pêşkêşkirin û pirsên mêhvanan bersivandin.
 

‘Armanca jinan ne desthilatiye’

 

Parlamentera berê ya Herêma Kurdistanê ya Tevgera Goran Kiwêstan Mihemed behsa ezmûnên xwe yên di nava parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û got: “Pêwîste jin li ser esasê pêkanîna xeyalên jinan tevlî xebatên parlamentoyê bibin û nûnertiya jinan bikin. Herçend jinên dilxwaz hene û hewl didin  di qanûnan de guhertinan çêbikin jî û xwedî projene jî lê, ji ber bernameya parlementoyê ji aliyê serokê parlamentoyê ve tê diyar kirin, ev pêk nayê. Di nava desteya serokatiya parlamentoyê, serokê komên partiyan de û lijneyan de jî jin nîne. Ji ber hêjmara kêm ya jinan di nava parlamentoyê de eger hemû jin tevlî biryarek bibin jî lê, eger jin beşdar nebin ew pêşniyar nayê pejirandin. Em nîvê civakêne û divê nîvê Parlamentoyê jî bibin jin. Hêza me heye ku em vêya bikin. Divê kota bibe sedî 50’î. Divê jin ji bo mafê jinan fraksyoneke xweser li parlamentoyê ava bikin.”

 

Kiwêstan bi berdewamî behsa projeyên xwe yên ji bo jinan kir û astengiyên li pêşiya wê hatine derxistin jî kir û got: “Gelek caran zilamên di nava partiyan de li parlamentoyê li dijî qanûnên ji bo berjewendiyên jinan tên pêşniyar kirin derdiketin û heta protesto dikirin. Ji bo qanûna zewaca bi çend jinan re, telaq, sûnetê bû ku pir bû pirsgirêk û beşek ji mêran li dijî vêya derketin. Weke jineke di nava parlamentoyê de ji ber astengiyên li pêşiya me, min nekarî xeyalên xwe yên ji bo jinan pêk bînim. Serokê parlamentoyê nehişt ku ev mijarane bikevin rojeva parlamentoyê.”  

 

‘Em dikarin ezmûnên jinên cîhanê ji xwere nimûne bigirin’

 

Wezîra Berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya YNK’ê Perwîn Babekir jî behsa ezmûnên xwe yên di nava hikûmetê de kir û got “Min di kargeha çîmentoyê de kar kir. Ev kar ku weke kareke zilaman dihate zanîn lê min karî vê xebatê bidim meşandin û biser bixim. Em ji ezmûnên cîhanê jî dibînin ku jin dikarin gelek tiştan bikin û xwedî rol bin di welatê xwede.”

 

 

Endama Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesor ji koma PDK’ê jî behsa hebûna jin di nava parlementoya Iraqê de kir û wiha axivî: “Piştî sala 2003’an ve hêdî hêdî demokrasî di nava siyasetê de pêşket û guhertin çêbû. Her wisa qanûnên hilbijartinê ketin dewrê. Di sala 2005’an de kotaya sedî 25 beşdarbûna jinan ji parlamentoyê re hate erêkirin. Jinên li ser kotaya jin beşdar dibin divê nîmûne û nûnerên baş bin. Hindek komîsyon hene qet jin di navê de nîne û cih nadin jinan. Eger jinên bihêz di nava partiyan de cih bigirin wê ew partiyên Kurd serbikeve. Bes divê jin xwe îspat bike û baweriya van partiyan qezenc bike ku dikare vî karî bike û bibe nimûneyeke baş.”

 

 

 

Parlamentera Herêma Kurdistanê ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Sergul Qeredax jî got: “Divê jin di parlamentoyê de xwe îspat bike û bizane ku di nava parlementoyê de dibin çavdêriyêdeye. Divê xwe ji bo civakê îspat bikî ku çi rol di parlamentoyê de lîstiye. Me her hewl dida mafê xelkê biparêzin. Di nava civakê de têgotin ku karê siyaset ne karê jinêye û beşek jinan jî bi vêya bawer dikin.”

 

 

Parlamentera Herêma Kurdistanê ya berê ya Yekgirtûya Îslamî Nasik Tofîq jî behsa hebûna jinên Îslamî di nava parlementoyê de kir û got: “Gelek jin hene ji zilaman serkeftîtirin. Jin dikarin di nava parlamentoyê de gelek çalak bibin. Eger jinek hem ji Rojhilata Navîn be, hem Kurd be, Sûnîbe û di nava partiyeke îslamî de be karê wê gelek zehmete û kes wêya qebûl nake. Ne tenê zilam çanda mêrsalar çêkiriye, jin jî para xwe di vêya de heye û jin jî di ber çêkirina vê çandê de berpirsyare."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin