Smiley face
sorani
Smiley face

Panela yekemîn a konferansa rola Rêveberiya jin li Kurdistanê bi dawî bû

2017-04-20 13:22:59
Panela yekemîn ya bi navê ‘Rola rêveberiya jinê li Kurdistanê’ ya Enstûtiya Work rêxistinkiriye bi dawî bû.  




 

 

BÊRÎTAN ZAGROS/ SILÊMANÎ

 

Li bajarê Silêmaniyê di saet 10:00’an de konferansek li ser ‘Rola rêveberî û fermandariya jina li Kurdistanê’ ku ji aliyê Enstûtiya Work ve destpêkiribû bi dawî bû û wê panela duyemîn jî piştî nîvro were pêşkêşkirin û heya saet 15:00’an dewam bike.   

 

Panela yekemîn ya jinan li ser mijara ‘Ezmûna jinan di jiyana siyasî de û astengiyên li pêş çine’ ji  çar jinên nûnertiya çar beşên Kuridistanê ve hatin pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina axaftina panelîstên panela yekemîn bi dawîbû.   

 

Endama parlementoya Iraqê û rêveberiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ala Talebanî ku axivî, destpêkê behsa têkoşîna xwe ya siyasî kir. Talebanî diyar kir ku astengiyên mezin li pêş têkoşîna jina li Başûr hene û wiha got: “Ez di nava serokên 16 komên (fraksiyon) partiyan yên parlementoya Iraqê de tenê yek jinim. Yanî di nava serokê 16 komên partiyan yên li parlementoyê de tenê yek jin heye. Eger çavê me li zilam be ku rê ji me re veke, mêr qet venake û astengiyan ji mere derdixin. Eger sîstema kota li vir nebaya wê hejmara jin a di nava siyasetê de pir kêmbaya. Li Başûrê Kurdistanê ku piştî salên 1990’î derfet li vir çêbû û partî aktîvbûn lê, derfet ji jin re nehate dayîn ku jin beşdarî siyaset, dem û dezgehên fermî bibin.”

 

‘Siyaseta mêr dibe sedema şer, alozî û koçberiyê’

 

Endama rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Narîn Engîzek rexne li siyaseta heyî kir û diyar kir ku siyaseta niha tê meşandin siyaseteke bi aqlê mêr dimeşeye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Siyaseta niha tê meşandin siyaseteke mêrsalar e. Ev siyaset ji aliyê beşek ve tê meşandin û dibe sedema şer, alozî û koçberiyê. Eger em siyaseta niha tê meşandin em baş tehlîl nekin emê nekarin bibin alternatîf jî.

 

‘Pêwîstiya jin bi fikreke serbixwe heye’

 

Gelek ezmûnên jinên cîhanê hene, heya cihek hatine lê, nekarîne fikrê mêrsalar derbas bikin. Pêwistiya jin bi fikreke serbixwe heye. Qeyranên hene çavkaniya xwe ji vêya digirin. Jin xwe di her qadek de li Kurdistanê îspat kiriye. Divê em vêya giştî û civakî bikin. Divê ev ne tenê ji bo beşek kurdistanê be. li Başûrê Kurdistanê gelek jinên dilxwaz hene lê, pêwîstiya xwe bi pêşengiyeke rast û bihêz heye. Divê em xwe ji siyaseta bi aqlê mêr rizgar bikin û serbixwe siyaset bikin.

 

‘Jin tevlî siyasetê dibin lê, ne bi reng û aqlê xwe’

 

Pêwîstiya me bi nasnameya jineke azad heye. Jin di gelek cihan de beşdarî siyasetê dibin lê, ne bi fikrê jinê tevlî dibe, bi aqlê mêr tevlı dibe. Ev jî zêdetir desthilatiyê çêdike. Desthilat, jinê ji bo xwe bikartînin. Divê jin xwe ji vê rewşê rizgar bikin.”

 

‘Jinên Kurd wer hêsan ne gihîştin vê astê’

 

Engîzek behsa astengiyên li pêşiya têkoşîna jinan li Kurdistanê jî kir û got: “Asta ku jin îro li Kurdistanê gihiştiyê wer hêsan nebû. Zêhniyeta desthilatdar ya mêr gelek astengî jêre derxist.  Eger jin xwe xweser rêxistin neke, wê nikare li dijî paşverûtiyê bisekinin. Leyla Qasim li dijî zêhniyeta desthilatdar û qirker bû nasnameya siyaseta jin. Berxwedana wê weke berxwedana netewekîbû. Sakîne Cansiz pêşenga me ya yekemîn bû ku rê ji me re vekir. Weke jina yekem bû ku bû nimûneya cesaret û îradeyê.

 

‘Siyaseteke bi aqlê jin dikare qeyranan çareser bike’

 

Ancax siyaseteke bi aqilê jinê qeyranan derbas bike û çareseriyê pêşbixe.  Me bêbaweriya li hember jin bi pratîka xwe derbaskir û şikand. Me di warê parastin û siyasetê de jî derbaskiriye. Dema em weke tevgera azadiya jin dikin, ji beşên Kurdistanê qut dest nagirin.  Heval sakîne dibeje ez ji leyla Qasim bandorbûm. Heval sema Yuce jî li girtîgehê wêneyê leyla Qasim daliqandibû. Evane pêşengên me bûn. Em dikarin ferqa xwe di her aliyekî de bidin nîşandan.”

 

Engîzek di dawiya axaftina xwede behsa keda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo jinan kir û got: “Dema me kongreya xwe ya yekemîn çêkir Rêber Apo rexne li me girt û got, divê siya mêr jî di nava kongreyê de nebe. Ev rexne ji bo wê bû ku jin bi îradeyeke serbixwe bikare karê xwe birêve bibie û bi aqlê xwe xebatên xwe bide meşandin. Em ne li dijî mêrin, em li dijî aqliyeta desthilatdar ya mêrin.”

 

‘Em alfabeya şoreşa jin û azadiyê ji Rêber Apo fêr bûn’

 

Endama Dîplomasiya Kongreya Star Hana Seydo jî behsa ezmûnên jinên Rojavayê Kurdistanê kir û wiha axivî: “Yên îradeya jinên azad derxistine holê şehîdên me yên jinin. Ezmûna jinên Rojava cihê mereqêye, herkes dişopîne. Şoreşa Rojava di encama keda têkoşîna 40 salan ya Rêber Apo de ye.”

  

‘Jinên Rojava di her qadek xwe gihandine û polîtîkbûne’

 

Li Rojava ne tenê jinek, hemû jin polîtîkbûne. Em çawa gihîştin vê astê pir girînge. Alfabeya azadiya jin em ji Rêber Apo fêrbûn. Di salên 1980’an de me vêya ji Rêbertî girt. Ya herî girîng jî jin di her qadeke jiyanê de li Rojava xwedî biryarin û biryarên xwe bixwe digirin.”

 

‘Li pişt berxwedana YPJ’ê îradeyeke siyasî ya bihêz a jinan heye’

 

Seydo behsa berxwedana YPJ’ê ya li Kobanê û Rojava raber kiriye jî kir û got: “Berxwedana YPJ ku gerdûnî bû li pişt wê îradeyeke siyasî ya bihêz a jinan heye. Jinên Kurd ji bo jinên Ermen, Suryan û Ereb jî bûn nimûne û pêşeng. Gelek jinên Ereb ezmûnên jinên Kurd dixwazin ji xwere esas bigirin.

 

‘Divê jin di biryarên şer û aşitiyê de hebin’

 

Jin nîvê civakêye. Biryarên şer û Aşitiyê divê jin û mêr bihevre bigirin. Jin biryara xwe ya siyasî, eskerî, civakî bixwe dide. Êdî em bixwe biryarên xwe didin û rêya xwe ya siyasî didin. Em rûberûyê astengiyên mezin tên lê, ji ber em xwedî hêzin em astengiyan derbas dikin. Em xwe li gorî pêwîstiyan rêxistin dikin û siyaset dikin.

 

‘Jin xwe di qada aboriyê de xweser rêxistin kiriye’

 

Me xwe di qada aboriyê de rêxistin kiriye. Ji ber sîstema kapîtalîst bi vê rêyê li jinê dide, ji lewma divê jin jî xwe di vê qadê bi awayeke xweser rêxistin bike. Ji bo jin xwe li ser piyê xwe bigire û serbixwe bibe, pêwîstî heye ku di vê qadê de jî çalak bibe.”

 

‘Têkoşîna jinê çiqas bihêz dibe êrîşen mêr jî ewçende zêdetir dibe’

 

Endama Kordînasyona Komalgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kuridstanê (KJAR) Gulan Fehîm jî axivî û got: “Têkoşîna jinên Kurdistanê yên li her çar parçeyan destkeftiyeke mezine. Têkoşîna jinê çiqas bihêz dibe, ewçende jî êrîşên mêr zêdetir dibin. Li hember têkoşîna jin a li Başûr jî êrîşên mêr yên ne naskirina îradeya jin, xwekûştin û kûştinên jinan li pêşe.”

 

Fehîm her wisa diyar kir ku Şîrîn Elehhûlî li zîndanên Îranê de li dijî sîstema desthilatdar berxwednaeke mezin kirye û got: “Di şexsê rêheval Şîrîn Elemhûlî de berxwedanek li dijî sîstema desthilatdar pêşket. Îran di her aliyek û qadek de hewl dide jinê biçewisîne.”

 

Gulan Fehîm: li Rojhilatê Kurdistanê asteke têkoşînê heye hem jî dibin pêşengiya jinê sîstemeke demokratîk pêşdikeve. Beşdarvanan silav kir. Em têkoşîna jin ya li beşên Kurdistanê weke destkeftiyeke mezin dibînin. Li hember têkoşîna bihêz ya jinê ewçende jî desthilatdariya mêr xwe ferz dike. Li Başûrê Kurdistanê xwekuştina jinan, ne naskirina îradeya jin li pêşe. Di şexsê heval şîrîn de berxwedanek li dijî sîstemê meşiya. Îran di her aliyek de îradeya jinan diçewisînin. Em xwe li hemû beşên Kurdistanê îspat kiriye lê, niha dema çareseriyê ye. Divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê em pirsigrêka ne wekheviya di navbera jin û mêr ya civaka Kurd de çareser bikin û ji bo wekheviya herdu cinsan têbikoşin. Her wisa divê em çînayetiyê ji holê  rakin. Biqasî derfetên xebatê hene ewçende jî astengî hene û zehmetî hene. Berdêl jî dixwaze. Lê, êdî derfetên xebatê jî ne kêmin. Em dikarin li dijî hemû astengiyan têkoşîneke baş bikin. Divê em bi îrade, aqilê jin tevlî siyasetê bibin û bi nasnmeya xwe têkoşînê bidin meşandin. Eger jin bi îrade, reng û aqilê jinê beşdar nebe wê ti fêdeyeke xwe ji bo jinan nebe. Divê em li ser esasê hîskirin û çareserkirina pirsigrêkên jinan têkoşînê bikin.”

 

Fehîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me jinên Rojhilat sîstema KJAR’ê ava kir. Neteweyên din yên li Îranê jî bi vêya kêfxweşbûne û ji mere jî gotine ku hêza çareseriyê û sîstema demokratîk wê bi pêşengiya jinên Kurd  pêk were.”

 

Konferans piştî nîvro jî heya saet 15:00’an berdewam bike.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin