Smiley face
sorani
Smiley face

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê û  Iraqê li pey hegemonyayê ye

2017-04-20 11:39:31
Dewleta Tirk ku ji sala 1992’an ve li Başûrê Kurdistanê û  Iraqê hewl dide bi avakirina baregehan re hakimiyeta xwe li ser herêmê çêbike, niha jî hewl dide bi operasyoneke derveyî sînor ya li hember Şengal û  Herêmên Parastina Medyayê têkoşîna azadiya tasfiye bike, hem jî hewl dide hegemonyaya xwe li ser herêmê berfireh bike.



 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê ku di sala 1991’an de li dijî Herêmên Parastina Medya pêkanî, baregehên îstîxbaratê yên bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re li hevkir û   di xeta Dihok, Zaxo û Hewlêrê de avakirin, di sala 1997’an de jî bi avakirina baregehên eskerî re derbasê qonaxeke din bû . Di van 30 salên dawiyê de Tirkiye ku bi avakirina baregehên îstîxbarat û  eskerî re li Başû rê Kurdistanê hebûna xwe da çêkirin, piştî êrîşên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Başûrê Kurdistanê 3 baregehên nû  avakir û  hewl da hebûna xwe li vir berfireh bike.

 

 Bi hebûna eskerî re gef li Başûrê Kurdistan û  Iraqê dixwe

 

 

Tirkiye ku di nava amadekariyeke nû  ya operasyoneke derveyî sînor ya li hember Şengal û  Herêmên Parastina Medyayê, di aliyek de jî PKK’ê weke sedem dide nîşan û  dixwaze xwe li Iraqê serwer bike. Ji ber rola Tirkiyê ya di dagirkirina DAIŞ’ê ya di sala 2014’an a Mûsilê de têkiliyên Tirkiye-Iraqê aloz bû , herî dawî jî ji ber sedema avakirina baregeha Başîka alotir bû. Bi avakirina baregehan re ku Tirkiye hewl dide li Başûrê Kurdistan û  Iraqê kontrolê bigire destê xwe, tê dîtin ku her ji berê ve dest ji vê daxwaz û  xeyalê xwe bernedaye.

 

Baregehên Artêşa Tirk yên li Başûrê Kurdistanê

 

 

Tirkiye, ku di sala 1992’an de hevkarî li gel PDK’ê kir û  di encamê de di xeta Dihok, Zaxo û  Hewlêrê de baregehên îstîxbaratê avakir, di sala 1997’an de ev baregeh veguherîn baregehên eskerî. Di rewşa heyî de baregehên eskerî li Bamernê, Şêladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Qumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û  Amediyê heye. Di van baregehan de tevî bi hezaran eskeran tank, top û  çekên giran hatine bi cih kirin. Her wisa li Hewlêr û  Dihokê jî şûbeyên MİT’ê (îstîxbarata Tirkiye) hene. Her wisa têgotin ku li herêma Herîr ya nêzî Hewlêrê jî balafirgeheke eskerî ya xwe ya berê careke din xistine dewrê.

 

 Gel nerazîbûn raber dike

 

Ji bo baregehên eskerî bên girtin Parlementoya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê di sala 2003’an de biryarek girtibû . Lê, ji ber PDK, li dijî sekinî ev baregeh ne hatin girtin. Bi kampanyayên îmzeyan yên li Başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin re daxwaza valakirina van baregehan hatin kirin. Lê, em bihêlin PDK girtina van baregehan bipejirîne, di heman demê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku baregehên nû  werin avakirin. Ev daxwaz di sala 2014’an de bi awayekê fermî ji aliyê berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate ziman.

 

Gotibûn ‘ji bo penaberan’

 

 

 Lê piştî ku DAIŞ di Hezîrana 2014’an de Mûsil dagirkir, di 25’ê Îlona 2014’an de Dizeyî ji Ajansa fermî ya Tirk Anadoluyê re axivî û  got, ji bo Tirkiye hevkariyê l igel wan bike, divê baregeh werin avakirin. Lê, Dizeyî wê rojê ji bo ‘penaberan’ kamp ji Tirkiye dixwest, di krîza baregeha Başîka ya di navbera Tirkiye-Iraqê de, diyar kir ku ew baregeh eskeriye û  Iraq jî destûra vêya daye. Ji ber Tirkiye, bi bahaneya kamp ji penaberan re çêdikin ketibûn axa Başûrê Kurdistanê û  li ser axa Iraqê ‘baregeha eskerî ya Başîkayê’ avakiribûn.

 

Baregeha Başîka avabû

Heman Sefîn Dizeyî di 6’ê Kanûna 2015’an de li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û  diyar kir ku Tirkiye sê baregehên nû  li ser axa Başûrê Kurdistan û  Iraqê avakiriye. Dizeyî di daxuyaniyê de wiha digot: “Tirkiye ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorê bi armanca perwerdekirina pêşmergeyan li herêma Soran û  Kalaçolan du baregehên eskerî avakirine. Lê bi taybetî ji bo baregeha ku tê gotin ‘li nêzî Mûsilê’ ye, ji gotina ku bêjin Başîka ye direvin.

 

 

Hêzên li Başîka hatin veguhestin

 

Çêkirina baregeha Tirkiyê ya bi hinceta DAIŞ'ê  li navçeya Beşîka a li bakûrê Mûsilê cara yekemîn di sala 2015'an de di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de bû sedema krîzê. Tirkiyê bi şandina sevkiyatek mezin a leşkerî ya duwem ji bo baregehê krîzê berdewam kir. Piştre tirkiyê bi şandina hêzên nû û ew hêz li ser baregehên li Başûrê Kurdistanê belavkirin sînor derbaz kir. Lê krîza herî mezin di cotmeha 2016'an de beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê çêbû.

 

Di arîfeya operasyona Mûsilê de krîz

 

Berî oerasyona Mûsilê destpê bike, Tirkiyê xwest li gel hêza Heşdî Watanî ya ku li Beşîkayê perwerde kirî ku piştre navê wê wekî 'parêzvanên Nînovayê' guhetî bi hêza  xwe tevlî operasyona Mûsilê bibe. Piştî Tirkiyê ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe serî li Konseya Parastinê a  Neteweyên Yekbûyî  ya  hikûmeta Iraqê (BMGK) da, Heşdî El Şebî  bi daxuyaniyekê ragihand ku dê leşkerên Tirk di tabûtan de paşve vegerin. Her wiha piştî daxûyaniya ABD'ê ya 'Kê tevlî Operasyonê bibe dê hikûmeta Iraqê biryara wê yekê bide' Tirkiye mecbûr ma ku gav paşve bavêje. Lê hebûna xwe ya leşkerî berdewam kir. Her wiha tê gotin ku piştî Krîza Beşîkayê Tirkiyê xebatên ku li Zumarê baregehek din ava bike meşandiye.

 

5 Partiyên siyasî gotibû 'Baregehan vala bikin'

5 partiyên Siyasî di 10'ê Cotmehê de bi daxuyaniyek hevpar xwestin Tirkiye ji axa Başûrê Kurdistanê vekiş. YNK'ê, Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Tevgera Îslamî û Partiya Komunîsta Kurdistanê hemûba hêza leşkerî ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê weke ji derveyî yasayan bi nav kirin û xwestin baregehan vala bikin.

 

Şengal Hedefa Yekem bû

 

Niha jî dewleta Tirk dixwaze dest  operasyona derveyî sînor ya ku ev demek dirêj bû amadekariyên wê dikir bide destpêkirin. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di 9 mehên dawî de Şengalê hedef digire û tîne ziman ku ewê li wir operasyonekê bidin destpêkirin. Êrîşa 3'ê Adarê a bi destê PDK'ê bi hêzên ku li Beşîkayê perwede kirî ku li Xanesorê pêk hat parçeyek ji vê konseptê bû. Piştî ev êrîş di raya giştî ya Kurd de rastî bertekên mezin hat, PDK mecbûr ma gav paşve bavêje û êrîş bê encam ma.

 

Hedef: Qadên parastinê ên medyayê

 

Medyaya Tirk jî artêşa ku ev demek dirêje di xeta sînor ya Mêrdîn û Şirnexê operasyonên leşkerî pêk tînine, ji bo operasyona bi navê 'Mertalên Dicleyê' ku dê li Şengalê destpê bike amadekariye nivîsî.  Lê raya giştî ya navnetewî ku Şengalê ji nêz de dişopînin diyar dikin ku bingeha avakirina operasyona ji bo Şengalê ne asane û hedef herêmên parastinê yên Medyayê ne.

 

Êrîşa hem wext

 

Li gor agahiyên ku hatîn wergirtin artêşa Tirk di serîde Kanîmasî, Bamernê, Batufa û Şeladizê, li baregehên xwe yên Başûrê Kurdistanê tevgera  leşker kom kiriye û plana êrîşê ji Amêdiyê hata Şeladizê amade dike. Tê gotin ku dê hên PDK'ê jî bi cilêln leşkerên Tirk tevlî êrîşê bibin. Li gel vê jî tê gotin ku dê 'Pêşmergeyên Roj' yên beriya niha di xeta sînorê Xanesor û Sinûnê ên Şengalê bi cih bûyîn jî armanc dike ku êrîşî şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê bike.

 

Dewleta Tirk ya ku bi xeyalên Osmanîtiyê bi tevgera dagirkeriyê ya bi navê 'Mertalên Firatê' li Sûriyê bi cih bûyî  bi heman şêweyî li firsetekê digere li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bi heman şêweyî dagirketiyê bimeşîne.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin