Smiley face
sorani
Smiley face

Ji 6 welatiyên Bakûr ên PDK’ê girtin hîna çarenûsa 2’an nediyare

2017-04-19 15:29:42
5 Welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku di 4'ê Adarê de bi hinceta tevlî çalakiya protesto kirina êrîşên li Şengalê bûne hatibûn binçavkirin duh êvarî hatin berdan. Ji Efendî Satici û Hacî Ozen jî agahî nayên girtin û polîs û asayîşa Hewlêrê jî red dikin ku du kesên wisa binçavkirine.



 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê yên bi navê Kutbettîn Niyazbaşi, Îbrahîm Dag, Aydin Ahmet Yalvaç, Bîlal Abîş û Firat Can ên ku roja 4'ê Adarê bi hinceta tevlî çalakiya protestûkirina êrîşên li ser Şengalê bûne hatibûn binçavkirin duh di saetên êvarî de li navenda polîsan a Hewlêrê serbest hatin berdan.

 

Hat zanîn ku Efendî Satici û Hacî Ozen ên di heman çalakiyê de hatîn binçavkirin, yek li asayîşa giştî û yek jî li asayîşa Hewlêrê tên girtin.

 

Li gor agahiyên ku ji welatiyên piştî 45 rojan hatin berdan hatîn wergirtin, hêzên asayîşê têkildarî sedema binçavkirian wan tiştek ji wan re negotine û di lêpirsînê re jî nehatine derbaz kirin. Li gor heman agahiyan bi awayekî keyfî ji ber tevlî çalakî û daxuyaniya çapemeniyê bûne di bin çavan de hatine girtin. Welatiyên ku hatîn berdan diyar kirin ku di bin çavan de rastî tecrîdê hatine û têkildarî rewşa xwe ya di bin çavan de ev tişt gotin: "Em hemû li nav girtiyên edlî di kaguşên cûda de dihatin girtin. Li wir jî nedihiştin em bi tu kesî re baxivin. Tenê yek berpirsyarê me hebû gava tiştek ji mere pêwist bibûya tenê destûr didan em bi wî re baxivin."

 

45 rojên di bin çavan de

 

Çekdarên PDK'ê di 3'ê Adarê de li navçeya Xanesor a Şengalê êrîşî şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê kirin. Di encama êrîşê de 5 şervanên YBŞ/YJŞ'ê û du gerîlayên HPG'ê yên ji bo navbeynkariyê çûyîn herêmê şehîd bûn. Ji bo protesto kirina vê êrîşê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî roja 4'ê Adarê ji bo daxuyaniya çapemeniyê li bajarê Hewlêr kom bûn. Lê hêzên asayîşa PDK'ê êrîşî girseyê kir û hîn girseya ku dixwest daxuyaniyê bide kom nebûyî hatin belav kirin û nêzî 40 kesan jî hatin  binçavkirin. Kesên hatîn binçav kirin yên ji Başûrê Kurdistanê di nava çend rojan de hatibûn berdan. Lê binçavkirina welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên ji ber sedemên cûda li başûr dijîn berdewam kir.

 

Di van 45 rojan de nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Saziyên mafên mirovan, gelek saziyên navnetewî yên ku HDP di nava wan de û partiyên siyasî ji bo serbestberdana welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê ketin di nava hewldanan de.

 

Ajansa me têkildarî aqûbeta 2 welatiyên Bakurê Kurdistanê de ku li Hewlêrê hatibûn desteserkirin de pêwendî li gel Berpirsê Asayîşa Giştî ya Hewlêrê Tariq Nûrî û her wisa rêveberiya giştî ya polîsê Hewlêrê Eqîd Ebdulxaliq Telat girt. Telat diyar kir ku welatiyên Bakurê Kurdistanê yên hatibûn binçavkirin hemû serbest hatine berdan û girtina Efendî Satici û Hacî Ozen de jıı diyar kir ku ti kesên bi vî awayî di girtîgehê de nînin. 

Berpirsê asayîşê Tariq Nûrî jî diyar kir ku red kir ku ev herdu welatî ji aliyê wan ve hatine desteserkirin û got, ti kesek ku li ser xwepêşandanan hatine girtin li gel me nîne. 

 

Li gorî agahiyên ku welatiyên hatine berdan dane ajansa me jî ev agahiyên rêveberiya asayîş û polîsên Hewlêrê pûç dike û dibêjin ku yek ji wan li  asayîşa Hewlêrê û yek jî li Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê tên ragirtin. 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin