Smiley face
sorani
Smiley face

Îranê destûr neda jina bi cilên Kurdî bibe namzeta Serokkomariya Îranê

2017-04-17 12:29:47
Wezareta Navxweyiya Îranê rê neda keça Kurd ku bi cilên Kurdî bikeve nav wezaretê de, jina ciwan a Kurd dixwast navê xwe ji bo serok komariya Îranê bi nivîse. Ev di demek wisan deye ku zêdetir ji hezar û 500 kesan navê xwe ji bo hilbijartina Serokkomariya Îranê nivîsandine.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a  Rojhilatê Kurdistanê heftiya derbasbûyî destûr nehat dayîn jina ciwan a Kurd û bavê wê bikevin nava Wezareta Navxweyiya Îranê de ku dixwest namzetiya xwe ji bo hilbijartina Serokkomariya Îranê dane. Sedema vê astengiya Wezaretê ji ber cilên Kurdanî yên ku li xwe kirî bû.

 

Ev rêgirtina li himberê wê jina Kurd hatî pêkanîn ji ber sedemê cilê Kurdî bû. Li aliyê din dinava 5 rojên nav nivîsê ji bo hilbijartina Serokkomariya Îranê de zêdetir ji hezar û 500 kes çûn Wezareta Navxweyî ya Îranê û navê xwe nivîsandin.

 

Li gorî madeya 115’an ya destûra Îranê, pêwiste kesê bixwaze bibe namzetê Serokkomariya Îranê divê zilamê siyasî û ji mezhebê Şîa be. Ji ber vê yekê Kurd ji ber di nasnameya wan de mezhebî Sunî nivîsandiye nikarin bibin serokkomar. Her wiha merca zilamê siyasî hatiye diyarkirin, hebûna jinan di nava pêşbaziya ji bo hilbijartinê de hatiye sinordar kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku di dîroka siyasiya rejîma Îranê de heya niha rê ji bo ti jinek û ti Kurdek ne hatiye dayîn beşdarî pêşbaziya hilbijartina serokkomariya Îranê bibe.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin