Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên ciwan yên Başûr jî dibêjin ‘NA’

2017-04-14 20:09:08
Rêxistina Jinên Ciwan yên têkoşer îro li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyekî çapemeniyê piştgiriyê dan dengê ‘NA’ ya referanduma 16’ê Nîsanê.  


 

 

 

MIHEMED SINE/SILÊMANÎ


 

Rêxistina Jinên Ciwan yên Têkoşer îro li bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgiriya dengê ‘NA’ ji bo referanduma guhertina destûra bingehîn a di 16’ê Nîsanê de li Tirkiyê bêkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniya jinên ciwan de faşîzma AKP’ê hate şermezarkirin û piştgiriya xwe ji bo dengê ‘NA’ ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di referanduma 16’ê Nîsanê de nîşandan.

 

Daxuyaniya Jinên Ciwan yên têkoşer wiha destpêkir: “Weke têzanîn li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ev demeke dirêje berxwedaneke mezin li dijî zêhniyeta desthilatdar ya Tirkiyê heye û di vê berxwedanê de bi sedan ciwan û jin bûn qûrbanî. Tevî hemû komkujiyên dewleta Tirk jî, gelê Kurd û hezên demokrasîxwaz serî li ber wan netewandin.”

 

Di dirêjiya daxuyaniya jinên ciwan de wiha tê gotin: “Weke em tev agahdarin wê di 16’ê Nîsanê de li Tirkiye referandumek çêbibe. Ya ji vê referandumê tê armanckirin zêhniyeta tekperestiye. Bi vê zêhniyetê hemû dengên azadîxwaz di çewisînin û bêdeng dikin. Ji lewma dengê ‘Na’ ji bo vê referandûmê hawara azadîxwazane ji bo hemû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.”

 

 

Jinên Ciwan diyarkirin ku Erdogan, bi ferzkirina desthilatdariya xwe dixwaze komkujiyan zêdetir bike û wiha pêde çûn: “Erdogan dixwaze bi ferzkirina desthilatiya xwe, komkujiyan zêdetir bike û mirovan zêdetir qetil bike. Mûdexeleyên Tirkiye yên vê dawiyê ji bo Başûr çêdike, van gotinên Erdogan bibîr mirov dixe ku dibêje, emê împeratoriya Osmaniyan damezrînin. Ji ber vê yekê em wer difkirin ku encamên vê referandumê wê bandoreke xwe ya rasterast li ser Başûrê Kurdistanê çêbibe.”

 

Piştî xwendina daxuyaniya jinên ciwan dirûşmên; ‘Na ji bo zêhniyeta Erdogan’, Na ji bo bêdengkirina fikrên azad’ û ‘Na Na Na’ hatin gotin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin