Smiley face
sorani
Smiley face

Bayik: Niyeteke me ya em hêzek eskerî li Başûr çêbikin û xwe hakim bikin nîne

2017-04-11 13:40:22
Cemîl Bayik diyar kir ku, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê ne bi destwerdaneke eskerî, bi demokratîkbûnê heye û got: Ti derdeke me ya em hakîmiyet li ser Başurê Kurdistanê çêbikin nîne. Em alîgirê demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê ne.”


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiva pirsên Kemal Çomanî yê El-Monîtor da. Bayik di hevpevîna xwede nirxandinên girîng kirin. Me jî wekî RojNews’ê, ji vê hevpeyvîna dirêj beşa Başûrê Kurdistanê eleqeder dike, berhev kir. Me kir du beş û emê sibe jî beşeke vê hevpeyvînê li gel we parve bikin. Di beşa îro de hebûna PKK’ê ya li Şengalê, pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê yên demokratîkbûnê, pêwendiyên PDK’ê ya li gel dewleta Tirk tê nirxandin.

 

‘Hevalbendê herî baş yê Tirkiyê PDK’e ye, hevalbendê PDK’ê jî yê herî baş Tirkiyeye’

 

* Hêzên Tirk sewqî Başîkayê hatibû kirin. Herçend ev sewqiyat di bin navê perwerdekirina Sûniyan de hatibe çêkirin jî dihate zanîn ku armanca wan li Şengalê êrîşkirina ser PKK’ê ye. Di serî de rêveberiya herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rayedarên PDK’ê bi dehan caran bang kiribûn ku hêzên we ji Şengalê derkevin. Piştî çûyîna Barzanî ya Tirkiyê destwerdana PDK’ê ya ji bo Şengalê çêbû û pevçûn destpêkir. Li hember ev destwerdana PDK’ê wê helwesta PKK’ê çi be? Eger hezên Tirk mûdexeleya Şengalê bike, ev şer wê rengeke çawa bigire?

 

Em dikarin vêya pir bi rehetî bêjin; Hevalbendê herî baş ê niha yê PDK'ê Tirkiye ye, hevalbendê herî baş ê Tirkiyeyê jî PDK ye. Dewleta Tirk, dema li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, piştgiriyê ji PDK'ê digire. Me têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re rast nedît û rexne kir. Ji ber ku kiryarên du salên dawî yên dewleta Tirk li holê ne. Pêwîste, partiyeke Kurd têkiliya xwe bi dewleteke bi vî rengî re di ber çavan re derbas bike. Lê belê PDK li şûna ku vê bike, bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd helwesteke hevpar nîşan dide. Vê yekê ne tenê li Şengalê dike, li Rojava jî dike, li Bakur jî dike. Demeke dirêj e ku dewleta Tirk Şengalê weke hedef nîşan dide. Li gel vê yekê, rayedarên PDK'ê jî ev weke hedef nîşan dan. Herî dawî, piştî ku Mesût Barzanî çû Tirkiyeyê û vegeriya, hêzên ser bi PDK'ê êrîşî Şengalê kirin. Bêguman ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

 

‘Divê Şengal xwe bixwe birêve bibe’

 

Êdî ne gengaze ku Şengal vegere dema beriya 3’ê Tebaxa 2014’an. Divê Şengalê xwe bi xwe birêve bibin, bigihîjin pergaleke xweparastinê. Me ji vêya re got, rêveberiyeke xweser û demokratîk ya xwe dispêere civakeke demokratîk. Me got xweseriya demokratîk. Ev deyneke wijdanî û exlaqî ya me Kurdan tevan e. Rast nîne ku PDK bibejê ezê bi feraseta rêveberiyeke otorîter navendî ya berê re xwe li ser Şengalê hakîm bikim. Ev dê were wê wateyê ku ew trajediya li Şengalê rû daye ji nedîtîve were.  

 

Pirsgirêka me, nêzîkatiya me ne ewe ku wê kî li Şengalê hakîm bibe yan jî nebe ye. Wê jiyana azad û demokratîk ya Êzidiyan li Şengalê çawa be, xwerêveberiya wê dê çawabe, ji bo fermanekî din nejî divê xwe bigihîne sîstemeke siyasî ya çawaye? Ya ji bo me girînge ev e. Hewldana me ji bo vêya ye, ji ber vêya gerîla li wir piştgiriyê dide YBŞ’ê.

 

‘Divê demildest ji Şengalê vekişin’

 

Me li gel PDK’ê hevdîtinan çêkir. Me got, em bihevre hewl bidin Êzîdxan xwe rêveberî û rêveberiya xwe ya xweser ava bikin, di vê mijarê de xwedî berpirsyariyeke hevbeş tevbigerin. Her wisa me got, bila hemû hêzên Êzidî werin cem hev û bibin rêveberiyek hevpar û meclîseke hevpar ava bikin. Dema em di nava hewldaneke wiha de bûn û me digot, em bi hevdîtinan dikarin hemû Êzidiyan kom bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin, rûdana vê êrîşê, nayê qebûlkirin. Ji lewma em jî mina YBŞ û Meclîsa Êzidiyan dibêjin, diyar dikin ku divê hezên li wir demildest ji wir vekişin. Em nizanin di nava hêzên wir yê eskerî de kî hene. Tê gotin ku beşek wê hêzên zêrevaniyê yên PDK’ê ye, beşek wê eskerên bi pere yên ji aliyê PDK’ê ve hatine perwerdekirin e, hêzên kontra yên li dijî şoreşa Rojava perwerde dîtine ye. Her wisa têgotin ku di navê de eskerên Tirk û endamên hêzên wan yên taybet hene. Ji ber ku li Başîkayê hezên Tirk heye. Ev hêzên Tirk wek têgotin, bi awayeke esasî ne ji bo perwerdekirina sûniyan e. Derdê Tirkiyê ewe ku yek Kurdeke ku nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê nebe xwedî destkeftî. Ji lewma dikare bêgotin ku ew jî di nava vê pîlanê de cih digirin. Jixwe êrîş piştî çûyîna Barzanî ya Tirkiyê pêkhat. Dema ev rastî li holêbe, kî dikare îda bike ku ev êrîş ji Tirkiyê serbixwe û ji hêzên Başîka serbixwe pêkhatiye.

 

‘Eger Şengal tine bibe wê Êzidî jî tine bibin’

 

Derdê me tenê ewe ku sîstemeke xweser ya Şengalî bikarin birêve bibine. Ji ber ku eger parastina wan bixwe hebaya, wê rû bi rûyê fermana 73’an nebûba. Eger xweparastina Êzîdiyan hebaya, dema DAIŞ hat dê wisa revîbana? Ma dê wir wisa hiştiba? Ji ber ya Êzîdiyan ser piya dihêle Şengal e; dema Şengal tinebû wê demê dê Êzidî jî tine bibin. Ji bo Êzidî tine nebin, wê ciwanên Êzidî li wir li berxwe bida. Dema DAIŞ êrîş kir, helwesta PDK’ê raber kir li holêye. Ma li beramber vê helwestê dê êdî Êzidî xwe ji însafa PDK’ê re terk bikin? Ma dê bawerî bi ew gotinên PDK’ê ya dibêje, emê we biparêzin bîne? Beriya DAIŞ were jî digotin, emê we biparêzin. Heta li dijî êrîşên DAIŞ’ê dema me got, em jî werin wir, emê jî biparêzin; gotin, pêşmerge heye, pêwîst nîne. Heta hevalên ku me şandin wir jî girtin. Lê, derket holê ku rastî ne wisaye. Ji lewma nabe ku Êzidî hebûna xwe, siberoja xwe ji însafa hinek din re bihêle.

 

‘Şengal pirsgirêka cîhan û mirovahiyêye jî’

 

Em vêya jî dikarin pir vekirî bêjin, ev pirsgirêk tenê pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka partiyên Kurd nîne, pirsgirêka tevahî cîhan û mirovahiyê ye. Divê herkes hevkariyê li gel Êzidiyan bike ku bibin xwedî rêveberî û xwedî pergaleke xwe ya parastinê. Ji xwerêveberiyeke hebûna Kurdan bixe bin ewlehiyêre divê Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî bike. Di serî de jî divê destûrê nede PDK’ê ku wek beriya 3’ê Tebaxê bûye li Şengalê hakîmiyeta xwe saz bike. Divê piştgirî û hevkariya YBŞ’ê û meclîsa Êzidiya bike. Divê bang bike ku PDK hêzên xwe demildest ji Şengalê vekişe. 

 

‘Ev êrîş, ev pevçûn ne şerekî birakûjiyê ye’

 

Nêzîkatiya me ya Şengalê diyar, helwesta me ya li hember van êrîşan jî zelal e. Ev şer û pevçûn ne şerekî birakûjiyê. Berovajiyê vêya êrîşa li ser gelê mazlum yê Kurd e. Li vir jî berxwedana gelê mazlum yê Şengalê heye. Bigotina ‘Birakûjî’ re wekhevkirina yê mazlum û zalim, yê êrîşkar û berxwedêr wekhev nîşandane, ev jî rast nîne. Ji lewma em dibêjin ku divê, hemû gelê Kurd, hemû hêzên siyasî yên Kurd, saziyên demokratîk, nivîskar, rewşenbîr, hunermend wijdanî û exlaqî nêz bibin, li gel berxwedana Êzidiyan bin. 

 

‘Gotinên dibêjin Îran û Malîkî piştgiriya PKK’ê dike, gotinên xeyrî exlaqîne’

 

* Têgotin ku YBŞ ji hikûmeta Iraqê mûçe digire û Îran jî alîgir e ku ev hêz li wir be. Her wisa PDK, PKK’ê bi piştgirî girtina ji Nûrî El Malîkî û Îranê tewanbar dike, ev gotin rast e?

 

Tewanbaweriyên wiha tewanbariyên erzan in. Li holêye ku PKK çawa çûye Şengalê. Dema gerîla çû Şengalê ne Iraq parast ne jî PDK parast. Gelê me yê Êzidî bêparastin. Xweberpirsyar dîtina PKK’ê û destwerdana wir kirin, dîsa şoreşgerên Rojava ku biberpirsyar tevgeriyan û destwerdan kirin bi temamî ji ber sedemên mirovî û wijdaniye. Ev ji ber xwe berpirsyar dîtina me ya di ber gelê me yê Êzidî de ye. Ji lewma gotinên wek, li wir Îran piştgiriya PKK’ê dike, Malîkî piştgirî dike, gotinên bê exlaq in. Wê demê emê jî bêjin ji bo PDK rewşa xwe ya li Şengalê veşêre vana dibêje. Başe, di nava van herduyan de kîjan hîn rasttire û zêdetir bi eqlê mirov dikeve?

 

Li Şengalê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn hatiye kirin. DAIŞ’ê paşde zivirandiye. Eger hinek ji paşxistina DAIŞ’ê ya li wir nerehetbin, ev me eleqeder nake. Me helwest raberê qetilkirina Tirkmenan a li Telafer ji aliyê DAIŞ’ê ve jî kir. Lê, ti hêzekê Tirkmenan nebû, ji lewma ev nêzîkatiya me bêbersiv ma. Em alîgirbûn ku Êzidî û Tirkmen bi awayeke hevpar têkoşînê li dijî DAIŞ’ê bikin. Ji ber Tirkmenên Telaferê Şîî ne vêya bi Îran û Malîkî re girêdan birastî jî nêzîkatiyeke xeyrî exlaqiye. Destwerdana gerîla ya Şengalê pêwendiya xwe ne bi Îranê re ne jî bi Malîkî re heye. Helbet têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Şengalê û derdora Iraqê, Iraqê jî memnun dike. Nirxandinên wiha tenê ji bo PDK rastiya xwe ya li vir veşêreye. Bi van nirxandinan nikare rewşa xwe ya li Şengalê a li beramber DAIŞ’ê jiyan kir veşêre.

 

‘Gotina Îran alîgire YBŞ li Şengalê be gotineke bêşerm e’

 

Têkiliya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya bi Iraqê re çi be ya YBŞ jî wisa ye. Şengal hîna jî di nava sînorên Iraqê de ye, her wisa Şengal hîna jî dibin gefa DAIŞ’ê de ye. Iraq jî dibin gefa DAIŞ’ê deye. Zehf xwezayî ye ku ev herdu aliyên dibin gefa DAIŞ’ê de di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgiriya hev bikin. Gotina Îran, alîgire ku YBŞ li Şengalê be jî gotineke bêşerm e. Ma YBŞ hêzeke derveye ku Îran alîgire ew li wir be! YBŞ hêza wir bixwe ye. Hêza parastinê ya gelê wir e. Ji lewma nirxandinên wiha nirxandinên erzan in.

 

‘PDK dixwaze îradeya Êzidiyan bişikîne’

 

Ya divê esas were nirxandin têkiliya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk e. PDK bi dewleta Tirk re hewl dide vîna xwerêveberî û parastinê ya Şengalê bişikîne. PDK ku her timî Êzidiyên Şengalê bi dewleta Tirk tehdît dike, dide nîşandan ku ka di nava siyaseteke çiqas qirêj de ye. Çawa ku dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Bakurê Kurdistanê re hewl dide vîna gel bişikîne, PDK jî dixwaze vîna Êzidiyan bişikîne. Eger tişteke rast hebe, ev jî ev e. Eger wê behsa têkiliyên bi hêzên derve re were kirin, hêza ku herî zêde xwe bi hêzên derve re girê dide, bi guh dayîna gotinên hêzên derve re tevdigere PDK ye. Êzidî ne girêdayî ti hêzekê derve ne. Li ser bingeha hevkariya Tevgera Azadiya Kurd parastina xwe û rêveberiya xwe avakiri ye. Eger têkiliyeke YBŞ’ê û rêveberiya wir heye ew jî bi Tevger Azadiya Kurd û şoreşa Rojava re heye.

 

‘Çawa ku PKK parçeyên din yên Kurdistanê bandor dike Başûr jî bandor dike’

 

* PKK li Herêma Kurdistanê ya Iraqê zêdetir bihêz bûye. Têzanîn ku têkiliya YNK û Goran bi PKK’ê re baş e. PKK gelek kom, partî û rêxistin, rêxistinkiriye. Hinek derdor alîgirin ku PKK li herêma Kurdistanê ya Iraqê baskeke leşkerî damezrîne. Çima PKK germ nêzî bangawaziyên ciwanên ji beşên din yên Kurdistanê yên di vî warî de lê, ji bo Başûr zêde germ nêz nabe? Yan hun tam zêde amade nînin bi awayeke bihêz bikevin herêma Kurdistanê ya Iraqê?

 

Sekna îdolojîk û feraseta azadiya civakî ya PKK’ê a di xeta Rêber Apo de nabe ku bi sînoran re were tengkirin. Îdeolojî nayên sînordarkirin. Ji lewma felsefe, paradîgma, xeta îdeolojîk, feraseta azadiya civakî ya ku Rêber Apo li pêş dibîne, sînordarkirin û hepsê parçeyeke Kurdistanê kirin nabe. PKK ne tenê tevgereke siyasiye. Têkoşîna îdeolojîk a PKK armanc dike aliyên xwe yên îdeolojîk, azadiya civakî û demokrasiyê heye. Ji lewma çawa ku PKK parçeyên din yên Kurdistanê bandor dike Başûrê Kurdistanê jî bandor dike, wê bi berdewamî jî bandor bike. Ne gengaze ku pêşî li vêya were girtin. Bi zorê û zorbatiyê kes nikare pêşî li pêşketina xeta Rêber Apo ya di nava civaka Kurd de bigire. Ji ber di dîrokê de ti astengî, ti zorbatî, ti gef nekariye pêşî li olan, baweriyan, îdeolojiyan, felsefeyên azadiyê û ferasetên demokrasiyê bigire. Ji ber vê helbet, wê xeta Rêber Apo û Tevgera Azadiyê li Başûrê Kurdistanê pêşbikeve.  

 

‘Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi demokratîkbûnê heye’

 

Îdaya me ev e; eger li Başûrê Kurdistanê zêhniyeke demokratîk pêşbikeve, wê ne tenê Kurdan wê Iraqê jî mecbûrê demokratîkbûnê bike. Dema Iraq demokratîk bû wê Başûrê Kurdistanê di nava sîstema siyasî ya Iraqê de bibe hêza herî bibandor. Wê ne tenê di jiyana siyasî û civakî ya Iraqê de, wê bandorê li tevahî jiyana civakî û siyasî ya Rojhilata Navîn jî bike. Lê, em wer difikirin ku hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vê rewşa xwe û van avantajan baş bikarnayne. Eger demokratîkbûn li Başûrê Kurdistanê pêşbikeve, wê hêza Başûrê Kurdistanê wê ji ya îro deh qat zêdetir bibe. Demokratîkbûn, Başûrê Kurdistanê lewaz nake. Berovajiyê vêya dê bandoreke xwe ya pozîtîf li ser Iraq û Rojhilata Navîn hebe. Dema di federasyona Başûrê Kurdistanê de demokratîkbûn pêşbikeve wê ne tenê pirsgirêkên xwe yên siyasî û aborî yên niha çareser bike, wê di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û Rojhilata Navîn de jî xwedî roleke pozîtîv be. Em wer bawer dikin ku pêşketina xeta Rêber Apo ya li Başûrê Kurdistanê dê encamên wisa pozîtîv li gel xwe bîne.

 

‘Em di wê baweriyêdene ku li Başûr feraseta rêveberiyê negihiştiye karektereke demokratîk’

 

Li Başûrê Kurdistanê federasyonek heye, rêveberiyeke Başûrê Kurdistanê heye. Helbet em ev feraseta rêveberiyê ya li Başûrê Kurdistanê kêm dibînin û wer difikirin ku ne gihîştiye karektereke demokratîk. Ji bo bigihije karektereke demokratîk jî ancax bi têkoşîneke îdeolojîk û siyasî bibe. Ji lewma em nafikirin ku ev wisa bi hêzeke çekdarî çêbibe. Nêzîkatiyeke me ya wisa nîne.

 

‘Ti niyeteke me ya em hêzeke eskerî li Başûr çêbikin û xwe hakim bikin nîne’

 

Karektereke xeta me ya îdeolojîk û siyasî jî bi xwespartina civakeke demokratîk û rêxistinkirî re, avakirina sîstemeke bixwe bikare xwe birêve bibe. Li ser vê esasê em di wê baweriyêdene ku divê li ser esasê xwerêveberiya demokratîk ya civaka rêxistinkirî, xweparastina gel bixwe jî hebe. Parastina civakê tenê ji êrîşên rêveberiya navendî re hiştin kêm dimîne. Jixwe me vê kêmasiya mezin di dema êrîşên DAIŞ’ê de dît. Ji ber li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê parastineke xwe dispêre civakê bixwe nebû têkoşîneke berxwedanê pêşneketiye. Ji lewma em dibêjin ku di vê gel li her derê li ser esasê xwerêveberiyê, parastina xwe û her wisa parastina xwe ya sivîl ava bikin. Ti nêzîkatiyeke me ya em hêzeke eskerî li Başûrê Kurdistanê çêbikin û bi vî awayî xwe hakîm bikin nîne. 

 

‘Xeta me ya îdeolojîk federasyona Başûrê Kurdistanê mecbûrê demokratîkbûnê dike’

 

Bêgûman rêxistin û komên girêdayî xeta Rêber Apo derdikevin. Ev jî rewşeke normal e. Îdeolojiyeke giştî gelên Rojhilata Navîn bandor dike, li Başûrê Kurdistanê jî bi dîtina zemîneke civakî re xwe rêxistinkirin jî tê fêmkirin.

 

Ancax, PKK ne xwedî nêzîkatiyeke wisa ye ku rasterast li Başûrê Kurdistanê bi bikaranîna hêzeke eskerî ya li vir re, bi avakirina hêzeke eskerî re hakîmiyet li ser siyasetê çêbikin. Pirgirêk ne pirsgirêka amadebûn ne amadebûnê ye. Em ne di nava nêzîkatiyeke wisan de ne. Lê, xeta îdeolojîk û siyasî ya Rêber Apo her ku di civaka Kurd û hêzên wê yên siyasî jî bandor dike. Em wer difikirin ku ev jî federasyona Başûrê Kurdistanê mecbûrê demokratîkbûnê dike. 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin