Smiley face
sorani
Smiley face

Engîn: Tenê yekîtiya netewî dikare dawî li enfalan bîne

2017-04-10 15:23:58
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Qasim Engîn, boneya salvegera Enfalê ji ajansa me re axivî û ev nirxandîn kir: "Ji bo ku em rê li pêşiya enfalan bînin divê em yekîtiya xwe ava bikin." Engîn anî ziman ku Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşe û metirsiyên mezin pêşiya gelê Kurd heye.



 

 

RÊNAS ARYEN/QENDÎL

 

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Qasim Engîn derbarê salvegera Enfalê, daxwazên hêzên dagirker, metirsiyên û derfetên pêşiya gelê Kurd, avakirina kongra netewî û yekîtia gelê Kurd de ji ajansa me RojNewsê re axivî. Engîn got ku: "Tenê yekîtiya netewî dikare dawî li enfalan bîne."

 

Wateya Enfalê çiye û çawa hate pêkanîn?

 

Enfal yek ji sûreteke Qurana pîroz e. Di dema berê de dema hezên îslamî êrîş dibirin ser herêmekî û wir kontrol dikirin, her çi bi destê wan diket dest didanîn ser û ev ji bo wan helal bû. Ji ber vê ew cihê ku dikirin hedef û êrîşî wir dikirin ne îslamî bûn. Yanî di wateya ku kafir, bê dîn û bê bawerîbûn. Di dîroka me de jî behsa enfal têkirin. Weke çawa di sala 1988’an de di meha sibatê de rejîma faşîst a rûxayî ya Sedam Hisên dest bi operasyonekî li ser gelemperiya Başûrê Kurdistanê kir û weke heşt qonaxan pêkanî. Ya di vir de ecêb jî ew bû ku Sedam Hisên jî Kurdan weke kafir û bêdîn hesap dikir û dijmin Kurdan her timî Kurdan derveyî îslamê dibînin û dikin bahane da ku Kurdan û Ereban bikin dijminê hevdû.

 

Di meha sibata 1988’an de Sedam Hisên dest bi qonaxên enfalê kir. Di heman demê de şerê di navbera Îran û Iraqê de jî hebû. Çima ev şer di vê demê de destpê kir?

 

Sala 1980’î û 1988’an de şereke dijwar di navbera Iraq û Îranê de hebû. Sedema vêya jî ew bû ku Iraq di sala 1954’an de parçeyek ji axa Iraqê dabû Îranê da ku bikarê li dijî Kurdan şer bike. Sedema şerê di sala 1988’an de rû da jî ew bû ku dixwest ev parçeya ax ya dabû Îranê careke din dest bixe. Helbet seden ne ev tenê bû. Ji ber ku di vê demê berjewendiyên welatên rojava jî li Rojhilata Navîn de hebûn. Her wisa wek tê zanîn di sala 1989’an de li Îranê şoreşek çêbûbû û komarek bi navê komara îslamî ya Îranê hatibû avakirin. Li ser vê bingehê jî dixwestin ku Îran paşve biçe. Di encamê de şereke giran destpêkiribû. Hêzên Rojava jî piştgiriya li Sedam kirin, da ku bi temamî tevgerên Kurd nemînin. Û pişt re Sedam jî ev operasyona bi navê Enfal da destpêkirin.

 

Çima Kurd nekarîn sûd ji van aloziyan werbigrin?

 

Kurd dikarîn sûd ji van aloziyan bigirin. Lê, mixabin ne ku sûd wernegirt, di navbera hinek rêxistinên Kurd şer û nakokî hebû. Heta li hinek deveran jî li hember hev di nava şereke dijwar de bûn. Hinek rêxistinên Kurd yên Başûr beşdarî vî şerîbûn û piştgiriya Îranê kirin. Hinek rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê jî piştgiriya Îraqê dikirin. Ew şerê ku em "birakujî" binav dikin ta heya wê demê jî diçe. Ji ber hinek mirovên Kurd di vî şerî de xwîna hev rijandin û hatin kûştin.

 

Çima qonaxên enfalê heya 6 mehan berdewam kir, çima hezên nav dewletî li beramber van komkujiyan bêdeng man?

 

Yê ku ev komkujî kir Sedam bû. Sedam jî zilamê Rojava bû û li Rojhilata Navîn jî ji bo wan xizmet dikir. Lewma ew jî dê li hember sûceke evçend mezin bêdeng man. Ji ber ew hêzên emperyalîst û dagirker in. Dengê xwe nakin, ev jî dide nîşandan ku berjewendiyên navdewletî çiqas qirêj in. Sedemek din jî ewe ku dîplomasî û yekîtiya Kurdan nebû, yan jî hinek alî di oxira berjewendiyên xwede nehişt ew ev deng bigihîjin cîhanê.

 

Piştî çend salan careke din komeke terorîst ya bi navê DAIŞ êrîşî Şengalê kirin û komkujiyekî mezin pêkanîn. Lê, dîsa jî hêzên navdewletî bêdeng man. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

 

Hêzên navdewletî li beramber komkujiya Şengalê bêdengin û çavê xwe digirin. Ne tenê hêzên navdewletî bêdengin, hinek rêxistinên weke PDK’ê jî ku xwe weke Kurd hesab dikin, dema ev êrîş ser Şengalê çêbû, hêzên xwe kişandin û bêdeng man. Lê, yên rê nedan komkujiyeke mezintir pêk were PKK û YPG bû.

 

Berê Sedam Hisên, dijî Kurdan operasyonun enfalê pêk dianî; niha jî Erdogan heman enfalan pêk tîne. Hûn girêdana van herduyan a bihev ve çawa digirin dest?

 

Enfala Başûrê Kurdistanê Sedam kir. Lê, niha heman tiştî li Bakûrê Kurdistanê Erdogan dike. Divê em vêya jî, ji bîr nekin ku di sala 2016’an de li Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê di jêrzemînan de êrîş kirin ser gel û bi şeweyekî enfal pêkhat. Feraseta Erdogan heman feraseta Sedam e. Ew jî dibêje Kurd ne misilman in ne mirov in. Mafê wî yê kuştinê heye lê, mafê wî yê jiyanê nîn e. Bi çavekî kêm li mirovên dibin mêtîngeriyê de ne binêrîn. Ya girîng em di vir de bibînin ewe ku eger Kurd xwe rêxistin nekin û yekîtiya xwe çênekin, wê her timî bibin hedera dagirkeran.

 

Niha Rojhilata Navîn di şereke cîhanî ya sêyemîn re derbas dibe. Ji bo bo gelê Kurd enfalek din jiyan neke, divê çi bike?

 

Rastiyeke ku îro li Rojhilata Navîn şerê cîhanî yê sêyemîn rû dide. Di heman demê de ji bo Kurdan jî metirsiyeke mezin heye. Eger em bala xwe bidin sala 2015'an. Dewleta faşîst a dagirker ya Tirk çawa bi tank û balafirên xwe êrîşî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir, gelek bajar wêran kir, gelek mirovên me yên di jêrzemînan de kûştin, gelek dayîk di nava kolanan de qetilkirin û rê nedan cenazeyên zarokên xwe bibînin, her wisa hêza faşîst a Tirk bi tank û balafiran êrîş birin ser aramgehên (goristan) şehîdan, wêran kirin. Ew tiştên ku di dema enfalê de çêbûn, bi heman awayî di roja îro de jî berdewam e. Çare jî tenê hevgrtin û çêkirina yekîtiya xwe ye.

 

KCK'ê gelek caran bangawaziya lidarxistina kongreya netewî û yekîtiya Kurdan kir. Gelo niha derfet heye an na?

 

Em di demeke wisadene ku metirsiyeke mezin û cidî li ser Kurdan heye. Ne tenê metirsî heye, di heman demê de derfet dide hêzên mêtînger komkujiyê li ser gelê Kurd pêk bîne. Ev metirsiye li ser Bakur heye li ser Rojava û Başûr jî heye. Di encamê de metirsî li ser hemû Kurdan heye. Di qonaxekî wiha de pêwîste Kurd hêza xwe bikin yek û birêxistin bikin. Niha gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê evê nîşan didin ku li derdora Rêberê me Abdullah Ocalan de kom dibin, hunermend yekîtiyê saz dikin, jin û ciwan jî her wisa. Ev tê vê wateyê ku hestên netewî yên gelê me pir bihêz e. Eger em baş lê temaşe bikin, evane tev bingehek ji kongreya netewî re çêdike. Ji bo lidarxistina kongreya netewî derfeteke pir baş di Kurdistanê de heye. Lê, mixabin rêxistinên siyasî li gorî tê xwestin bi rola xwe ranabin û gav navêjin. Ev jî rewşeke tirsnak e.

 

Eger weke hun dibêjin derfeteke wisa baş heye. Wê demê çima hêzên siyasî gav navêjin?

 

Hinek berjewendiyên teng yan jî hinek berjewendiyên malbatî wisa dike ku beşdar nebin û bi dil nêzîk nebin. Heta berî niha çend salan Rêber Apo ji Mesud Barzanî re got, li gel Leyla Zana bibin hevserokên kongreya netewî, eger ev jî nebe dikare bibe serokê kongreya netewî jî.

 

Ev têkiliyên PDK’ê yên niha li gel dewleta Tirk, xizmetê ji gelê Kurd re nake. Divê PDK çavek li siyaseta dide meşandin bigerîne ku xizmetê ji yekîtiya gelê me re bike. Dikare pêwendî li gel dewleta Tirk çêbike lê, bi şertê ku xizmetê ji berjewendiyên gelê me re bike û zirerê negihîne rêxistinekî din yê Kurd. Eger PDK felsefe, bîrdozî û projeyên wan yên siyasî ji yên me cûdaye, pêwîste rê nedin hêzên dagirker û emperyalîst me bînin hember hev. Ji bo em fersendê nedin dijminan divê em di platformekî wek kongreya netewî de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev rêya tekane ya çareseriya pirgirêkên netewî ye. 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin