Smiley face
sorani
Smiley face

Li Mexmûrê şanoya binavê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ hate pêşkêşkirin

2017-04-08 09:23:03
Li salona Konferansê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şanoya binavê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ hate pêşkêşkirin.


 

 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Duh di seet 20:00’an de li salona konferansê ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna sedan kesî şanoya binavê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ hate pêşkêşkirin. Şanoyê bi deqeyekê ji bo giyanê cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre li ser girîngî û wateya şanoyê endamê Koordînasyona (NÇHM) Bager Botan axivî.

 

Endamê Koordînasyona Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) Bager Botan di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku di demek wiha girîng de karên hunerî pêşxistin, roleke xwe ya pir girîng dilîze û bandorek xwe ya erênî li ser civakê dike û wiha dewam kir: “Di demek wiha girîng de xwe birêxistin kirin şoreşa herî mezine, şano jî wek her xebatekî cihek xwe yê pir girîng heye û bandora xwe li ser civakê dike. Di dîrokê de şano cihek xwe yê pir girîng heye, ji bo wê jî em weke navenda çand û hunerê ji bo ji nû ve dîroka şano vejînkirinê têdikoşin û xebatên xwe berfereh dikin. Ji ber ku şano êş, kêyfxweşî û rastiya civakan vedibêje ewqasî bi bandor û tê hezkirin.”

 

 

Bager Botan di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser şehîdên şano ku bi salan bi pêşkêşkirina şanoyê xwestine kûl, êş û dîroka gelê xwe ji tevahî cîhanê re vebêjin û wiha bidawî kir: “Bêguman di vir de keda herî mezin ya şehîdên me yên weke Şanoger Hêvî û Yekta Herekol heye, ji xwe em tev dizanin ku Şehîd Şanoger Hêvî li wargeha Mexmûrê xebat kiriye û kedek pir mezin daye, em jî weke rêheval û şopdarên van hevalan soza şopandina doz û rêka wan didin ku em xwedî li wan derbikevin û xeyalên wan yê di nîvî de mayî temam bikin û bigihînin serkeftinê.”

 

Piştî axaftina Endamê Koordînasyona Çand û Hunerê Bager Botan şanoya bi navê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ ji aliyê koma şanoya Hêviyekda ve hate lîstin. Temaşevan û kesên ku ji bo temaşekirina şanoyê hatibûn bi heskirin û baldariyek pir mezin şano dişopandin. Piştî şanoyê kombûn bi çepik û tilîliyan bidawî bû.

 

 

 

(ha-eg)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin