Smiley face
sorani
Smiley face

'Wêneyên kûjerê Wedat belav bûne û PDK jî hewldana sûlhê dike'

2017-04-06 11:05:07
Birayê rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên yê li Dihokê hatî qetilkirin, Sedat Hisên têkildarî dosyaya birayê xwe wiha got; "Raste wêneyê wî tewanbarê terorkirina Wedat hatiye bilavkirin. Di dîmenê hatiye bilavkirin de jî li cihê Wedat lê hatiye revandin e. Kesên dîmen ligel wane ji aliyê PDK'ê ve hatine desteserkirin. PDK hewldana sûlhê dike, em jî qebûl nakin."


 

 

 

SORAN HISÊN / ROJNEWS


Roja 13’ê Tebaxa 2016'an de nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên Elî ji aliyê çend kesên çekdar ve li taxa Maltepe ya Dihokê hat revandin. Wedat bi awayek hovane bi êşkenceyan hat qetilkirin. Têkildarî qetilkirina wî heya niha ti kes nehatiye girtin. Birayê nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên yê li Dihokê hatî qetilkirin, Sedat Hisên têkildarî dosyaya birayê xwe de ji ajansa me re axivî. Têkildarî bilavkirina wêneyên tewanbar û pêşveçûnên dosyayê bersiva pirsên me dan.

 

Sedad Hisên diyar kir ku heya niha di dosyayê de ti pêşketin çênebûne û got ku têkildarî bûyerê ji ti kes nehatiye girtin û wiha dewam kir:

 

'Di dosyeya Wedat de ti pêşketin çênebûye'

 

“Di dosyeya Wedat Hisên de çi pêşketin çêbûne?

 

Nêzî 8 mehane qet agahiyek rast û fermî li ser dosya şehîd Wedat nîne. Hêzên ewlehiyê heya niha ti agahî nedane me û ti pêşketin nîne.

 

'Qet bersiv nedane'

 

Gelo hûn çûne ligel dezgehên ewlehiyê daxwaza zelalbûnê kiriye?

 

Me ji carekê zêdetir serdana aliyên ewlehiyê kiriye û me pirs kiriye ku di derbarê dosyayê de çi pêşketin heye. Lê wan qet bersivek nedaye me û qet agahiyek nedaye me.

 

 

'Ji ber ku eşkere ye û naxwazin eşkere bikin'

 

Ji ber çi agahiyan nade we?

 

Bi xwe eşkere û zelale. Agahî hene, hemû tiştî dizanin. Lê naxwazin agahiyan ne ji bo me û ne jî ji bo raya giştî eşkere bikin.

 

'karnekirina kamareyan derewekî eşkere ye'

 

Tê gotin ku li cihê Wedat hatiye revandin gelek kamare hene, heya niha di vê hêlê de hewldan hatine kirin ku agahiyan kom bikin?

 

Ji yekem roja terorkirina Wedat ve em vê pirsê ji dezgehên ewlehiyê dikin. Lê dîsan qet bersivek nîne. Tenê bersiva didin, dibêjin kamara şewitîne. Lê eger kamareyek şewîtîbe, her wê 100 kamareyan kar bikiriya. Ji ber ku li ser rê zêdetir sed kamareyan heye. Ji ber vê yekê karnekirina kamareyan derewekî eşkere û zelale.

 

'Ji ber xwe daxive. Hemû agahî şaşin'

 

Di rexneya rapora rêxistinên navnetewî de, Dîndar Zêbarî bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê  got ku li ser dosya Wedat 5 kes hatine girtin, gelo agahiya we ji tiştek wiha heye hatibin girtin?

 

Ew nûçe derewekî eşkere ye. Ji ber ku heya niha qet kesek li ser dosya Wedat nehatiye girtin. Daxuyaniya Zêbarî wisan gotiye, lê qet rastiyekî xwe nîne. Wî kesî qet agahî ji dosya terorkirina Wedat nîne. Yên Wedat teror kirine ji Zêbarî mezintirin. Agahiya kesên wiha nadin. Ji ber xwe daxive. Hemû agahî şaşin.

 

 

'Tenê ligel mala me lêpirsîn hatiye kirin'

 

Gelo ji bo lêpirsînê jî hêzên ewlehiyê bang li kesekê kirine?

 

Lêkolînekî rotîn hebû. Ew jî hemû hevalên Wedat bûn. Ez yek ji wan bûm. Li gel piraniya mala me lêpirsin hatiye kirn. Weke din ligel ti kesekî biyanî lêpirsîn nehatiye kirin.

 

'Ji aliyê parastina Dihokê ve hatine desteserkirin'

 

Çend wêne di destê me de ne, wisan nîşan dide ku ji dîmenê li ser rê hatiye girtin, agahiyên we li ser vê çi hene?

 

Raste, di van çend rojan de agahiyek di tora civakî de hate bilavkirin, ev agahî gihîştin me jî. Ji me re hate gotin ku dîmen li gel çend kesan heye. Lê bilav nakine. Tenê çend wêne bilav kirine ku ji dîmen girtîne. Piştî bilavbûna wêneyan, ew kesên ku dîmen ligel bûn ji aliyê Parastina Dihokê ve hatin desteserkirin. Wêneyên hatîn bilavkirin jî bi rêya tora civakî ve hatin belavkirin.

 

Di wêneyekê de cihê wesayîtê diyare, gelo heman cihê Dihokê yê Wedat lê hatiye revandine?

 

Gelek raste, tam ew cihê Wedat lê hatiye revandine. Emê di dema pêş de wêneyan bibîn ligel hêzên ewlehiyê.

 

'Ew kes di wêne de jî der dikeve'

 

 

Kesek bi navê ( N.T) bi terorkirina Wedat tê tewambar kirin. Ti agahiyek we li ser vî kesî heye?

 

Ew kes jî ligel wêneyan  hatiye bilav kirin. Kesekî di wêne de der dikeve. Lê tenê tê guman kirin, divê yasa zelal bike.

 

 

Agahî gihîşte me, Parlamenterê PDK'ê Dilşad Şehbanî li ser wî gumanbarî peywendî bi mala we re kiriye, bersiva we ji bo çi bû?

 

 Belê, tiştekî raste. Peywendî gel me danî û got, 'Ew kesê ku tê tewanbar kirin, neraste û ne tewanbare.' Li ser vê yekê li gel mala me axivî. Dema ku Wedat hate teror kirin hemû parlamenterên PDK'ê xwe ji dosyayê dûr girtin. Tenê kesekê sersaxî  li me nekirin. Îro piştî ew agahî hatin bilav kirin, tên ligel me û xwe dikin xwediyê dosyayê. Ew xwedî derketin nîne, tenê ew ji bo kiryar neyê eşkere kirin wiha dikin.

 

'Bêguman me got bila dadgeh biryarê bide'

 

We negot ew nekarê we ye, ew yek karê dadgehê ye?

 

Belê me got, her kesê ku tewamber be, emê bişînin dadgehê. Divê bi rêya dadgehê bê çareser kirin. Ev dosya bi rûniştin û rêyên eşîrtiyê çareser nabin.

 

'Belê hewil didin, lê em napejirînin'

 

Gelo raste PDK dixwaze bi rêya eşîrtî bûyerê çareser bike?

 

Belê ji bo vê yekê hewldan kirin, lê me rê lê girt û emê bigirîn jî. Ji ber ku yê ev kar kiriye nabe bê sûc derbas bibe.

 

'Em biçin serdana dadgehê bikin'

 

Gelek caran hikûmet û aliyên ewlehiyê dibêjin, we heya niha gilî nekiriye, bersiva we li ser vê çiye?

 

Ev yek neraste, me doz vekiriye. Weke min gotî, kesên weke Dîndar Zêbarî daxivin lê ti agahiya wan ji dosyayê nîne. Ew wisan dibêjin, em biçin dadgehê temaşe bikin. Wê bê zanîn ka me gilî kiriye, yan ne. Ji derveyî vê parêzerên dildar kar dikin. Li Dihokê ji bo karê wan jî sînorek heye. Ji bo karên xwe bikin alîkariya wan nakin.

 

'Ne tenê Wedat gelek ciwanên din kuştine'

 

We niha çend bawerî bi hêzên ewlehiyê yên Dihokê heye?

 

Mixabin qet baweriyekî me bi dezgehên ewlehiyê nemane. Ne tenê ji bo ne eşkerebûna terorkirina Wedat. Gelek kesên din jî kuştine.

 

Gelo serdozger heya niha nebûye xwedî helwest?

 

Dosya bûye dosyayek siyasî. Diyare siyaset jî li ser sîstema dadweriyê hakime. Ji ber vê yekê wan nekarîne bêne li ser xetê, ji bo vê bûyerê.

 

'Azadiya xwe îfadekirinê li herêma Behdîna nîne'

 

Piştî terorkirina Wedat Hisên rewşa xwe îradekirinê û azadiya fikir li herêma Behdîna çawa ye?

 

Azadiya xwe îfadekirinê li herêma Behdîna nîne.  Ji bo yên aliyekî siyasî yên  li herêmên sînorê PDK'ê kar dikin. Weke din rê li pêşiya hemû azadiyekê digirin, heya asta terorkirinê.

 

Gotin an jî bangekek we di dawiyê de heye?

 

Ez bang li rêxistinên navnetewî dikim ku xwedî li dosyaya Wedat derkevin, heya ku bûyer zelal dibe.”

 

Wedat  Hisên di roja 13’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê hinek kesên nenas ve li Dihokê hat revandin, paşê cenazeyê wî li ser rêya di navbera Simêl û Dihokê hat dîtin. Wek hemû rojnamegerên din Wedat jî berê gefa mirinê lê hatibû xwarin. Ew jî kesên nenas! birin cihek ne diyar. Ew jî piştî çend seatan cenazeyê wî hat dîtin. Ew jî bi êşkenceyê hat qetilkirin.

 

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin