Smiley face
sorani
Smiley face

Rojnameger Buldan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da

2017-04-02 23:27:25
Yek  ji edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan, îşev di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest da.


 

 

 


NAVENDA NÛÇEYAN


 

Li gorî nûçeya di Dihaber’ê de cih girtiye edîtora rojnameya Rojeva Medya rojnameger Evîn Buldan îşev li ber mala xwe li bajarê Amedê, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

 

Cenazeya Buldan rakirine Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Seleheddîn Eyûbî.

 

Hate gotin ku wê rojnameger Evîn Buldan li bajarê wê Geverê dê bispêrin axê.  

 

Rojnameger Buldan, demek dirêj di rojnameya Azadiya Welat de xebitî. Piştî ku Azadiya Welat ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin di rojnameya Rojeva Medya de edîtoriyê kir.  Malbat û kes û karên Buldan li kampa penaberan a Mexmûrê dijîn.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin