Smiley face
sorani
Smiley face

Îzet Sabîr: Riya çareseriyê heye, lê hikûmet gavên rasteqîn navêje

2017-04-02 11:06:38
Serokê Komîsyona Aborî li Parlamantoya Herêma Kurdistanê Dr. Îzet Sabîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê di krîza aborî de ye û got; "Riya çareseriyê heye, lê hikûmet gavên rasteqîn navêje. Eger qet çareseriyek nebe jî, girtina petrol û gaza sînorê YNK'ê dikare ji bo çareseriyê zextê çêbike."


 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ


Serokê Komîsyona Aborî li Parlamantoya Herêma Kurdistanê û Parlamenterê YNK'ê Dr. Îzet Sabîr têkildarî krîzên li Herêma Kurdistanê hene û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî û got; "Herêma Kurdistanê di krîza aborî de ye. Rêya çareseriya hikûmetê ewe ku dewlemend dewlementir kiriye û hejar hejartir kiriye. Heya parlamento aktîv nebe, wê krîzên darayî û aborî yên li Herêma Kurdistanê çareser nebin."

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel Serokê Komîsyona Aborî ya Parlamantoya Herêma Kurdistanê û Parlamenterê YNK'ê Dr. Îzet Sabîr wiha ye:

 

'Dewlemend dewlementir bûne û hejar hejartir bûne'

 

Weke aborînasek nêrîna te li ser rewşa niha ya aboriya Herêma Kurdistanê çiye?

 

Aboriya Herêma Kurdistanê di rewşekî xirab deye. Ji ber li gorî zanîsta aboriyê li her welatekî eger di nava 6 mehan de krîza aborî ya heyî çareser nekî, wê ew krîz kûr bibe. Kargeh êdî nikarin kar bikin. Bêkarî zêde dibe. Hejarî zêde dibe. Di karîn bêjîn ku rewşa Herêma Kurdistanê di her alî de di krîzê de ye. Li gorî min rêya çareseriyê heye. Lê hikûmet gavên rasteqîn navêje. Ji Sibata 2014'an ve hikûmetê hejmarek plan eşkere kiriye, ku mesrefê kêm dike û dahatê zêde dike. Beşek zêde ji van biryar û planên hikûmetê danîne, hejar hejartir kiriye û dewlemend dewlementir kiriye. Girînge ku xelk bizane, ji bo hikûmet çareseriyê peyda bike, baca li ser hejaran zêde kiriye, kampanyayên mezin û yên petrolê jî di warê bacê de tên efû kirin. Hikûmet ji berî ku li ser kêmkirina mûçeyên karmendan bi hezire, divê liser rêyên zêdekirina dahatê bi hiziriya.

 

Rêyên çareseriya rasteqîn kîjanin?

 

Rêya çareseriyê ya resteqîn ewe ku divê sîstema bac û sîstema gûmrikê li ber çavan re were derbas kirin. Di vê krîza niha de jî bi dehan kampanyayên mezin û petrolê  bi îmzeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî bacê nadin. Bazirgan pêwîste bacê bidin. Ev yek jî bi îmzeya Serokwezîr pêk tê. Ji berî niha Wezîrê Ziraatê planek danî, ew jî ew bû ku her kîloyek mirîşkên tên Herêma Kurdistanê divê hezar dînar bac bide. Lê nehiştin ev plan pêkwere. Gotin bila kampanya dewlementir bibin. Ji bo çareserkirina mûçeyên karmendan û qûtê xelkê çareseriya herî xirabe hikûmet dike.

 

'Heya parlamento aktîv nebe wê krîzên darayî û aborî çareser nebin'

 

Li gorî dîtina we, bi plana ku hikûmeta Herêma Kurdistanê danî û li gorî bilindbûna nirxê petrolê wê di 2017’ê de rewşa aboriya Herêma Kurdistanê baş bibe?

 

Heya parlamento aktîv nebe wê krîzên darayî û aborî yên li Herêma Kurdistanê çareser nebin. Weke mînak, di yasaya berhemhênanê de xalek heye, dibêje, hemû berhemên biyanî dikarin bi kar bînin û yên navxweyî bi kar neynîn. Yasa gaz û petrolê jî dibêje, heya wê dema sîstema bacê li ser şîrketên petrolê neyê pêkanîn, wê bac ji wan neyê standin. Ji bo ev yasayane bên sererast kirin, pêwîstî bi parlamentoyê ye. Ji bo vê yekê di civakê de çareseriya rasteqîn aktîvkirina parlamentoyê ye. Dema ku hikûmetê biryar da mûçeyên karmendan ligel xwe bihêle û paş bixe, varêlê petrolê bi 25 dolaran bû, niha 50 dolarane. Hikûmetê bi xwe eşkere kir ku di Mijdara 2016'an de dahata Herêma Kurdistanê 700 milyon dalar bû. Niha bi giştî 450 milyon dolar dide mûçeyên karmendan. Ango niha 250 milyon dolar ji mûçeyî zêde dimîne. Ji ber vê yekê pêwîste mûçe li ber çavan re were derbas kirin. Ji bo ku ev rewşa aboriya xirab derbas bibe.

 

'Eger hikûmetê guh li kesên pispor bigirtiya wê parlamento nerawestandiba’

 

Di wê dema ku parlamento aktîv bû, weke komîsyona Aborî û Darayî ya Parlamentoyê we rêya çareseriyê pêşkêşî hikûmetê kir yan ne? Ger we pêşniyar kiribin, ev pêşniyarên we xistin meryetê yan li ber çavan girtin?

 

Heya niha baweriya hikûmetê bi vê yekê nayê ku wê kesek bikare ji bo vê krîzê çareseriyê peyda bike. Niha li Herêma Kurdistanê nêzî 20 zanîngehan hene, hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha li ser yek raporên zanîstî yên wan zanîngehan kar nekiriye ku wê bi xwe sedan milyon dolar ji bo xerc kiriye. Ji ber vê yekê plan heye, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê guh li kesên pispor nagire. Eger guh li kesên pispor û şaraza bigirtiya wê parlamento paşnexistiba. Me proje danî, lê wan tişta di serê xwe de dikirin.

 

Ji bo pêşkeftina aboriya Herêma Kurdistanê gelo mirov dikare tenê xwe bi petrolê ve girê bide yan ne? Ji berî niha we gotibû ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî kesê herî derew kere, gelo sedemê vê çi bû?

 

Vale ev axaftin nehatiye gotin,  derket holê ji wisane. Her di nava çend rojên derbasbûyî de rapora ragihandina cîhanê dibêje, li Herêma Kurdistanê, 45 milyar varêl petrola nehatî destlêdan heye. Ev yek neraste. Ji ber vê yekê nirxê wan kanpanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ket.  Ji aliyê din ve, planek danîn, gotin ku em bi xwe petrola xwe bi firoşin baştire, li cihê ku bidin Bexda. Ji bo baweriyê ji hemû aliyan werbigre ligel hemû aliyan civiyan. Li ser vê yekê ku nirxê varêlek petrolê 100 dolar dike. Her di vê civînê de min got birêz hikûmet, eger nirxê petrolê ket, gotin ku nakeve, wê bilindtir bibe. Başe tu bê siberoja  miletekê bi neketina petrolê ve girê bidî, ma ev ne derewekî mezine.

 

 

Her ji berî niha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî got ku eger bi 100 dolaran jî petrolê bi firoşin wê rewşa aboriya Herêma Kurdistanê baş nebe, ji ber ku bi xwe dizanin çi kirine. Kurdistan xistine dibin deynekî giran de. Bi xwe gotin ku 20 milyar dolar standine. Di şer û aştiyê de petrol  çavkaniyekî girîng a aboriyê ye. Lê nabe hemû aboriya xwe petrolê ve girê bidî. Wê wiha serkeftî nebe. Ji vê yekê xirabtir jî ewe ku hemû beşên din ên aboriyê bike qurbanê petrolê. Me bi hezaran cotyar anîne nav bajaran û kirine mûçexwer. Çandinî hatiye tinekirin. Eger plan hebin wê petrol bibe xêr û bereket ji bo me hemûyan. Gelekî 5 milyon kes be, rojê yek milyon varêl petrola wî bê firotin, nabe qet ew gel bê pere be.

 

'Her tim endamên YNK û PDK di Meclîsa Bilind a Petrol û Gazê de bûn'

 

Li Herêma Kurdistanê petrol di destê partiyan de ye yan di destê hikûmetê de ye? Gelo agahiya YNK’ê ji dosya petrolê heye?

 

Ger bi vekirî bersiva vê pirsê bidin. Di nav hikûmetê de meclîsek heye, jê re dibêjin Meclîsa Bilind a Petrol û Gazê, ev meclîs ji serokê hikûmetê û cigirê wî pêk tê. Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, Wezîrê Aborî û Darayî  û Wezîrê Plandanînê ji cihê xwe di nav de digre. Ev pênc kesane, siyaset û bernameya petrolê destnîşan dikin. Her tim di nava vê meclîsê de PDK û YNK'ê cihê xwe girtine. Nêzî du salane Tevgera Goran jî cihê xwe girt. Gendelî û pirsgirêk ne ligel wan 5 kesane. Pirsgirêk ligel Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî ye. Ji ber ku ew berpirsê her tiştî ye.

 

‘Herêma Kurdistanê ne dewlete, hemû lihevkirin li gel kesekî hatine îmzekirin’

 

Ji ber çi tenê wezîr berpirse, sedemê li Herêma Kurdistanê mijara petrolê bi kesekê ve girêdan çiye?

 

Tiştek heye, heya niha min ji bo ti kesê qala wê nekiriye, ezê ji bo we bêjim. Di nava sê çar salên derbasbûyî de sê çar Wezîrên Petrolê yên Iraqê hatin guhertin. Kampanyayên petrolê qet pirsgirêkên wan nebûn. Ji ber ku wan ligel dewleta Iraqê îmzekirîbûn. Madem Iraq dewlete û qet pirsgirêkê wan nîne. Lê Herêma Kurdistanê ne dewlete. Hemû hevpeymana ligel kesekê hatine îmzekirin. Herî zêde ev kesê van hevpeymana îmze dike, dikeve bin barê berpirsyartiyê de. Ji ber vê yekê kampanya tenê wî kesî nas dikin. Ji ber vê yekê herçend parlamenterên Kurd ên li Bexda daxwaz ji Barzanî kir ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî biguhere, lê guhê xwe neda wan. Parlamenterên Herêma Kurdistanê bi dehan caran giliyê wî kiriye, lê ti kes guh nadetê.

 

'Ji bo hêzên YNK'ê peyamekê bidin hikûmeta Herêmê û Bexda çûne ser bîran'

 

Têkildarî petrolê û bîrên petrolê di navbera PDK'ê û YNK'ê de çend pirsgirêk derketine. Weke mînak; desteserkirina bîrên petrolê yên Kerkûkê ji aliyê YNK'ê ve, dîsan bîrên Bay Hesen û Avana ji aliyê PDK'ê ve, ev yek ne destpêka şerekî di navbera PDK û YNK'ê de ye, li ser petrolê?

 

Bîrên petrolê yên Avana û Bay Hesen pêştir di destê Şîrketa Petrolê ya Bakûr de bûn. Eger hêzên pêşmergeyan dest nedaniya li ser wan bîran, wê biketiya di destê DAIŞ'ê de. Ez spasiya wan hêzan dikim ku nehiştin DAIŞ wan bîran bigirin. Têkildarî petrola Kerkûkê jî, di çend mehên derbasbûyî de, bîrên petrola Babegurgur ku rojane 160 hezar varêl petrol jê derdikeve, wê nîv ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û nîv jî ji bo Bexda bûya. Û li beranberê vê jî Bexda pereyê petrol-dolar bide. 6 hezar xelkê Kerkûkê ji Şîrketa Petrolê ya Bakûr derxistî bûn, dîsan ev karker vegerin li ser karên xwe. Dîsan pereyê Petrola Kerkûkê ji bo xizmetguzariyên Kerkûkê xerc bikin. Lê ev yek pêk nehatin. Ji ber vê yekê Hêzên Navenda YNK'ê ya Kerkûkê  dest danîn ser bîrên petrolê, ji bo ku peyamekê bidin hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê.

 

Wê ew hêz kengê vegerin û gelo wê wan bîran radestî hikûmetê bikin?

 

Ew hêz hîn li wirin, lê tenê rêveberiya wan cihan xistine destê xwe de. Karmendên wan dewam dikin. Petrol jî tê derxistin. Li ser pirsgirêkan ligel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê guftûgo hatine kirin. Soz dane ku daxwazên wan bi cih bînin. Lê heya niha tiştek pêk ne anîne. Ji ber vê yekê hîn ew hêz venegeriya ne.

 

'Ez bi xwe ji du rêvebertiyê natirsim’

 

Di dema buhrî de Ebûbekir Heledinî ragihand ku eger YNK petrol û gaza sînorê xwe bigre wê bibe zextek li ser PDK'ê ji bo ku reforman bike. Ev yek gelek bû rojev, nêrîna we li ser vê yekê çiye?

 

Di petrolê de tiştek heye jê re dibêjin (API) ev yek çend bilind be, ewqas qîmetê petrolê bilindtir dike. Petrola gundê Şîwaşûk a girêdayî Koyê yek ji cûrên herî baş ê petrola cîhanê ye. Petrola Şîwaşûk dibin têkelî petrola gundê Tawkê yê Koyê dikin, ji bo ku xelk ji wan bikire. Bîra herî mezin a gaza xwezayî li Çemçemale. Ev bi rêya boriyan diçe Hewlêr û cihên din ên hilberîna ceyranê. Ger bê girtin, wê Hewlêr bê ceyran bimîne. Kak Ebûbekir tişta di vê der barê de gotiye, dema ti rêyek nema wê vêna weke zextekê bikar bînin. Ez hêvî dikim negihe vê astê. Ez bi xwe ji du rêveberiyê natirsim.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin