Smiley face
sorani
Smiley face

Salar Mehmud ji bo azadiya Demîrtaş dest bi kampanyayê kir

2017-03-27 18:15:13
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmud ji bo azadiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Salaheddîn Demîrtaş û hevalên wî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin û binçav kirin li ser tora civakî dest bi kampanyayê kir.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmud ji bo azadiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Salaheddîn Demîrtaş û hevalên wî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin û binçav kirin li ser tora civakî dest bi kampanyayê kir. Têkildarî mijarê Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo azadiya Demîrtaş û hevalên wî dest bi kampanyayê kiriye.

 

 

Mehmud bang li her kesê kir ku piştgiriya kampanyayê bikin û wiha radigihîne; "Ez daxwazê ji hemû azadîxwaz û aştîxwazekê dikim ku weke dilsozekê ji bo azadiya Demîrtaş û hevalên wî peyamek ya wan hebe. Bi zimanên cûda û wêneyên kesên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine girtin beşdarî kampanyayê bibin. Kampanyayek niştîmanî û azadîxwazeneye. Hêviyê ji rêxistinên civaka sivîl, navendên rewşenbirî, sendîka u dezgehên ragihandinê dikin k  giringiyek baş bidinê.  Ji bo ku bi rêya aştî û diyalogê pirsgirêk werin çareser kirin."

 

Kampanya bi vê navnîşanê ye,

Azadî ji bo Demîrtaş û hevalên wî

#AzadeboDimertash&Hawrekany

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin