Smiley face
sorani
Smiley face

Peykerê Fermandar Egîd li bajarê berxwedanê Kobanê tê danîn

2017-03-27 13:15:30
Ji bo bîranîna Fermandarê Efsanewî Egîd peykerekî bi bilindbûna 3 metreyan ji hesin hatiye çêkirin û dê sibe li Meydana Berxwedanê ya Kobanê were danîn.


 



NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandarê Efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) di 15’ê Tebaxê de serkêşiya berxwedana li dijî dewleta dagir kir û di 28’ê Adara 1986’an de li Çiyayê Gabar tevlî komeke hevalên xwe di şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê de Egîd bû sembola berxwedana hemû Kurdistaniyan û bi hezaran ciwanên Kurdistanê yên ji hemû pêkhateyan xeta Egîd meşandin û îro li ser bingeha berxwedana Egîd û hevalên xwe hêzên parastina gelê Kurdistanê hatin avakirin.

 

 

Li Rojavayê Kurdistanê jî Fermandar Egîd di bîr û baweriya gel de ye û her sal bi şêweyên cûda tê bibîranîn, bi hezaran kesî navê zarokên xwe kirin Egîd û êdî navê Egîd ketiye dilê hemû Kurdistaniyan. Di çarçoveya xebatên bîranîna Fermandar Egîd ya îsal de li Kobanê hesinkarekî peykerê Fermandar Egîd saz kir. Ev peykerê ku ji hesin hatiye çêkirin dê sibe bi merasîmekê li Meydana Berxwedanê ya bajar were danîn.

 

Bi hezaran welatiyên Kobanê û herêmên din xwe ji bo bîranîna Fermandar Egîd amade dikin. Peyker ji hesinê ku sturiya wê di navbera 8-3 mm hatiye sazkirin, bilindbûna peyker 3 metre û pehnahiya wê jî 70 santîmetre. Zemîna ku li ser hatiye danîn jî bi firehbûna 120 santîmetir û pehnaya wê jî 90 santîmetre.

 

Giraniya peyker 2 tone, hindirê wî jî bi çimento hatiye dagirtin, ji hindir jî 3 qat boyax lê hatiye kirin, da ku bi demê re parastî bimîne.

 

Peyker bi destê hesinkar Neşet Eme (32) ku ev 20 sal in hesinkariyê dike, hatiye çêkirin. Neşet Eme niha li taxa Kaniya Kurdan dimîne û ramanê çêkirina peyker ji hevalekî xwe girtiye. Bi tena xwe di çêkirina peyker de kar kir û çêkirina peyker 8 mehan pê re kişand. Neşet di çêkirina peyker de alavên di hesinkariyê de têne bikar anîn, bi kar anîn û piştî 8 mehan ji xebata di dikana xwe ya biçûk ku li nêzî malê vekiriye, peyker hate hazirkirin.

 

 

Neşet, peyker ji derve de bi rengê bironzî û reş boyax kiriye, zemîna wê jî bi rengê reş çêkiriye, diheman demê de li nêzî peyker jî 2 taployên reş ku nivîsa bi rengê zêrîn li ser hatiye nivîsandin danîne. Li ser tabloyan bi zimanê kurdî û ingilîzî nivîsandina: “Fermandar Egîd, sembola şoreşgerên Kurdistanê ye. Li Amed Farqîn sala 1956, cih û dîroka Şehadetê 28’ê Adara 1986 Çiyayê Gabar” nivîsandiye. Hêzên YPG’ê weke madî piştgiriya Neşet Eme kir.

 

Rêveberiya Kobanê biryar dane ku peyker li meydana berxwedanê li ber navenda TEV-DEM’ê ya li nîvê bajêr were danîn. Piştî peyker were danîn, dê navê wê weke meydana Fermandar Egîd were guhertin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin