Smiley face
sorani
Smiley face

Li Kifrê û Xurmatû meşaleya agirê Newrozê hate pêxistin

2017-03-20 21:48:32
Li bajarokê Kifrê û navçeya Xurmatû jî agirê Newrozê ji aliyê welatiyan ve hate pêxistin û Newroz pîroz kirin.


 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR

 

Li bajarokê Kifrê ya Kelar û navçeya Xurmatû ya Selahedînê agirê Newrozê ji aliyê welatiyan ve hate pêxistin û Newroz pîroz kirin.

 

Kifrê

 

Li bajarokê Kifrê ya Kelar bi beşdarbûna gelek nûnerên partiyan û welatiyan agirê Newrozê vê êvarê hate pêxistin û şahiya Newrozê kirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

 

Li Serqelayî ya girêdayî Kifrê jî agahî Newrojê ji aliyê gelek welatiyan ve hate kirin û Cejna Newrozê pîroz kirin.

 

Xurmatû

 

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û aliyên Xurmatû ve agirê Newrozê hate pêxistin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de govend gerandin û stran hatin gotin.

 

(ab)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin