Smiley face
sorani
Smiley face

Li Bexda teqîn: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

2017-03-20 21:04:36
Li herêma başûrê Bexdayê wesayîtekî bombebarkirî hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.


 

 

BEXDA / ROJNEWS

 

Li gorî agahiyên çavkaniyên polîsan dane vê êvarê li taxa Amil a dikeve başûrê Bexda ku piraniya şêniyên wê Şîe ne bi wesayîtekî bombebar kirî êrîşek pêk hatiye. Li gorî agahiyên destpêkê di endama teqîna wesayîtê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûne.

 

Herwiha hate ragihandin ku îro li herêma Tacî ya bakûrê Baxdayê jî di encama teqîna bombeyekê  de sivîlekê jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûn.

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin