Smiley face
sorani
Smiley face

Agirê Newrozê li Xaneqînê ji hate pêxistin

2017-03-20 20:45:32
Li navçeya Xaneqîn a Diyale jî agirê Newrozê hate pêxistin.


 

 

EMÎR XANEQÎNÎ / XANEQÎN

 

Li navçeya Xaneqîn a Diyale jî weke herêmên din ên Herêma Kurdistanê  agirê Newrozê vê êvarê  hate pêxistin.

 

Têkildarî pîrozbahiya Newrozê, Serokê Şaredariya Xaneqînê Soran Hesen ji RojNews re wiha got; "Li Xaneqînê çend rojin me xwe ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê amade kiriye. Bi vê boneyê me çend kampanyayên paqijiyê ji da destpê kirin. Me li sê cihên cûda meşaleya agir danîn. Bi vê boneyê vê êvarê me agirê Newrozê bi beşdarbûna gelek welatiyan pêxist."

 

 

 

Hesen di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Xaneqînê wateyekî xwe ya cûda heye. Ji ber ku bi beşdarbûna pêkhateyên weke Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan pêk tê."

 

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin