Smiley face
sorani
Smiley face

Cejna Newrozê li Kelar hate pîroz kirin

2017-03-20 20:10:22
 Li navçeya Kelar a Germiyanê li Kelha Şêrwane ji aliyê hezaran kesî ve Cejna Newrozê hate pîroz kirin.


 

 

 

BERHEM LETÎF / KELAR

 

Li navçeya Kelar a Germiyanê li Kelha Şêrwane  bi amadebûna hezaran kesî, di saet 17:00'an de pîrozbahiya Cejna Newrozê destpê kir.  Pîrozbahî j aliyê Rêveberiya Geştyariyê, Navenda Çand û Hunerê û Şaredariyê ve hate organîze kirin. Di pîrozbahiyê de gelek berpirs û nûnerên hikûmet û partiyên siyasî amade bûn.

 

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre jî ji aliyê rêveberiya Germiyan, nûnerên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ve agirê Newrozê hate pêxistin.

 

Piştre Rêveberê Germiyanê  Selah Kiwêxa axivî û got; "Hêvîdarim ku sala nû ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê bibe serdemekî nû. Gelê Kurd xebat û qurbanî dane di nava tevgera rizgarîxwaza gel de. Herêm berbi ji dayikbûnekî nû ve diçe. Bêguman piştî şerê DAIŞ'ê wê guhertinên nû li herêmê û Iraqê pêk werin. Ger partiyên Kurdan û pêkhat neyekgirtî bin wê nekarin ew armancên ji bo xebat kirine bi dest bixin."

 

Selah Kiwêxa di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Weke çawa li Germiyan piraniya nûnerên partiyan destê xwe dan hev û agirê Newrozê pêxistin, divê bi vî rengî partiyên Kurdan û gelê Kurd li dijî dijmin yekgirtî bin."

 

Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmê stran gotin. Pîrozbahî bi dîlanê bi dawî bû.

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin