Smiley face
sorani
Smiley face

Rêdûr Xelîl: Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de me û Rûsiya tifaq kir

2017-03-20 18:56:10
Berdevkê Fermî yê  YPGʹê Rêdûr Xelîl daxuyakirin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terokê de wan û Rûsyayê li hevkirine û got; "Di çarçoveya tifaqê de Artêşa Rûsiya yekîneyên xwe li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bicih kirine"


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan bi Rûsiya re tifaq kirine û ev tişt got: ʺHebûna hêzên çekdar ên artêşa Rûsya li herêma Cindêrsa Efrînê di encama peymanekê di navbera hêzên me û artêşa Rûsya de pêk hatiye. Ev peyman li ser bingeha têkoşîna li dij terorê û alîkariya artêşa Rûsya ji bo perwerdekirna hêzên me ya li ser rêbazên şerê nûjen, hatiye kirin. Ji têkiliyek rasteras bi Rûsya re bê danîn.ʺ

 

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku ev tîfaq di çarçoveya têkiliyeke erênî de pêk hatiye û wiha dom kir: ʺEv pêngaveke baş û pozitîfe di çarçoveya têkoşîna li dij terorê ku li Sûriyê pêk tê û bi taybetî piştî ku hêzên me xwe di şerê li dijî terorê îsbat kirin. Ev yek bû sedem ku gelek hêz alîkarî û peymana bi yekîneyên me re deynin.ʺ



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin