Smiley face
sorani
Smiley face

Li Çiyayê Seyîdsadiq agirê Newrozê

2017-03-20 18:32:02
Weke bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê li çiyayê Seyîdsadiq jî agarê Newrozê hate pêxistin.


 

 

 

HEWKAR MISTEFA / SEYÎDSADIQ

 

Li navçeya Seyîqsadiq a Silêmaniyê jî ji aliyê sedan kesî ve bi pêşentiya qaymeqamtiya navçeyê agirê Newrozê li ser Çiyayê Seyîqsadiq hate pêxistin.

 

Têkildarî pîrozbaha Newrozê Qaymeqamê Seyîdsaqid Diyar Refîq ji ajansa me re wiha got; "Newroz destpêka bihar û serêsala nû ya Kurdî ye. Bi hatina Newrozê re me pêwîst dît ku weke herêmên din ên Başûrê Kurdistanê li ser Çiyayê Seyîqsadiq agirê Newrozê pê bixîn."

 

 

Diyar Refîq herî dawî got; "Hêvîdarim ku Newroz bibe boneya yekgirina gelê Kurd û dawî hatina nakokiyan. Herwiha bibe boneya başbûna rewşa welatiyan."

 

Yek ji welatiyên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûyî, Ruşna Elî ji wiha got; "Ez gelek keyfxweşim ku îro beşdarî şahiya Newrozê û serê sala Kurdî bûme. Hêvîdarim ku bi boneya vê cejnê berpirsên Herêma Kurdistanê gavên cidî ji bo xelkê bavêjin û pirsgirêkan çareser bikin. Cihê keyfxweşiyê ye gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî wan planên dijmin ên ser gelê Kurd, xwedî yek helwestê ne."

 

 

 

 

(ab)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin