Smiley face
sorani
Smiley face

Şervanên YBŞ/YJŞ'ê: Emê heya dawiyê ji bo xweseriya Şengalê berxwedanê bikin

2017-03-20 17:56:24
Şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên ku ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve li dijî  çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek mezin meşandîn, diyar kirin ku ewê bi berxwedana agirê Nêwrozê re herdem li dijî xiyanetê û serdestan, ji bo şengalek azad û xweser şer bikin.



 

HÎVROJ KAWYAN/ŞENGAL

 

Şervanên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengal) û YJŞ'ê (Yekîneyên Jinên Şengal) yên piştî dagikirina Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji 2014’an ve bost bi bost axa şengalê rizgar dikin û yekane hêza parastina Şengalê ye  Newroz pîroz kirin.

 

Şervana YJŞ’ê Rojda Êzîdxana ku ji dema fermanê ve cihê xwe di çeperên herî pêşde dıgire bi boneya Newrozê ji ajansa me re axivî û got: “Em Newroza 21’ê Adarê di destpêkê de  li Rêber û şêhîdên kurdistanê pîroz dikin. Agirê ku Mazluman û Semayan vêxistî emê ticaran nevemirînin.  Emê weke bermahiyên agirê hatî vêxistin bibin fedayî. Ez Newroza 2017’an li hemû gelên me û bi taybet gelê Êzidî û Şengalê pîroz dikim. Em soz didim ku emê heta dawiyê berxwedana xwe bilind bikin.”

 

 

‘Agirê Mazlum û Semayan vêxistî emê ticarî destûr nedin ku dijmin vemirîne’

 

Şervana YJŞ’ê Berçem Ameda ku cihê xwe di mewziyên Şengalê de girtî jî wiha got: “Ez Newroz hemû gelê me yê ku liberxwe dide û Newroza Rêber Apo pîroz dikim. Weke gelê ku li Kurdistanê dijî me herdem libexwe da, em li ser piyan man û berxweana me berdewam dike. Ji bo ku dijmin planên xwe yênqirêj li van cihan nekin meryetê emê bexwedana xwe berdewam bikin.  Semayan, Mazluman, Egîdan liberxwedan. Emê jî di riya wan de bimeşin. Emê weke YBŞ/YJŞ’ê vê têkoşînê berdewam bikin û xwe bi hêz bikin. Bila herkes bizane ku em bermahiyên dilên ku bi agirê Newrozê şewitîn û zêde bûyînin. Mazlum li girtîgehê bû agir, emê jî li Şengalê bibin agir. Ji bo ku dijim hem zerer nede YBŞ/YJŞ’ê û hem jî nede gelên ku li vir dijî.”

 

 

‘Emê bi agirê Newrozê re ji bo Şengalek azad liberxwe bidin’

 

Amed Delîlê ku ji 2014’an ve cihê xwe di nava şervanên YBŞ’ê de digre jî bi van hevokan hesên xwe anîn ziman: “Di destpêkê de Cejna 21’ê Adarê li Rêberê me yê ku li Îmarliyê, şehîdên şoreşê, hemû malbatê şehîdan û gelê me yê Êzidî pîroz be. Weke ku her kes dizane dema ku dibêjin 21’ê Adarê, berxwedan û serhildana gelê Kurd tê aqilê mirov. Lê mixabin di 3’ê Adarê de li Şêngalê xiyanetek  ku xwe dubare kir pêk hat. Mirovên li her devera Cîhanê dijîn ev yek dît. Lê bila yên ku vê xiynatê dubare têxin meryetê ji bîr nekin ku em bi bedelan hatine van rojan. Gav bi gav em bixwîn û xwihdanê hatine van rojan.”

 

 

Her wiha Şervanên YBŞ’ê Şervanê YBŞ’ê Yilmaz Cûdî ku ji 2014’an ve di nava refên YBŞ’ê de jî wiha got: “Ez hevalên me yên ku niha li dijî xiyanetê sekînî û li gel serma, baran û germayê jî liberxwe didin silav dikim. Emê weke şevanên YBŞ û YJŞ’ê ji bo Şengalek azad û xweser heta damla xwîna xwe ya dawiyê li berxwe bidin.”

 

 

Şervanê YBŞ’ê Yilmaz Cûdî jî anî ziman ku ew ji çiyên Şengalê silavên xwe û girêdanbûyîna xwe ya ji bo Îmraliyê dibêjin û got: “Em di destpêkê de Newroza Rêber Apo pîroz dikin û em soza Şengalek azad û Kurdistanek azad didin hemû gelê xwe. Dijminê ku me li her derî dike hedef bila başbizanin em şervanên Rêber Apo û rêhevalên Şehîdane. Ji ber wê yekê emê ticarî dest ji doza xwe û berxwedana xwe bernedin.”

 

Şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê bang li gelên Kurdistani cîhan û bi taybetî gelê Êzidî kir ku bi rihê agirê Newrozê li dijî lihevkirina AKP,PDK û DAIŞ’ê li ber xwe bidin û têkoşînê berdewam bikin û ev bang kirin; "Banga me ji bo gelê me û bi taybetî ji bo gelê me yê ji derve û wargehên Başûrê Kurdistanê de dimînin ewa ku vegerin li ser axa xwe. Tekan tişta mirov axa wan û cihê ku lê dijîye. Ji bilî wê  jî li cihên ku lê dimin dê roj bi roj wan bihelînin."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin