Smiley face
sorani
Smiley face

Dibin diruşmeya ‘Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê’ kon hate vedan

2017-03-20 17:28:00
 Bi dehan jin û gelê Êzidî û bi piştgiriya Kongra Star a Kantona Cizîrê li hemberî xendekên çekdarên PDK’ê dibin dirûşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” kon hate vedan.


 

 

 

ŞENGAL - ROJNEWS

 

Bi dehan jinên Êzidî dibin pêşengtiya jinên Êzidî û însiyatifa gelê Şengalê û piştgiriya jinên Kongra Star a Kantona Cizîrê kon vedan. Kon dibin dirûşmeya “Bibe mertal ji bo ax û rûmeta Şengalê” hat vedan. Dirûşmeyên “Bi can bi xwîn û em te re ey Serok”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bi can bixwîn em bi te re ey Şengal”, “Bimire Xiyanet” hate avêtin. Her wiha alên YBŞ, YJŞ’ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên 3’ê Adarê, pankartên “Şehîd Nazê Nayîf Qewal şehîda berxwedan û rûmeta Êzidxanê ye” rakirin.

 

Îro wê kon bi pêşengtiya kongra Star a Kantana Cizirê were meşandin.

 

Sibê jî wê Meclîsa Avaker a Şengalê, 22’ Adarê Tevgera Jinên Êzidî, 23’ê Adarê Mamosteyên Şengalê,  24 Adarê Meclîsa Boruk, 25’ê Adarê PADE, 26’ê Saziya Malbatên Şehîdan, 27’ê Meclîsa Ciwanên Şengalê, 28’ê Meclîsa Xanesorê kon dewir bikin.

 

Di 29’ê Adarê de wê carek din Meclîsa Avaker a Şengalê kon dewir bigire.

 

Kon li cihê meşa 14'ê Adarê ya rastî êrîşa çekdarên PDK'ê hatî,  hatiye vedan. Herwiha çekdarên PDK'ê jî hêzên xwe yên li nêzî kon zêde kirine.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin