Smiley face
sorani
Smiley face

‘Tirkiye bi destê PDK’ê li Başûr daxwazên xwe pêk tîne’

2017-03-20 15:52:19
Endamê HDP’ê Fexrî Ronî yê ji Bakûrê Kurdistanê got ku dewleta Tirk li Bakûr komkujî dike û gel digire, li Başûrê Kurdistanê jî bi destê PDK’ê tişta dixwaze pêk tîne, astengiyan ji bo welatiyên ji Bakûr û Rojavayê Kurdistanê çêdike û dijbertiya PKK’ê dike.


 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS


Nerazîbûnên li hemberî zextên PDK’ê yên li ser welatiyên ji Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û dijbertiya PKK’ê dewam dikin. Bi vê boneyê welatiyê ji Bakûrê Kurdistanê û endamê HDP’ê yê li Başûrê Kurdistanê Fexrî Ronî ku ji ajansa me re axivî, got; “Dewleta Tirk li herçar parçeyên Kurdistanê dagirkeriyê dike. Li dijî vê jî tevgera azadiya gelê Kurd li hemû cihî pêş dikeve. Gelê Kurd berxwe dide û parastina mafê xwe dike. Dewleta Tirk jî êrîş dike û yek ji cihên lê êrîş dike jî Başûrê Kurdistanê ye.”

 

Fexrî Ronî got; “Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê gel digire û komkujî pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê jî bi destê PDK’ê tişta dixwaze dike. Di dema Barzanî li gel Serokkomar û Serokwezîrê Tirk civiyan, piştre gotin ku wan li gel Barzanî di şerê dijî PKK’ê de li hev kirine. Ev ne tiştekî veşartiye, eşkere ye. Mixabin li Hewlêr û Dihok zextek mezin li ser Kurdên ji Bakûr û Rojava heye. Her wiha ji bo xwepêşandanên wan ên li dijî dewleta dagirker a Tirk destûr nade. Çewan astengî ji bo Rojavayê Kurdistanê çêdike, her wiha bi dehan welatiyên me li Hewlêr girtîne. Ev jî cihê şermezarî û rûreşiyê ye ji bo PDK’ê.”

 

Fexrî Ronî got; “Yên ku 2014’ê Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin PKK bû. Yên ku ji Şengalê revîn û Şengal neparastin jî, îro bê ku nerazîbûn li hemberî hebûna 20 hezar leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bide, belê dibêje bila PKK û Kurdên şoreşger ji Şengalê derkevin. Ger em daxwaza serbixwetiyê dikin, divê yekem em Kurdperest bin. Dagirker ji welat derbixin. Ez helwesta daxwaza derketina kesên parastina nirxên neteweyî dikin, şermezar dikim.”

 

Di dawiyê de jî Fexrî Ronî got; “Divê gel û hizbên Başûrê Kurdistanê bibin xwedî bertek û bêdengiya hizban jî cihê rexnê ye.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin