Smiley face
sorani
Smiley face

Ebdulî Heme Ciwan: Divê guh li gelê Şengalê bê girtin

2017-03-20 15:28:12
Hunermendê Kurd Ebdulî Heme Ciwan ragihand ku pêwîste aliyên siyasî li  ser Şengalê bi diyalogê li hev bikin û got: “Nabe xwîna ti Kurdek di Şengalê de were rijandin. Divê guh li gelê Şengalê bê girtin.”


 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Her roj nerazîbûna li ser êrîşa çekdarên ser bi PDK’ê ya li ser bajaroka Xanesora Şengalê zêdedibe. Vê carê Hunermendê Şano û Drama yê Kurd Ebdulî Heme Ciwan ji nerazîbûn li ser êrîşa dijîo Şengalê nîşan da û got nabe xwîna ti Kurdekê li Şengalê were rijandin.

 

Ebdulî Heme Ciwan wiha got: “Ev nîşaneya wê ye ku şerek navxweyi di rê deye, ev  nayê qebûl kirin. Şengal birîndare. Bi şerê navxweyi wê birîna Şengalê kûrtir bibe û wê me ber bi kaos  û rojên reş ve bibe.”

 

Her wiha Ebdulî Heme diyar kir ku wan hemû demê  şerê birakujî şermezar kiriye û got: “Ez nabêjim şerê birakujî, ev şerê xwekujiyêye. Ji ber ku Kurd divî şerî de xwe dikuje. Ev kuştina çarenûsê ye, kuştina hêviyê ye.”

 

Ebdulî Heme wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ez li vir ji hemû aliyên siyasî re dibêjim, eger em bigihin Kurdistanek serbixwe, divê dil, ruh, destê me ji bo hevdû vekirîbe. Divê em ji bo gelê xwe kar bikin. Divê em berjewendiyên netewî li pêş berjewendiyên partiyê danin.”

 

Ebdulî Heme destnîşan kir ku pêwîste bi diyalog li ser Şengal  li hevbikin, pêwîst nake ku xwîna ti Kurdekê tê de were rijandin û wiha pêdeçû: “Divê em guh bidin gelê Şengalê. Me Hikûmet heye, divê guh bide daxwazên hemû partiyan, ne tenê partiyekê. Divê parlamento were aktîvkirin û di vê mijarê de rolek bi bandortir bilîze.”

 

Ebdulî Heme wiha domand: “Li gorî min ne normale ku Tirkiye dibêje ezê biçim Şengal şer bikim. Tirkiye çi têkilî bi Şengalê ve nîne, yan Îran û her welatek cîran be ti têkiliyek wan bi Şengalê ve nîne. Hemû dest dane hevdû, dixwazin  destkeftiyên  bi salan yên Kurdan têk bibin.”

 

Ebdul Heme di dawî de bang li gelê Kurd kir û got: “Divê em nehêlin armancên derve li ser me bi bandor be. Êdî bila bes be ku destê me di xwina hevdû de nebe.”

 

 Roja 3’ê Adarê de çekdarên ser bi PDK’ê êrîşî ser bajarokê Xanesora Şengalê kir û di encam de 2 gerîla û 5 şervanên YBŞ/YJŞ’ê şehîd bûn û 20 şervanên din ji birîndar bûn. Her wiha roja 14’ê Adarê dîsan çekdarên PDK’ê êrîşî ser xwepêşandana gelê Êzidî kir û di encam de jina ciwan a 21 salî şehîd xistin û 15 kesên din ji birîndar bûn.

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin