Smiley face
sorani
Smiley face

Pêşmergeyên li eniya Hemrîn êrîşên ser Xanesorê şermezar kirin

2017-03-20 14:51:11
Hêzên pêşmerge yên li Eniya Hemrîn agirê Newrozê pêxistin û li hemû aliyên Kurd banga yekîtiyê kirin. Her wiha pêşmergeyan êrîşên demên dawî yên li ser Xanesorê jî şermezar kirin.


 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN


Îro Tûgaya 136 a hêzên pêşmerge li eniya Hemrîn ê li sînorê bajarokê Qeretepe yê ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala agirê Newrozê pêxistin û Cejna Newrozê pîroz kirin.

 

Ji fermandarên hêzên pêşmerge yê Tûgaya 136 yê herêma Germiyan, Osman Hesen ji ajansa me re wiha axivî; “Em weke hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Tûgaya 136 a Germiyan, me li sînorê Hemrîn ê li sînorê bajarokê Qeretepe meşaleya Newrozê pêxist. Ji ber ku Newroz cejnekî neteweyî ya Kurde û pêwîste hemû Kurdek vê cejnê pîroz bike.”

 

 

Osman Hesen got ku di vê cejnê de ez hemû şehîdên Kurdisanê bi rêzdarî bibîrtinim û wiha got; “Her wiha weke hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi boneya Cejna Newrozê ji hemû aliyên siyasî yên Kurd daxwaz dikim em Cejne vê cejnê bikin cejna yekgirtin û dest ji dijminatiya hev berdin.”

 

Osman Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em weke hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî ew şerê li dijî bajarokê Xanesorê yê Şengalê dikin. Her wiha ji rayedarên hikûmet û hizbên siyasî dikin dest ji şerê Kurd li dijî Kurd bînin. Ji ber ku niha em li eniyên şer li dijî komên terorîstên ku dixwazin gelê Kurd tine bikin şer dikin.”

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin