Smiley face
sorani
Smiley face

Ji welatiyên Bakûr ên li Başûr banga tevlîbûna Newroza Qendîl

2017-03-20 14:21:13
Welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê yên li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, helwesta PDK’ê ya astengkirina welatiya ya ji bo tevlîbûna Newrozê rexne dikin û banga tevlîbûna pîrozbahiya Newroza Qendîlê kirin.


 

 

 

ROJNEWS/ SILÊMANÎ

 

PDK li pêşiya tevlîbûna welatiyên sînorê dibin desthilatdariya xwe de ya ji bo Newroza Qendîl, astengiyan çêdike.

 

Têkildarî wê Çavdêrê Siyasî û Penaberê ji Bakûrê Kurdistanê Alaatin Ahmet wiha ji ajansa me re axivî: “ Armanca PDK’ê destkeftiyên ku Kurdan di demên buhrî de bidestxistine tine bike ye. Tirkiye dixwaze pêşketinên li herçar parçeyên Kurdistanê hilweşîne û PDK ji aligirek wê projeya Tirkiyê ye.”

 

Alaatîn Ahmet diyar kir ku divê PDK helwesta xwe diyar bike Kurde yan dijî Kurde û got: “Divê PDK aliyê xwe diyar bike û li gorî wê siyaseta xwe zelal bike. Ji ber ku divê her Kurdek tevlî ahenga Newroza Qendîl bibe.”

 

 

Alaatîn Ahmet wiha domand: “Ewa ku PDK dike pêşî lêgirtina  tekoşîna Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê ne. Niha gelek Kurdên Bakûrê Kurdistanê hatine girtin. PDK naxwaze Kurd pêş bikeve û bibe xwedî îradeya xwe.”

 

Di dawî de Alaatîn Ahmet ev got: “Cejna Newrozê ji  bo gelê Kurd berxwedan û yekêtiya netewiye. Cejna herçar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber wê em bang li hemû gelê Kurd dikin ku em bihevre agirê Newrozê gurbikin û pîroz bikin.”

 

Li ser heman mijarê Penaberek din yê Bakûrê Kurdistanê bi navê Muslim Hacî ji wiha got: “Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd jiyan, berxwedan û yekêtiye. Ji ber wê bang li hemû gelê Kurd dikin ku cejna Newrozê pîroz bikin.”

 

 

Her wiha Muslim Hacî got: “Banga me ji bo lidarxistina kongreya netewiye, ne ji  bo astengkirina cejna Newroz û berjewendiyên teng yê partiyane. Em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê dikin ku bibin yek û li qontara çiyayê Qendîl bi yek deng û yek zimanî cejna Newrozê pîroz bikin.”

 

Weke hemû salê Cejna Newrozê di 21’ê Adarê de li qontara çiyayê Qendîl bi tevlîbûna Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê  bi coşek hevbeş li gel gerilayan tê pîroz kirin. 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin