Smiley face
sorani
Smiley face

 Nivîskar Wehbiye Şewket, Ocalan  kiriye karakterê sereke yê romana xwe

2017-03-20 13:57:54
Dr. Wehbiye Şewket nivîskarek Kurde ku piraniya temenê xwe daye nivîsandina pirtûkan û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji kiriye wek karekterê sereke yê romana xwe.



 

 

ROJNEWS/ SILÊMANΠ

 

Dr. Wehbiye Şewket Mihemed nivîskarek Kurde ku di 14’ê Sibata 1944’an de li navçeya Xurmatû ya girêdayi parêzgeha Selahaddîn ji dayikbûye. Her wiha Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abullah Ocalan weke karakterê sere yê romana xwe diyar kiriye.

 

Wehbiye Şewket di sala 1964’an de  xwendina xwe ya  amadeyi temam kiriye û li seranserî Silêmanî  pileya duyem bi dest aniye. Fakulteya bijîşkî li Zanîngeha Mûsil  qezenc kiriye. Lê ji ber piraniya mamostayên fakulteyê Baasî bûn, Wehbiye Şewket neçû fakulteyê, ji ber wê du sal ji xwendinê dûr ket.

 

Piştre Wehbiye destûra xwendinê wergirt û di sala 1966’an de piştî serkeftina ezmûmên xwe, di 15’ê Cotmeha heman salê de ji bo xwendinê çû Sovyetê. Salek ji bo fêrbûna ziman û 6 sal ji bo fakulteya bijîşkî, bi giştî 7 sal wê derê ma. Dr. Wehbiye sala 1973’an de diçe Birîtanya û 8 sal  li wê dimîne. Wek doktor di nexweşxaneyan de kar kiriye. Her wiha bawernameya pîskolojî  û jîrî bi destxistiye û di aliyên din de ji master kiriye. Piştre dîsan vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

Dr. Wehbiye Mihemed  di salên 60’an de li Sovyet yekem berhema xwe çîrokek bi navê ‘Destek Nêrgiz li ser gora min’ derxist û çîroka rastî ya jiyana heval wê bû. Piştre ji nivîsinên xwe berdewam kir. Di dema şerê navxweyi de televizyona Azadî, ji  bo tevlîbûna bernameyê li ser mijarên bandora şerê navxweyi li ser gel  vexwendibû televizyonê. Ji ber axaftinên xwe yên ku di bernameyê de kirî gefên kuştinê lê hatibû kirin.

 

Di sala 1995’an de ji bo tevlî kongreya netewî ya li paytexa Belçîka Brûkselê bibe, bi alîkariya gerilayên PKK’ê diçe bajarê Qamîşlo. Lê ji ber derbasbûna dem, nekarî tevlî kongreya netewî ya Kurdistanê bibe.

 

Piştre ji li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan Dr. Wehbiye Mihemed diçe salona mêvandarî ya nizîk cihê perwerdekirin û mayina  gerilayan. Wê demê bi perwerdekirina  gerilayan gelek matmayi ma û salek li wê derê dimîne. Piştre ji romana bi navê Misîrt el Huriye fi el Kurdistan di nivîse ku Abdullah Ocalan weke karekterê serek yê romanê nîşan dide. Di wê romanê de navê Ocalan, Eliye. Di wê romanê de Abdullah Ocalan gelek alikarî kiriye û gelek pirsên Dr. Wehbiye bersivandiye.

 

 

Di sala 1996’an de diçe welatê Kanada û hemwelatiyê werdigre. Di meha Hezîrana 2004’an de bi yekcarî vegeriya Herêma Kurdistanê û  li Silêmanî nîştecih bûye.  Wek bi xwe ji dibêje ew bi nivîsînê dikare  bêhn hilde. Pirtûk, pênûs û defterên wê hevalê wê yên rojên tenê ne.

 

Pirtûka ‘Serxwebûna Kurdistanê’ pirtûka Dr. Wehbiye ye ku niha di nivîse.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin