Smiley face
sorani
Smiley face

Dewreyeke nû ya şervanên YJŞ'ê qediya

2017-03-20 13:39:14
Di çarçoveya xebatên profesyoneliyê de, şervanên YJŞ'ê dewreyeke nû qedandin. Dewreya Şehîd Rihan a Akademiya Şehîd Bêrîvan bi merasîmekê bi dawî bû.


 

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Dewreya Şehîd Rihan a Akademiya Şehîd Bêrîvan, piştî perwerdeya 4 mehan bi merasîmekê qediya. Di akademiyê de waneyên; Dîroka Jinê, dîroka Kurdistanê û Êzidxanê, dîroka Rojhilata Navîn, Jineolojî û her wiha taktîkên şer û perwerdeya leşkerî hatin dîtin.

 

Di merasîm de Fermandariyên YJŞ’ê, dayikên şervanan û şehîdan amade bûn.

 

Bi wesîleya mezûniyetê, şervanên YJŞ’ê merasîmek leşkerî li dar xistin. Piştre fermandariya YJŞ’ê Rosyar Vejîn axivî û dewre li şervanan pîroz kir. Vejîn got: "Di wextek ku hemû hêzên hemegon û desthildar di şexsê jina Êzidî de dixwazin vîna civak Êzidî ya piştî fermanê derket holê, bi êrîşên li Xanesorê re bişikînin. Weke YJŞ û jinên Êzidî em soz dikin, ku em ê tola hemû jinên Êzidî û şehîdên 3'ê Adarê hilînin."

 

Vejîn cejna Newrozê jî li hemû şervan û jinan pîroz kir û wiha pêde çû: "Êdî jinên Êzidî ne ew jinên beriya fermanê ne, ku her hêz bixwaze jinê li gorî xwe kar bîne. Jinên Êzidî di şexsê Bêrîvan û Rihanan de bi sekin û têkoşîna xwe îspat kirine ku  jinên Êzidî dikarin bi destê xwe tola 73’ê fermanan rakin. Herî dawî di şexsê şehîd Nazê de xwestin îradeya jinên Êzidî bişkînin, lê em ji dijmin re dibêjin; em tola Nazêyan û hemû şehîdên xwe rakin."

 

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin