Smiley face
sorani
Smiley face

Hesen Şerefî: Îro yekgirtin ji hemû demê giringtir û pêwîstire

2017-03-20 09:44:21
Cigirê Sekreterê Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê, Hesen Şerefî diyar kir ku li herçar parçeyên Kurdistanê yekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd hatina gel û yekgirtinê re derbas dibe û got; “Yekgirtin û tifaqa nav mala Kurd ger zehmet jî be, lê dikare çêbibe. Di roja me ya îro de yekgirtin ji hemû demê giringtir û pêwîstire.”


 

 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL HESEN/ RANYE


Cigirê Sekreterê Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê Hesen Şerefî di hevpeyvînek li gel ajansa me de têkildarî xebatên li Rojhilatê Kurdistanê, çêkirina mûxalefetek hevbeş, kongreya neteweyî û li hev nêzikbûna aliyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

 

Hesen Şerefî her wiha bal kişande ser pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn û diyar kir ku pêkhatina kongreya neteweyî ji bo Kurdan giringe û pêwîste aliyên Kurd tifaqa nav mala Kurdî xortir bikin. Hesen Şerefî di dewama hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de wiha axivî:

 

‘Çareserkirina pirsgirêka Kurd yekane rêya nêzîkbûna heve’

 

“Di rojeva Rojhilatê Kurdistanê de çêkirina mûxalefetek hevbeş tê guftûgokirin. Weke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li ser vê mijarê çi dibêjin?

 

Yekgirtina Kurdan di hemû demê de pêwîstiyek giringe. Her dema Kurd bûne yek, serketine. Belê hemû dema belav bûne dijmin kariye bi hêsanî bandorek neyînî li ser xebat û têkoşîna gelê Kurd bike. Mijara yekgirtin û yekdengiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bandorek baş li ser rol û bandora Kurd li Rojhilat dike. Ev aliyek. Aliyê din jî li gelemperiya Kurdistanê yekgirtina hemû aliyan pêwîstiyekî giringe. Belê ev yekgirtin bi nakokî û pirsgirêkan nabe. Ji ber ku her hizib û aliyekî fikir, siyaset û xebatekî cûda ya xwe heye. Di salên buhrî de li aliyan li Rojhilatê Kurdistanê pir hevdû tewanbar kirine. Li dijî hevdû xebitîne. Lê cihê keyfxweşiyê ye ku niha ev karane nemane. Salên derbasbûyî pêla ji hev belavbûn û parçebûnê bû sedem ku gelek caran daxuyaniyên dijî hev bidin. Vê jî rewş hîn aloztir dikir. Ji bo wê niha pêş ku eniyekî hevbeş bê çêkirin, pêwîste ev alozî û nakokî bên tinekirin. Bi vê boneyê ez dibêjim divê ji niha de li ser dema pêş çêkirina eniyekî hevbeş guftûgo bê kirin. Raste hinek zehmetî jî hene. Belê ji bo hatina gel hev ti sedemek nebaş jî nabînim. Nêzîkbûna hev a li ser pirsgirêka Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê yekane rêya çareseriyê ye.

 

 

‘Yekdengiya dinava mala Kurd de zehmete, belê ne gengaz jî nîne’

 

Ger nêzîkbûna hev yekane rêya çareseriyê be, wê demê weke Hizba Demokrata Kurdistana Îranê pêkhatina kongreya neteweyî çewan dibînin?

 

Demek dirêje ji bo kongreya neteweyî xebat tê kirin û niha jî dinava hizib û gelê Kurdistanê de rojeva serekî ye. Cihê keyfxweşiyê ye ku pêş demek li Hewlêrê hemû aliyên herçar parçeyên Kurdistanê tevlî gava yekem a pêkhatina kongreya neteweyî bûn. Ez jî yek ji 5 kesên ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê tevlî bûyî me. Destpêkê karên pêkhatina kongreya neteweyî di aliyê komîsyonên civakî, çendî û çapemeniyê de baş hat pêşwazîkirin û komîsyon jî hatin diyarkirin. Belê dema kar kete ser postan û her parçeyek bi çend kes wê tevlî bibe, pirsgirêk hîn zêde di vir de derket. Hatina aliyan a gel hev û çêbûna tifaqa dinava mala Kurd de zehmete. Belê hemû tişt hatiye berçav girtin û çêbûna vê tifaqê jî çênabe nîne.

 

‘Xort û keçên Kurdan li cihê teslîmbûnê berxwedan û têkoşîn hilbijartine’

 

Têkildarî pirsgirêka Kurd li gel rejîma ûranê, ji bo çareseriyê gelo hun rêya guftûgoyê wê bikarbînin an jî leşkerî?

 

Em jî dixwazin li Îranê bi rêya diyalogê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Her weke di dîrokê de jî tê dîtin, her welatek şer kiriye, di dawiya hemû şerekî de, herî dawî bi diyalog û rûniştinê pirsgirêk çareser kirine. Ji hatina ser kar a desthilata rejîma Komara Îslamiya Îranê ve jî me timî hewl daye bi rêya guftûgo û hatina gel hev pirsgirêka Kurd çareser bikin. Belê rejîma Îranê ti rêyek ji me re ne hiştiye, yan divê teslîm bibin an jî têbikoşîn. Li gel vê jî xort û keçên Kurd li cihê teslîmbûnê, têkoşîn û berxwedan hilbijartine.  Ji ber ku rejîmekî xwedî îdeolojiya mezhebî û bawerî bi demokrasiyê nayêt ku heya em bikarin qebûl bikin. Bawerî bi wekheviya civakê nîne. Bawerî bi wekheviya jin û zilam nîne. Ji bo wê jî ev xebata me hemû ji bo hemû pêkhate û rengên cûda ye. Çi jê re pêwîst bike emê jê re bikin. Em pişta xwe didin gelê gund û bajaran.

 

‘Me dest bi guftûgoyê kiriye’

 

Gelo ti hewldanek ji bo yekgirtina herdû aliyên Hizba Demokratîk a Kurdistanê û Hizba Demokratîka Kurdistanê ya Îranê heye?

 

Di rastiyê de cûdabûn pir bi hêsanî dikare bê kirin. Belê yekbûn dem jê re pêwîst dike û divê sebir jî hebe. Niha me li gel hevalên xwe yên di Hizba Demokratîka Kurdistanê de dest bi guftûgoyê kiriye. Guftûgoyên demên derbasbûyî baş nebûne. Belê di van çend rojan de me car din dest bi guftûgoyan kiriye û hêvîdarim hevrêyên me bi erênî nêz bibin û ev pirsgirêke jî çareser bibe.

 

Rejîma Îranê gelek caran êrîş dike ser we û gefan li we dixwe, gelo wê bersiva we çi be?

 

Ev ne cara yekem û duyeme nîne ku Îran êrîşê me dike û gefan li me dixwe. Ji ber ku çend caran li Qendîl bombebaran pêk aniye. Her wiha li cihên cûda çendîn caran bi hêzekî hezaran kesî êrîşê ser hêzên me kirine û me jî xwe parastiye. Ev êrîşe me ji xebat û têkoşîna me sar nakin û hemû pîlanên Komara Îslamiya Îranê yên li dijî me hatine kirin, me pêştir helwesta pêwîst jê re kiriye.

 

Hûn wê hilbijartinên Îsal ên Îranê yên Serokkomar û parlamentoyê boykot bikin, yan jî destek bikin?

 

Heya niha me di komîteya navendî ya hizba li ser vê mijarê ne civiyaye ku bi zelalî ji we re bêjim emê çi bikin. Belê li gorî ew zanabûna min a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û her wiha ew zanabûna hizba me li ser Îranê heyî, ti guhertinek wê di siyaseta Komara Îslamiya Îranê de neyê guhertin. Ji bo wê jî ev hilbijartin ew çend ji bo gelê Kurd negiringin, tenê wê guhertinan di îmzeyan de bê kirin, belê di siyaset û guhertinên nû li Îranê neyên kirin.

 

Peyama we ya dawiyê ji bo gelê Kurd çi ye?

 

Li gor min êdî dema wê hatiye ku gelê Kurdistanê hîn zêdetir tevlî xebat û têkoşîna tevgera xwe bibin. Li hemû cihê dikarin li dijî Komara Îslamiya Îranê bertekên xwe nîşan bidin. Ji bo wê jî divê ji hemû demê zêdetir tevlî xebat û çalakiyan bibin. Her wiha ji bo hizib û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ewe ku ew hewldan û lihev nêzikbûna ku hene  bikene rêyek çareseriyê û van hewldanan hîn berfirehtir bikin. Pêş bixin. Ji bo di dema pêş de ji bo gelê Kurd bibe zemînek baş.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin