Smiley face
sorani
Smiley face

KODAR: Emê sala nû bikin sala bilindkirina têkoşînê

2017-03-19 14:55:58
Komelgeya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi boneya Cejna Newrozê peyamekî pîrozbahiyê weşand û got; “Emê sala nû bikin sala bilindkirina têkoşînê.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Îro Komelgeya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi boneya hatina Cejna Newrozê ya sala nû peyamek nivîskî weşand û Cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û li tevahî hêz û aliyên siyasî banga pêkanîna tifaq û diyalogê kir.

 

KODAR’ê di dewama peyama xwe de wiha got; “Bihar û Azadî, du beşên hev ên ji hev neyên cûdakirine. Her wiha ew hest û xweşbûna hatina biharê hestekî mirovî ji bo nûbûnê dafirîne. Ji bo wê jî têkoşînekî ji bo jiyanekî azad hin bilintir dike. Me sala çûyî derbas kir. Her çendî vê salê ji bo Rojhilat jiyanekî azad û demokratîk jî ne anî be, belê di hemû alî de hewldana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo gihiştina jiyanekî serfiraz, ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe, bê westan û rawestîn dewam kir.”

 

‘Destkeftiyên heyîn bikin bingehê bilindkirina têkoşînê’

 

Têkildarî hikûmeta Îranê jî KODAR’ê wiha got; “Hikûmeta Îranê her li cihê guhertinan, car din zext û israra xwe ya di neçareserkirina pirsgirêka Kurd û nedemokratîkbûna îranê de dewam kir. Ji bo lewazkirina hewldanên demokrasiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, Îran û herêmê hemû hewldanên xwe domand. Di sala buhrî de germahî û coşek mezin a gelê me li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî pêkhatina Federaliya Bakûrê Sûriyê çêbû. Bi taybetî jî li hemberî hemû ew destkeftiyên hevbeş ên ji bo me hemûyan, hêzên azadîxwaz û demokratîkxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û herêmê coşek mezin çêbûye. Ev destkeftiyane jî bingehê hîn zêdetir giringî dana bi têkoşînê ye.”

 

KODAR’ê wiha jî dewam kir; “Serkeftina hêzên YPG/ YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û pêşmergeyan li Başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, bala hemû gelê cîhanê kişand ew doza ku ji bo tekoşîn dikin.”

 

Di dewama peyama KODAR’ê de wiha jî hat gotin; “Komelgeya Demokratîk û Azadî ya Rojhilat-KODAR’ê bi berpirsiyartiya dîrokî hewldanekî hîn zêdetir a ji bo aliyên siyasî hizbên Rojhilatê Kurdistanê da. Ev hewldana stratejîk beşek ew bû ku ev hewldan ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya tekoşîna li herçar parçeyên Kurdistanê bû. Bi taybetî li hemberî ew hewldanên dewleta Tirk a bikaranîna hêza leşkerî û tinekirina destkeftiyên Kurdan di serî de li Bakûr û beşên din ên Kurdistanê. Bi taybetî ew êrîşa li dijî Şengalê hat kirin, mînaka vê ya berçav bû.”

 

‘Guhertinên herêmê Îran ji bo avêtina gavên demokratîk neçar kiriye’

 

KODAR’ê bal kişande ser sala nû û hatina Newrozê û wiha dewam kir; “Niha jî di sala nû û Biharê de em weke gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê weke gelên din ên Îranê Newrozê pêşwazî dikin. Hemû pêşketinên li herêmê û cîhanê hikûmeta Îranê xistiye ber du rêyan ku, yan wê nêzikatiyên xwe yên li gel Kurdan, hêzên guhertinan dixwazin û demokratîkxwaz  bi destpêkirina Biharê re çareseriyek demokratîk bike, yan jî wê Zivistanek dijwar, bi krîz weke rewşa Sûriyeyê pêşwazî bike û sedema vê jî Îran bi xwe ye.”

 

KODAR’ê got; “Komeleya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê mijdeya ku wê îsal têkoşîna azadîxwazî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bilindtir bike. Ev jî yek ji pêwîstiyên niha ye û şerte jî. Em weke KODAR’ê xwe ji hemû xebatên azadîxwaze yên ji bo gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berpirs dibînin. Bi vê boneyê bi hatina pîrozbahiya Cejna Newrozê ya sala nû li gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê, gelên Îranê û herêmê pîroz dikin. Bang li hemû kesê û gel dikin ku ji bo tifaq û çareseriya demokratîk hewldan bikin û destek bikin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin